Here Naverokê

Here naverokê

Îradeya Xwedê çi ye?

Îradeya Xwedê çi ye?

Xwedê dixwaze ku li ser rûyê erdê cenetek were avakirin û em li wê derê ebedî di nav dilşahî û selametiyê de heyata xwe dewam bikin!

Belkî hûn li cem xwe dibêjin: “Eceba tiştekî wer mimkun e?” Kitêba Pîroz dibêje ku Padîşahiya Xwedê wê vê yekê bike. Xwestina Xwedayê me ew e ku temamê însanan di heqê îradeya wî û padîşahiya ku wî ava kiriye de, malûmatan bistînin (Zebûr 37:11, 29; Îşaya 9:7).

Xwedê rindiya me dixwaze.

Bavek ji bo zarokên xwe miheqeq tiştê herî rind dixwaze. Xwedayê me jî wer dixwaze ku em ebedî bi şikilekî mesûd û dilşad heyatê bajon (Îşaya 48:17, 18). Xwedê wê bi xwe vê wehdê weyne cih: “Yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî” (1. Yûhenna 2:17).

Xwedê dixwaze, em di riya ku wî nîşan daye de rêve herin.

Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê dixwaze “riyên xwe, hînî me bike”, da ku “em di riyên wî de bimeşin” (Îşaya 2:2, 3). Ji bo ku xwestin û mexseda wî bikare li ser temamiya rûyê erdê were bihîstin, Xwedê “xelkekî ji bo navê xwe” teşkîl kiriye (Karên Şandiyan 15:14).

Xwedê dixwaze, kesên ku îman bi wî anîne, bi hevdû re di yekîtiyê de bin.

Eger însan li gor xwestina wî ji Yehowa Xweda re îbadetê bike, ev yek însanan ji hevdû venaqetîne. Li eksî vê, ew wan di nav hezkirina heqîqî de dike yekîtiyê (Yûhenna 13:35). Eceba îro kî li ser temamiya dinyayê ji însanan re yardim dikin ku ew di yekîtiyê de, ji Xwedê re îbadetê bikin? Ji bo ku hûn cewaba vê pirsê bibînin, em ji dil û can we dawet dikin ku hûn vê broşûrê bixwînin.