Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 3

Heqîqetên di Kitêba Pîroz de çawa ji nû ve hatin kifşkirin?

Heqîqetên di Kitêba Pîroz de çawa ji nû ve hatin kifşkirin?

Tetkîkkarên Kitêba Pîroz, salên 1870

Di zimanê Îngilîzî de, hijmara yekemîn a kovara bi navê The Watchtower (Qûleya Çavdêriyê), sal 1879

The Watchtower (Qûleya Çavdêriyê), ya îroyîn

Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku piştî mirina wî, di nav mesîhiyên pêşî de, wê muelimên sexte derketana meydanê. Wan kesan wê heqîqetên di Kitêba Pîroz de şaş bikira (Karên Şandiyan 20:29, 30). Bi rastî jî, ev yek eynî wer çêbû! Van muelimên sexte elimandinên Mesîh û îbadetên pûtperestî bi nav hev xistin û wan bi vî şikilî Mesîhiyet xera kir (2. Tîmotêyos 4:3, 4). Madem hal werg e, eceba em îro çawa dikarin emîn bibin ku me malûmatên Kitêba Pîroz rast fam kirine?

Zemanê ku Yehowa Xweda heqîqet wê derxista meydanê êdî hatibû. Xwedê beriya sedsalan ji bo “zemanê dawî” ev malûmat dabû: “Zanîna heqîqî wê bi ser re birije” (Danîêl 12:4, WDN). Di sala 1870-ê de, komeke biçûk a ku li heqîqetê digeriya, tiştek ferq kir. Wan ferq kir ku gelek tiştên di kilîseyan de tên elimandin, di esasê xwe de ne li gor ilmê Kitêba Pîroz in. Loma wan ji bo ku fam bikin Kitêba Pîroz di esasê xwe de çi dielimîne, dest bi tetkîkê kir. Yehowa Xweda jî ji wan re yardim kir ku ew famkirineke kûr qezenc bikin.

Wan bi şikilekî samîmî û bi dîqet Kitêba Pîroz tetkîk kir. Em jî wî metodê ku wê komê ji bo tetkîkkirina Kitêba Pîroz îcad kiriye, hê îro jî dişixulînin. Wan kesan Kitêba Pîroz qisim bi qisim tetkîk kir. Van tetkîkkaran carna ji bo famkirina tiştekî di Kitêba Pîroz de zehmetî dikişand. Loma ew dişixulin ku wî tiştî bi ayetên din re jî muqayese bikin û mana wî rind fam bikin. Wî zemanî gava ew digihîştin netîceyeke ku bi malûmatên Kitêba Pîroz ên din re tam di ahengê de ye jî, wan ev tişt dinivîsîn û qeyd dikirin. Wan tetkîkkaran îzin dida ku Kitêba Pîroz xwe bi xwe îzah bike. Û wan bi vî şikilî heqîqetên di heqê Navê Xwedê û Padîşahiya wî de, di heqê însanan û plana wî ya li ser rûyê erdê de, di heqê halê miriyan û umîdê qiyametê de, ji nû ve kifş kirin. Ew bi saya van tetkîkên xwe ji gelek îbadet û edetên şaş xilas bûn (Yûhenna 8:31, 32).

Di sala 1879-an de, Tetkîkkarên Kitêba Pîroz fam kirin ku êdî wext hatiye. Ev zanîn gerek ji însanên din re jî bihatana îlankirin. Wan dest pê kir kovara bi navê The Watchtower Announcing Jehovah’s Kingdom (Qûleya Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa, ya li ezmanan îlan dike) derxist. Em îro heqîqetên di Kitêba Pîroz de, li 240 welat û memleketî di zêdetirî 750 zimanî de îlan dikin. Bi navgîniya vê yekê wehda Xwedê bi şikilekî pirr bi tesîr hat cih û zanîna heqîqî bi ser re rijiya!

  • Piştî ku Îsa Mesîh mir, heqîqetên Kitêba Pîroz çawa hatin guhertin?

  • Me çawa karî ku ji nû ve heqîqetên Kitêba Pîroz kifş bikin?