Serê 10
Çi ye Qulixkirina Tevî Malbetê?
Korêya Başûrê
Brazîlya
Avstralya
Gîneya
Hela hê berê jî Xwedê dixwest ku neferêd malê timê tevayî wede derbaz kin, seva ku heleqetiya xwe hindawa hevdu û Yahowa bişidînin (Qanûna Ducarî 6:
Wedê qulixkirina tevî malbetê, em nêzîkî Yahowa dibin. “Nêzîkî Xwedê bibin, û ewê nêzîkî we bibe!” (Aqûb 4:8). Çaxê em ji Kitêba Pîroz pêdihesin derheqa xeyset-hunur û karêd Xwedê, wî çaxî em hê rind wî nas dikin û hê nêzîkî wî dibin. Em dikarin hêsa destpêkin qulixkirina tevî malbetê bi saya xwendina Kitêba Pîroz tevayî, û hê baş be pê bernemê xwendina Kitêba Pîroz ji Mekteba Dannasînkirinê bixûnin. wedê xwendinê eseyî nîne wekî tenê yek bixûne yêd din bibihên, gişk dikarin pey hevra bixûnin, lê paşê her kes dikare bêje ew ji Kitêba Pîroz çi hîn bû.
Wedê qulixkirina tevî malbetê em nêzîkî hevdu dibin. Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz tevî malbetê, heleqetiya orta mêr û jin, yan dê-bav û zara hê baş dibe. Ev roj, çaxê hînbûna tevî malbetê derbaz dibe, rojeke gelek şa ye seva her kesê di malbetêda û her kes bi şabûnê hîviya vê rojê ye. Dê û bav salêd zarêd xwe didine hesabê û têmekê seva wan dijbêrin, mesele ji jûrnala “Birca Qerewiliyê”, “Hişyar Bin!”, yan jî ji malpera me jw.org. Hûn dikarin xeber din derheqa wan çetinaya, yêd ku rastî zarêd we tên, mesele derheqa çetinayêd di mektebêda. Paşê wana hîn kin, çawa ewan çetinaya safî kin. Usa jî hûn dikarin kilama ku li civatê wê bistirên, pêşda malda hazir bin ku bistirên. Hin jî, paşî qulixkirina tevî malbetê, hûn dikarin hewas xwera wede derbaz kin û hinekî hêsa bin.
Ev wedê mexsûs, yê ku hûn her heftiyê seva qulixkirina Yahowara tevî malbetê derbaz dikin, wê alî we bike ku di Xebera Xwedêda karê bibînin. Yahowa kirêd we wê bişêkirîne û eseyî wê keremêd xwe li ser we bibarîne (Zebûr 1:1-3).
Çira em wede dibînin, seva ku tevî malbetê Xwedêra qulix kin?
Çi cûreyî dê-bav dikarin roja qulixkirina tevî malbetê usa derbaz kin, wekî zarara hewas be?