Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 7

Ça Derbaz Dibin Civatêd Me?

Ça Derbaz Dibin Civatêd Me?

Zelanda Nû

Japonya

Ûganda

Lîtova

Mesîhiyêd pêşin civatêd xwe derbaz dikirin heçî zef pê kilama, duakirina, xwendin û şirovekirina nivîsarê (1 Korintî 14:26). Civatêd me jî hema usa derbaz dibin.

Rêberî li ser hîmê Kitêba Pîroz in û kirdarî ne. Şemiyê yan ledê, derbaz dibe civat, li ser kîjanî nava 30 deqa tuyê bibihêyî kelm li ser hîmê Kitêba Pîroz. Di van kelmada tê şirovekirinê, wekî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa rojêd îroyîn û emirê me. Her kes li civînê têne hêlandayînê, wekî xwexa jî Kitêba Pîroz vekin û dîna xwe bidine nivîsarê. Paşî vê kelma 30 deqeyî, nava sihetekê Hînbûna “Birca Qerewiliyê” derbaz dibe. Wedê vê hînbûnê her kes dikare caba xwe bide derheqa têmê, ku ji jûrnala “Birca Qerewiliyê” seva hînbûnê tê hildanê. Ev civata pê pirs û caba, alî me dike em hîn bin rêberiya ji Kitêba Pîroz bidin xebatê. Hemû ciya nav temamiya dinyayê weke di 110 000 civatada, têmêd ji “Birca Qerewiliyê” yêd ku her heftiyê derbaz dibin, yek in.

Li ser civata em hîn dibin çawa hê baş dersdartiyê bikin. Nava heftiyê, xêncî şemiyê yan ledê, em dîsa rojekê top dibin û civatê derbaz dikin. Ev civat îda li ser sê para parevedibe. Pêşiyê nava 30 deqa Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda derbaz dibe. Ev pê pirs û caba derbaz dibe û alî me dike, wekî em pêxembertî û prînsîpêd ji Kitêba Pîroz hê rind fem bikin. Paşê nava 30 deqa Mekteba Dannasînkirinê derbaz dibe. Mekteba Dannasînkirinê destpêdibe bi şirovekirina parek ji Kitêba Pîroz, yê ku xûşk û bira îda pêşda xwendine û hazir kirine. Paşî vê yekê hine şagirt, yêd ku xwe di vê Mektebêda nivîsîbûn, pê dersa derdikevin. Şîretkar jî dîna xwe didê, hela ça dikare alî wan şagirta bike, wekî ewana xwendin û di hînkirinêda hê pêşda herin (1 Tîmotêyo 4:13). Xilaziyê, nava 30 deqa Qulixikirina Meye Padşatiyê derbaz dibe. Qulixikirina meye Padşatiyê jî derbaz dibe bi kelma, nîşandayîna û bi qisekirinê. Bi saya vê civatê em hîn dibin hê rind Kitêba Pîroz derbazî merivêd din bikin.

Çaxê tu bêyî li ser civatêd me,bêyî şik tuyê eseyî texmîn kî, ku ev hînkirina Kitêba Pîroz yê ku li vir tê derbaz kirinê, çiqas baş, rast û kêrhatî ye (Îşaya 54:13).

  • Li ser civatêd Şedêd Yahowa tuyê çi bibihêy?

  • Careke din tu li ser kîjan ji van civata dixwazî bêyî?