Here Naverokê

Here naverokê

Tesewirkarê Heqîqî Kî ye?

Tesewirkarê Heqîqî Kî ye?

Kesên zanyar û endezyar di salên dawî de, ji nebatên xwezayê û ajalan hînî gelek tiştan bûn (Eyûb 12:7, 8). Mirovên di qada zanyariyê, ya ku jê re biyomîmetîk tê gotin de, lêkolînan dikin, bi tetkîkkirin û texlîtkirina taybetmendiyên candar, ên curbicur, hewl didin ku berhemên nû îcat bikin, an jî performansa berhemên ku hene, zêde bikin. Niha gava hûn van mînakên ku em tetkîk dikin, bixwînin, ka ji xwe bipirsin, ku ev tesewir di esasê xwe de ayîdî kê ne.

Tiştên ku ji baskên balînayê hatine hînbûn

Tesewirkarên balafiran, ji balînaya xûz dikarin çi hîn bibin? Bi rastî gelek tiştan. Giraniya balînayekî xûz a gihîştî, nêzîkî 30 tonan e, ango bi qasî giraniya kamyoneke bi bar ve tije ye. Herweha bedeneke wê, ya ku ne ewqas qayîşok e û baskên wê, yên mezin hene, ku dişibin peran. Ev heywanê ku dirêjiya xwe bi qasî 12 metreyan e, ligel tevahiya van tiştan, di avê de xwediyê çipikiyekî ye, ku mirovan heyirî dihêle.

Xala herî zêde bala lêkolînvanan dikişîne ew e, ku ev candarê dêwasa, çawa bi xêzkirina dayîreyên zehf biçûk dikare biçerixe. Wan ferq kir ku sira vê hûnerê, di şekilê baskên balînayê, yê pêşîn de ye. Pêşiya baskê balînaya xûz, ne mîna perê balafirê bêgirûz e, ji dêla vê, ew niqirî ye û li ser wî rêzeke giloverikekî qoqizî tê dîtin.

Çaxê balîna di avê de bi pêşve diçe, ev giloverik hêza bilindkirinê ya avê zêde dikin û têkoşîna wê kêm dikin. Gelo çawa? Li gor vegotina kovara bi navê Natural History, gava balîna ji layê pirr tîk ve bilind dibe jî, giloverik ava ku bi ser baskan re derbas dibe, bi hereketên duzgin, ên dayîreyî dide lezandin.10

Xwediyê patenta xwezayê kî ye?

Nexwe wê çi feydeyên vê kifşê hebin? Heger di tesewirkirina perên balafirê de baskên balînaya xûz wekî bingeh bê girtin, wê bi qasî niha hewcedarî bi malzemeyên mekanîk, ên ku wekî flap herikîna hewayê diguherin, tunebe. Perên bi vî awayî bêtir ewlemend dibin û tamîr û tîmara wan hêsantir dikare bê kirin. Li gor pisporê biyomekanîk John Long, di demeke pirr nêzîk de, „di perê tevahiya balafirên rêwiyan de, giloverikên mîna yên baskê balînaya xûz dikare bê dîtin.“11

Perê peleçemkê model tê girtin

Wek ku tê zanîn di perên balafiran de jî, ji xwe şekilê perê teyran hatiye texlîtkirin. Lê belê endezyaran di demên dawî de xebatên xwe kişandin rewşên nû. Di kovara bi navê New Scientist de weha hatiye nivîsîn: „Lêkolînvanên li zanîngeha Florîdayê balafireke ji dûr ve kumandabar çêkirin, ku dikare wekî peleçemkê li hewa daleqandî bisekine, pîkeyê bike û bi awayeke tîk zû bilind bibe.“12

Peleçemk li hewa hereketên xwe yên balkêş, bi navgîniya ku perên xwe ji movikên navpî û enîşk ve diçemîne dike. Balafireke teqrîben 60 santîmetre dirêj, a ku bi texlîtkirina tesewira van perên qayîşok hatiye tesewirkirin „xwediyê motoreke biçûk e, ku gelek şivên metalî, yên peran didin hereketkirin, kontrol dike.“ Ev balafira biçûk bi saya perên xwe, yên ku bi awayekî aqilmendî hatine tesewirkirin, dikare bikeve nava avahiyên bilind, li hewa daleqandî bimîne û pîke bike. Hin saziyên leşkerî, ji bo ku li bajarên mezin li çekên kîmyewî û biyolojîk bigerin, dixwazin balafireke ku xwediyê behreyekî manewraya wusa bilind e, bikar bînin.

Qora peleçemkê tê texlîtkirin

Heger peleçemk bi lingê tazî li ser cemedê bisekine jî, nacemide. Nexwe ew germahiya bedena xwe çawa diparêze? Ji sirên vê yekê, yek di taybetmendiyeke ecêb de ye, ku di gelek heywanên li deverên sar dijîn de tê dîtin: Herikana paşpêkî ya germguher.

Germahî derbasî aliyê din dibe û di bedenê de dimîne. Sarî di lingan de dimîne

Herikana paşpêkî ya germguher çi ye? Li ser du boriyên ku bi hev ve hatine girêdan û li ber hev radiwestin bifikirin. Di yekî de ava germ, di ya din de ava sar diherike. Heger ava germ û ya sar bi heman aliyî ve biherikin, hema hema tenê nîvê germahiya ava germ derbasî ava sar dibe. Ancax heger ava germ û ava sar bi awayeke paşpê, ango bi aliyê ku ji hevdû ters in ve biherike, hingê hema hema tevahiya germahiyê derbasî ava sar dibe.

Çaxê peleçemk li ser cemedê ye, „germguherên“ di qorên wê de xwîna sar, a ku ji lingên wê tê, germ dike. Bi vî şekilî germahiya bedena teyrê tê parastin û sarbûna lingên wê, ji windabûna germahiyê re nabe sedem. Endezyarê makîne û ezmangeriyê Arthur P. Fraas, vê yekê wekî „di cîhanê de yek ji germguherên rejeneratîf, ên herî bi bandor“ terîf dike.13 Ev tesewireke ewqas bi aqilmendî ye, ku kesên endezyar ew kopî kiriye.

Rûmeta herî zêde şayanî kê ye?

Qilafetê masiyê qutî, yê ku têkoşîna avê di dereceyeke mezin de kêm dike, ji îcatkirina modelê otomobîlekî re bû çavkaniya îlhamê

Ezmangeriya neteweyî û dayîreya fezayê (NASA) vê gavê li ser çêkirina roboteke heştlingî, ya ku wekî dûpişkê rêve diçe, xebatê dikin. Endezyarên li Fînlandiyayê jî, traktoreke şeşlingî çêkirin, ku dikare wekî heşareyekî dêw, bi ser berbestan re hilkişe û derbas bibe. Hin lêkolînvanên din jî, bi navgîniya îlhama ku ji şekilê vebûn û girtina gûzikên çamê standin, qumaşek çêkirin, ku li gor germahiya bedenê vedibe û tê girtin û qapaxên wî yên biçûk hene. Şirketeke otomotîvê, bi saya modelgirtina masiyê qutî, yê ku xwediyê qilafetekî ku bandora têkoşîna avê di dereceyeke mezin de kêm dike, otomobîlekî çêdike. Lêkolînvanên din jî, ji bo ku zirxên bedenê yên hê siviktir û hêzdartir çêbikin, qilafetê qabê şeytanokê avî, yê ku jê re Abalone tê gotin û li dijî derban zexim e, tetkîk dikin.

Sîstema sonar a delfînan, ji sîstemên sonar, ên ku mirov texlît dikin, baştir e

Xweza ji ewqas zêde fikirên qenc re bûye çavkaniya îlhamê, ku lêkolînvanan zemîneke daneyê, yê ku sîstemên curbicur ên biyolojîk dihundirîne, pêk anîn. Hijmara van sîsteman ji niha ve gihîştiye hezaran. Kovara bi navê The Economist dibêje, ku kesên zanyar vî zemînê daneyê, ji bo ku ji „pirsgirêkên xwe yên li ser tesewirê re çareyên xwezayî“ bibînin, bi kar tînin. Ev sîstemên xwezayî, yên di vî zemînê daneyê de, wekî „patentên biyolojîk“ tên binavkirin. Bi normalî xwediyekî patentê, kes an jî şirketekî ku fikir an makîneyekî nû bi awayekî fermî dide qeydkirin e. Kovara bi navê The Economist derheqê vî zemînê daneyê, yê biyolojîk de weha dibêje: „Kesên lêkolînvan navê ‚patentên biyolojîk’ li tesewirên biyomîmetîk dikin û bi vê yekê ji aliyekî ve îşaret dikin, ku di esasê xwe de xwediyê patentê tenê xweza ye.“14

Mirovên zanyar qilafetê qabê şeytanokê avî, yê ku jê re Abalone tê gotin û li dijî derban zexim e, tetkîk dikin

Nexwe xwezayê evqas fikirên şahane ji ku derê wergirtin? Gelek kesên lêkolînvan dibêjin, ku tesewirên bi hostetî, yên di xwezayê de tên dîtin, bi navgîniya peresanê ango bi pêvajoyeke milyonan salan a ceribîn û xapînê hatine holê. Lê belê hin lêkolînvanên din jî digihîjin encameke cuda. Pisporê mîkrobiyolojiyê Michael J. Behe di 7 Sibatê 2005-an de, di New York Timesê de, weha nivîsî: „Elametên hêzdar ên ku îşaretî tesewira [xwezayê] dikin, dihêlin ku em mantiqeke hêsan, feqet îqnaker bikar bînin: Heger tiştek wekî ordekê xuya bike, wekî ordekê bimeşe û wekî ordekê deng derxe, heta ku li eksî ve delîlekî teqez tune be û mirov bigihêje encama ku ew ordek e, ev yek fikirekî pirr maqûl e.“ Û vê lê zêde dike: „Fikirê ku xweza fêkiyê tesewirê ye, sirf ji ber ku şîroveyeke pirr hêsan e, divê neyê paşçavkirin.“15

Geko bi îstifadekirina ji kişandina qeweta molekûlî, dikare bi cihên herî xijok ve jî hilkişe

Endezyarekî ku perekî balafirê, yê ku ewlemendiya firînê bêtir dike û teserûfê pêk tîne, tesewir dike, helbet standina rûmeta vê serkeftinê heq dike. Bi heman awayî îcatkerek jî, yê ku qumaşekî hê rihettir, an jî otomobîlekî bi motor, a hê sûdewertir tesewir bike, rûmeta serkeftina xwe heq dike. Bi rastî jî heger tesewira yekî din bê texlîtkirin, ligel vê tesewirkerê heqîqî neyê naskirin û rûmeta ku wî heq kiriye jê re neyê dayîn, ev yek sûc tê hesibandin.

Nexwe ka wusa bifikirin: Lêkolînvanên pispor ji bo ku çareyê ji pirsgirêkên çetin ên endezyariyê re bibînin, serî li sîstemên di xwezayê de didin, herweha ew ne tam, lê belê ancax dikarin wan kêm-zêde texlît bikin. Feqet ji wan hinek îda dikin ku ev tesewirên bi aqilmendî, bêyî têkiliya tu hebûneke xwedîaqil, bi peresanê hatine holê. Gelo ev yek li gor we maqûl e? Heger texlîtkirina tesewirekî, tesewirkarekî xwedîaqil pêwîst bibîne, ma ji bo yê heqîqî çi dikare bê gotin? Gelo kî herî zêde standina rûmetê heq dike; îcatkerê hoste, yan şagirtê ku tesewira wî texlît dike?

Encameke bi mantiq

Gelek mirovên ku îspatên tesewirên di xwezayê de tetkîk dikin, van gotinên di Pirtûka Pîroz de erê dike: „Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî [Xweda] ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin. Loma hêceta wan tûne“ (Romayî 1:19, 20).