Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 4

Me Wergera Dinyaya Nû ji bo çi hazir kir?

Me Wergera Dinyaya Nû ji bo çi hazir kir?

Komara demokratîk a Kongo

Rwanda

Di fragmana Symmachus a ku aîdî piştî zayînê sedsala 3 an 4-an e de, navê Yehowa di Zebûr 69:31-ê de, derbas dibe.

Me Şahidên Yehowa bi gelek salan tercûmeyên Kitêba Pîroz, ên çeşîd bi çeşîd hem xwendin, hem jî çap kirin û belav kirin. Feqet em paşê fikirîn û em pê hesîn ku hazirkirina tercûmeyeke nû lazim e. Me xwest ku însan bikarin bi vê tercûmeyê “zanîna rastiyê” wekî ku Xwedê dixwaze, rihet û tam bistînin (1. Tîmotêyos 2:3, 4). Loma me dest pê kir di sala 1950-î de, New World Translation (Wergera Dinyaya Nû) qisim bi qisim derxist. Ew tercûme pêşî bi Îngilîziya modern û şikilekî tam li gor metnên esil pirr sadiq hat tercûmekirin. Ew heta îro ji netîceya xebatên ji dil, li bêtirî 130 zimanên din jî, hatiye tercûmekirin.

Tercûmeyeke ku gerek rihet bihata famkirin, lazim bû. Her ku wext derbas dibe, ziman tên guhertin. Loma gelek îfadeyên di tercûmeyên kevn de jî, êdî nayên şixulandin an jî çetin tên famkirin. Wekî din jî paşê destnivîsên hê kevntir hatin kifşkirin. Ew destnivîs metnê orjînal bi şikilekî rasttir digihînin me. Wan mimkun kir ku malûmatên Kitêba Pîroz hê zelaltir werin famkirin. Ew destnivîs bi zimanên Îbranî, Aramî û Yûnanî hatine qeydkirin.

Tercûmeyeke ku bi gotina Xwedê ve sadiq girêdayî ye, lazim bû. Kesên ku îlhama Xwedê yanî Kitêba Pîroz li zimanên din tercûme dikin, gerek metnê wê neguherin. Ew gerek tim bi şikilê wê yê orjînal ve, girêdayî bimînin. Feqet çi heyf ku îro navê Xwedê yê xisûsî, ji pirraniya tercûmeyên Kitêba Pîroz hatiye derxistin. Ew nav Yehowa ye.

Tercûmeyeke ku nivîskarê Kitêba Pîroz ê heqîqî bi rûmet dike, lazim bû (2. Samûyêl 23:2). Navê Yehowa çawa ku di resimê li jêr de tê dîtin, di tercûmeya New World Translation (Wergera Dinyaya Nû) de jî, wekî yê metnên orjînal hatiye nivîsîn. Ev nav di destnivîsên herî kevn de, teqrîben 7000 caran derbas dibe (Zebûr 83:18). Ev tercûme meyweyeke ji netîceya xebatên pirr bi dîqet e û xebata li ser wê gelek salan dewam kiriye. Ew hem rihet tê xwendin û hem jî fikirên Xwedê bi şikilekî zelal îfade dike. Belkî di zimanê we de New World Translation (Wergera Dinyaya Nû) tune. Ancax qet ferq nake, hûn dikarin ji xwe re bikin edet û gotina Yehowa Xweda her roj bixwînin (Yêşû 1:8; Zebûr 1:2, 3).

  • Ji bo çi sebebê îhtiyaç bi hazirkirina tercûmeyeke nû, ya Kitêba Pîroz hat dîtin?

  • Kesekî ku bixwaze xwestina Xwedê bielime, gerek her roj çi bike?