Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 13

Çi Tê Hesabê Pêşeng?

Çi Tê Hesabê Pêşeng?

Kanada

Mal bi mal

Hînbûna Kitêba Pîroz

Hînbûna Kitêba Pîroze şexsî

“Pêşeng”, tê gotinê li ser wan meriva yêd ku pêşiyê diçin û rê vedikin, seva ku yêd dinê bikaribin derbaz bin. Îsa jî awa gotî pêşeng bû, çimkî ev hate şandinê li ser erdê, wekî qulix ke û bi vê yekê seva xilazbûnê rê veke (Metta 20:28). Lema jî ewêd ku pey Îsa diçin, çev didine wî û gele wede xerc dikin seva ku meriya “bikin şagirtêd” wî (Metta 28:19, 20). Hinek merî di vê qulixkirinêda nin, ya ku em qulixkirina pêşengî dibêjin.

Dannasînkarê hertim. Hemû Şedêd Yahowa mizgîniya xêrê bela dikin. Hineka ji wan safî kirine, wekî ça pêşengêd hertim qulix kin, û mehê weke 70 siheta dannasîn bikin. Seva vê yekê wana safî kir kêm bixebitin. Hineka jî safî kirin qulix kin ça pêşengêd mexsûs, seva ku li wan ciya dannasîn bikin, kîderê hewce ye. Û her meha ewana 130 siheta zêdetir dannasîn dikin. Ev pêşeng pey hebûnê nakevin û bi emirekî hêsa dijîn, û gumana wan ew e, ku Yahowa derheqa hewcêd wan wê xem bike (Metta 6:31-33; 1 Tîmotêyo 6:6-8). Ew kî nikare qulix ke ça pêşengê hertim, dikare ça pêşengê komekdar qulix ke, û mehê weke 30 yan 50 siheta dannasîn ke.

Pêşeng evê yekê ji bo hezkirina xwe hindava Xwedê û meriya dikin. Mîna Îsa Mesîh, em jî fem dikin ku seva meriya gelek ferz e, pêbihesin derheqa Xwedê û qirara wî (Marqos 6:34). Cem me heye zanebûneke usa, ya ku îda îro dikare alî meriva bike, û hin jî gumana wan derheqa axiriyê hê qewî ke. Ji bo hezkirina hindava meriya, pêşeng bi merdanî hemû wedê xwe û qewata xwe didine wê yekê, seva ku alî meriva bikin mizgîniya xêrê pêbihesin (Metta 22:39; 1 Têsalonîkî 2:8). Bi saya vê yekê baweriya wan hê qewî dibe, ewana hê nêzîkî Xwedê dibin, lema jî ewana bextewar in (Karêd Şandiya 20:35).

  • Çi tê hesabê xebera «pêşeng”?

  • Ji bo kîjan menî pêşengêd hertim dannasîn dikin?