Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 8

Mirina Îsa ji bo Te Çi Feyde ye?

Mirina Îsa ji bo Te Çi Feyde ye?

Îsa ji bo me qurban bû ku em bikarin bijîn. Yûhena 3:16

Sê roj piştî mirina Îsa çend jin çûn heta tirbeya wî, û wan dît ku tê de kes tune. Yehowa Îsa sax kiribû.

Paşê şandiyên wî jî ew dît.

Belê, Yehowa Îsa sax kiribû û ew kir ruhekî xurt ku êdî namire. Kengê Îsa çû ezmanan, taqîbkarên wî ew dît.

Xwedê Îsa sax kir û ew kir padîşahê Padîşahiya xwe. Danîêl 7:13, 14

Îsa canê xwe da ku mirov ji guneh û mirinê xilas bin (Meta 20:28). Xwedê wisa rê vekiriye ku em bikarin her bijîn.

Yehowa Îsa padîşah kir li ser dinyayê. Tevî Îsa, 144.000 kesên sadiq wê ji miriyan rabin û di ezmanan de bijîn. Îsa û ew 144.000 kes li Padîşahiya Xwedê wê bibin padîşah (Peyxam 14:1-3).

Padîşahiya Xwedê wê dinyayê bike cenet. Ceng, cirm, feqîrî û birçîtî wê tune bin. Mirov wê bi rastî dilxweş bin (Zebûr 145:16).