Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 6

Topbûn û Hevaltiya Me Tevî Xûşk-Bira Çi Karê Dide Me?

Topbûn û Hevaltiya Me Tevî Xûşk-Bira Çi Karê Dide Me?

Madageskar

Norwejî

Lubnan

Îtalya

Dixwazî berf be yan bager be, yan paşî xebatê westiyayî bin, yeke em diçine civata xwe, tu çetinayî nikare riya me bigire. Lê zanî çira Şedêd Yahowa haqas qewat xerc di­kin, wekî timê tevî xûşk-birêd xwe top bin?

Ev yek seva halxweşiya me baş e. “Bona hevdu xem bikin”, vira Pawlos xeber dide derheqa xûşk-birêd me, tevî kîjana em li ser civînê timê top dibin (Îbranî 10:24). Ev giliyêd Pawlos usa jî tê hesabê, ku em gerekê nasiya xwe bidine hev. Bi vê yekê Pawlos hêlana dide me, wekî em usa jî hi­mberî hev dilovan bin. Çaxê em nasiya xwe didine xûşkekê yan birakî me, em tê derdixin ku problêmêd wan jî mîna yê me ne, û çaxê em ji wan pêdihesin ku ça ewana hêsa problêmêd xwe safî dikin, em jî qewî dibin û hêsa ber çetinaya teyax dikin.

Bi saya vê yekê hevaltiya qayîm saz dibe. Li civatê em top dibin ne ku ça tevî nasêd xwe, lê tevî hevalêd xweye nêzîk. Em usa jî wede dibînin, wekî tevî xûşk-bira hêsa bin û karê bidine hev. Bi saya vê yekê em hîn dibin hê zêde hev qîmet kin, û hezkirina me jî hindava hev hê zêde dibe. Lema, çaxê xûşkek yan birakî me di çetinayêda ne, em bi dil û can dixwazin alî wan bikin, çimkî hindava me îda hevaltiya qayîm saz bûye (Metelok 17:17). Bi vê yekê ku em tevî hemû xûşk û bira top dibin û hevaltiyê dikin, em nîşan dikin ku em “ji hevdura şewat” in (1 Korintî 12:25, 26).

Em hêlana didine te, wekî tu xwera bijbêrî wan hevala, yêd ku qirara Xwedê diqedînin. Hevalêd usa tuyê nava Şedêd Yahowa bibînî. Lema jî îzinê nede tu kesî, wekî rê te bigirin ku tevî me hevaltiyê bikî.

  • Çira topbûn û hevaltiya me tevî xûşk birêd me, karê dikare mera bîne?

  • Tu kengê dixwazî bêyî li ser civîna me?