QISIM 9
Dinya wê Kengê Dîsa Bibe Cenet?
Tevliheviya dinyayê îsbat dike ku dema destavêtina Padîşahiya Xwedê nêzik e. Lûqa 21:10, 11; 2. Tîmotêyos 3:1-5
Gelek tiştên ku em îro dibînin li Kitêba Pîroz ji berê ve hatibûn gotin. Mesela, Kitêba Pîroz got ku mirov wê ji pere û kêfê hez bikin, zalim bin û guh nadin dê û bavê xwe.
Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku erdhejên mezin, ceng, xela û nexweşî wê li her derê bin. Îro em van tiştan dibînin.
Îsa got ku mizgîna Padîşahiya Xwedê li hemû dinyayê wê bê îlan kirin (Meta 24:14).
2. Petrûs 3:13
Padîşahiya Xwedê wê hemû xerabiyê helak bike.Di dema nêzik de, Yehowa wê hemû mirovên xerab helak bike.
Şeytan û cinên wî wê ceza bistînin.
Ewên ku guh didin Xwedê wê sax bimînin û di ceneta li ser erdê de bi selametê bijîn. Êdî tirs nabe, û mirov wê ji hev bawer bikin û hez bikin.