Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qirara Xwedê Çi ye?

Qirara Xwedê Çi ye?

Xwedê dixwaze, wekî em li cinetê ser erdê, di edilayêda û bextewariyêda heta-hetayê bijîn!

Dibek tu dişirmîş bî: “Ev yek çawa wê biqewime?”. Kitêba Pîroz dibêje, ku ev yek bi saya Padşatiya Xwedê dikare biqewime, û qirara Xwedê ew e, ku hemû merî pêbihesin derheqa vê padşatiyê û qirara Xwedê seva me (Zebûr 37:11, 29; Îşaya 9:7).

Xwedê dixwaze, wekî em karê bistînin.

Mîna bavekî baş, ku tenê qenciyê zarêd xwera dixwaze, Bavê meyî ezmana jî dixwaze, wekî em heta-hetayê bextewar bin (Îşaya 48:17, 18). Yahowa soz dide, kî ku “emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17).

Xwedê dixwaze, wekî em bi rêberiya wî bijîn.

Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku efirandarê me dixwaze “rêyêd xwe hînî me bike”, wekî em bikaribin li ser wê rê herin, kîjan ku ew mera nîşan dike, dêmek bi rêberiya Yahowa bijîn (Îşaya 2:2, 3). Yahowa cimeteke usa saz kiriye, yê ku “navê wî hildine ser xwe”, seva ku qirara wî li ser erdê eyan kin (Karêd Şandiya 15:14).

Xwedê dixwaze, wekî em bi yektî wîra qulix kin.

Bi saya wê yekê ku em rast Yahowara qulix dikin, em bi hezkirina hindava hev dibine yek (Yûhenna 13:35). Lê kî roja îroyîn hemû ciya hîn dike meriya, wekî ça bi yektî Xwedêra qulix kin? Em we teglîf dikin caba vê pirsê ji vê broşûrê pêbihesin.