Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 6

Çima pirr muhîm e ku em bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re top bibin?

Çima pirr muhîm e ku em bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re top bibin?

Madagaskar

Norweç

Libnan

Îtalya

Li ser rûyê erdê ne ba, ne firtone û ne jî riyên çetin, qet nikarin ji Şahidên Yehowa re bibin manî ku ew nerin îbadetên xwe. Ew jî wekî her kesî çetinahiyên heyatê û zehmetên rojê dikişînin. Eceba ew çima evqas zêde xîret dikin ku bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re li hev top bibin?

Ji bo ku em bikarin di heqê çetinahiyên heyatê de werin der, ev yek ji me re yardim dike. Pawlos ji birayên xwe yên cemaetê re nivîsî ku ew “hay ji hev hebin” (Îbranî 10:24). Wî bi vê îfadeyê dixwest ku bibêje, em gerek hevdû ji nêzîk ve nas bikin û li hevdû xwedî derkevin. Em aîle û kesên di cemaeta xwe de, pirr ji nêzîk ve nas dikin. Bi vî şikilî em dikarin bibînin ku problemên wan jî wekî yên me bûne, feqet ew di heqê problemên xwe de hatine der. Loma ew dikarin ji me re yardim bikin.

Ji bo ku em hevaltiyên saxlem girê bidin, ev yek ji me re yardim dike. Kesên ku em bi wan re di îbadetên xwe de, tên cem hev, ji bo me zêdetirî nasekî normal in. Ew hevalên me yên nêzîk in. Em ne tenê di îbadetan de, feqet wekî din jî bi wan re zemanê xwe derbas dikin. Em bi saya vê yekê qîmeta hevdû hê zêdetir fam dikin û di navbera me de girêka hezkirinê xurt dibe. Gava problemeke birayekî me hebe, em hema terin yardima wî. Çimkî bi wî re hevaltiyeke me, ya saxlem heye (Methelokên Silêman 17:17). Em di cemaeta xwe de, bi her kesî re wextê derbas dikin. Em bi vî şikilî nîşan didin ku em “bi eynî pîvanê xema hev dixwin” (1. Korîntî 12:25, 26).

Eger hûn bi kesên ku îradeya Xwedê tînin cih re hevaltiyê bikin, ev yek ji bo qezenca we ye. Hûn dikarin heval û dostên weha di nav Şahidên Yehowa de bibînin. Îzinê nedin ku ev îrtibata bi qîmet ji destê we bifilite.

  • Eger em di îbadetan de li hev top bibin, çi qezenca vê yekê ji me re çêdibe?

  • Hûn kîjan wextê dixwazin kesên ku di cemaeta me de ne, nas bikin?