Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 12

Şixulê Dannasînkirina Mizgîniyê Çawa Tê Sazkirin û Rêberîkirinê?

Şixulê Dannasînkirina Mizgîniyê Çawa Tê Sazkirin û Rêberîkirinê?

Îspanya

Bêlorûsya

Hon-Kong

Pêrû

Pêşiya mirinê Îsa şagirtêd xwera giliyêd usa gotibû: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). Lê gelo çawa ev şixulê dannasînkirinê wê bê kirinê? Eva şixula mezin tenê bi saya vê yekê dikare bê kirinê, heger em çev bidine Îsa Mesîh (Lûqa 8:1).

Em dannasîn dikin meriyara di malêd wanda. Îsa Mesîh hîn dikir şagirtêd xwe, wekî ewana dannasîn bikin mal bi mal (Metta 10:11-13; Karêd Şandiya 5:42; 20:20). Di qurna yekêda, her dannasînkarekîra hatibû dayînê û kifş kirinê cî, kîderê ku ewî gerekê dannasîn kira (Metta 10:5, 6; 2 Korintî 10:13). Îro jî şixulê dannasînkirinê rind tê rêberî kirinê. Mesele her civatara tê dayînê cî, yan mehele, kîderê ku ewana gerekê dannasîn bikin. Bi saya vê yekê em dikarin fermana Îsa Mesîh biqedînin, dêmek hemû cimetara “dannasîn kin û şedetiyê bidin” (Karêd Şandiya 10:42).

Em dannasîn dikin li wan hemû ciya, kîderê ku meriv hene. Îsa Mesîh dîsa di vê yekêda mera meseleke baş e, ku ewî dannasîn dikir li wan ciya, kîderê ku meriv top dibûn. Mesele li ber devê berê, yan jî di gundada (Marqos 4:1; Yûhenna 4:5-15). Em jî dannasîn dikin li wan hemû ciya, kîderê ku merî hene. Mesele, li kûçê, li baxçê, li ciyê xebata meriya, yan jî bi têlêfonê. Em usa jî, çaxê mecal heye, dannasîn dikin cînarêd xwera, bira-picmamêd xwera, wanra em tevî kê dixebitin yan jî hîn dibin. Bi saya van hemû şixulkariya me, em dikarin bi mîlyona meriyara mizgîniya “xilaz kirina...bidin bihîstin!” (Zebûr 96:2).

Hela dişirmîş be, teyê kêra bikaribûya dannasîn kira, derheqa mizgîniya padşatiyê, û şirovekira ku ev mizgînî çi karê wê wanra bîne di axiriyêda? Em hêlana didine te, evê mizgîniyê ji meriya veneşêrî, lê dewsê bela kî, derbazî meriva bikî!

  • “Mizgînî” derheqa çi, gerekê bê belakirinê?

  • Ça Şedêd Yahowa, derheqa dannasînkirinê çev didine Îsa Mesîh?