Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 2

Bi Rastî Xwedê Kî ye?

Bi Rastî Xwedê Kî ye?

Xwedê yek e, û navê wî Yehowa ye (Zebûr 83:18). Ji bo ku ew ruh e, em nikarin wî bibînin. Ew ji me hez dike, û ew dixwaze ku em jî jê hez bikin. Xwedê dixwaze ku em ji hemû mirovan jî hez bikin (Meta 22:35-40). Ew herî bilind e, û wî her tişt çêkir.

Pêşiya her tiştî, Xwedê melekekî xurt çêkir. Navê wî melekî paşê bû Îsa Mesîh. Paşê Yehowa gelek melekên din jî çêkirin.

Yehowa her tişt çêkir li ezmanan . . . û li ser erdê. Peyxam 4:11

Yehowa Xwedê stêrk, erd û her tiştê li ser erdê çêkirin (1. Mûsa 1:1).

Wî mirovê pêşîn ji axê çêkir. Navê wî Adem bû (1. Mûsa 2:7).