QISIM 6
Em ji Tofana Nûh Çi Ders Distînin?
Xwedê mirovên xerab kuştin, lê Nûh û mala wî sax hiştin. 1. Mûsa 7:11, 12, 23
Çil roj û çil şevî baran barî û dinya bin avê de ma. Hemû mirovên xerab mirin.
Lê melekên ku ser hildabûn bedenên xwe berdan û bûne cin.
Ewên ku di hundirê gemiyê de bûn sax man. Rast e, Nûh û mala wî paşê mirin, lê Xwedê wê wan dîsa sax bike da ku ew her bijîn.
Meta 24:37-39
Xwedê wê dîsa mirovên xerab helak bike û mirovên baş sax bihêle.Şeytan û cinên wî heta îro jî mirovan dixapînin.
Yehowa ji mirovan çiqas hez dike jî û qanûnên wî çiqas baş in jî, wek dema Nûh gelek mirov wan qebûl nakin. Di dema nêzik de, Yehowa wê hemû mirovên xerab helak bike (2. Petrûs 2:5, 6).
Îro, hin mirov mîna Nûh in. Ew guh didin Xwedê û qanûnên wî tînin cih. Ew Şahidên Yehowa ne.