Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 1

Şahidên Yehowa însanên çawa ne?

Şahidên Yehowa însanên çawa ne?

Danmark

Taywan

Venezuela

Hindistan

Eceba ji nasên we qet Şahidên Yehowa hene? Ji cîranên we, hevalên we yên mektebê û hevalên ku hûn pê re dixebitin, belkî hinek Şahidên Yehowa ne. Belkî jî, me bi we re di heqê Kitêba Pîroz de sohbet kiriye. Dibe ku we mereq kiribe, em kî ne û çima em bi însanan re li ser îmana xwe qise dikin.

Em însanên bi temamî normal in. Erf û edetên me, kultur û şertên heyata me, ne wekî hev in. Ji me hin kes berê mensûbên dînekî din bûn. Me hinekan jî qet bi Xwedê îman nedianî. Feqet dîsa jî beriya ku em gişt bibin Şahidê Yehowa, me bi dîqet Kitêba Pîroz tetkîk kir. Em elimîn ku Kitêba Pîroz çi dibêje (Karên Şandiyan 17:11). Em bi rastiya tiştên ku elimîn, tam emîn bûn. Loma me qirara xwe ya şexsî da û xwest, ku em ji Yehowa Xweda re îbadetê bikin.

Em ji tetkîkkirina Kitêba Pîroz gelek feydeyan dibînin. Wekî her kesî problem û kêmasiyên me yên şexsî jî hene. Em gerek di heqê wan de werin der. Feqet me di heyata xwe de li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket kir. Paşê me dît ku qalîteyê heyata me bi şikilekî pirr zelal bilindtir bû (Zebûr 128:1, 2). Loma em dixwazin wan malûmatên bi feyde, yên ku em ji Kitêba Pîroz elimîne, bi însanên din re jî parve bikin.

Em heyata xwe li gor standardên Xwedê dewam dikin. Ev standardên ku em ji Kitêba Pîroz elimîne ji me re yardim dikin ku em bi hizûr bin û hurmetê ji kesên din re nîşan bidin. Ew standard wekî din jî, di me de wesfên ji bo pêşxistina duristî û xêrxwaziyê tînin meydanê. Em bi saya vê yekê ji însanan re dibin kesên bi feyde û bi bereket. Ev standard, ji bo hizûra aîleyê û xisûsên exlaqî jî, yardimeke pirr muhîm didin me. Çimkî em dizanin ku “li ba Xwedê xatirgirtin tune”. Loma em bi xûşk û birayên xwe re yekîtiyeke înternasyonal tînin meydanê. Di nav me de, qet cihêtiyeke etnîk an jî veqetîneke siyasî tune. Wekî ku tê dîtin, her çiqas em însanên normal bin jî, em qewmeke bêemsal tînin meydanê (Karên Şandiyan 4:13; 10:34, 35).

  • Ortaxtiya di navbera Şahidên Yehowa û însanên din de çi ye?

  • Şahidên Yehowa bi saya tiştên ku ji Kitêba Pîroz dielimin, dibin însanên çawa?