Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 17

Nazirên herêmê çawa ji me re yardim dikin?

Nazirên herêmê çawa ji me re yardim dikin?

Malawî

Beriya Mizgîndayînê

Di wexta Mizgîndayînê de

Kal li hev top bûne

Di Kitêba Pîroz de gelek caran behsa Barnabas û Pawlos tê kirin. Ew bi sifatê nazirên herêmê diçûn ziyareta cemaetên wî zemanî. Çimkî ew bi dil û can li rindiya xûşk û birayên xwe, yên hemîman eleqedar dibûn. Pawlos ji Barnabas re weha gotibû: “Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xûşk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.” Ew ji bo ku îmana birayan saxlem bike, ji dil hazir bû ku bi sedan kîlometre rê rêve here (Karên Şandiyan 15:36). Îro jî arzûya nazirên herêmê eynî ye.

Ji bo ku cesaret û xîretê bidin me, tên cemaetan. Her nazirê herêmê di salê de du caran tere ziyareta teqrîben 20 cemaetan. Ew di her cemaetekê de, hefteyekê dimîne. Em dikarin hem ji tecrûbeyên van birayan û hem jî, eger zewicî bin, ji yên jina wan gelek feydeyê bigirin. Ew dixebitin ku her kesê di cemaetê de, ha gênc be û ha jî ku pîr be, giştan nas bikin. Wekî din, ew dişixulin bi me re herin Mizgîniyê û tev li tetkîkên me yên Kitêba Pîroz jî bibin. Ev nazir bi kalên cemaetê re terin ziyareta şivantiyê jî. Nazir hem di îbadetên cemaetê de, hem jî di kongreyan de, bi gotarên ku teqdîm dikin, îmana me saxlem dikin (Karên Şandiyan 15:35).

Li her kesê ku di cemaetê de ye, eleqedar dibin. Nazirên herêmê ji nêzîk ve li durima ruhî ya cemaetê eleqedar dibin. Ew, bi kal û alîkarên xizmetê re hevdîtinê dikin û paşê kontrol dikin ku di cemaetê de pêşveçûneke çawa hatiye qeydkirin. Nazirê herêmê wê çaxê hin tewsiyeyan dide wan ku kal û Yardimkarên Xizmetê çawa bikarin mesûliyeta xwe weynin cih. Ew ji pêşengan re jî yardim dike ku ew çawa bikarin, di îşê Mizgîniyê de zêdetir bi tesîr bin. Nazirên herêmê kesên ku nû tên cemaetê nas dikin û gava dibînin ku ew ji aliyê ruhî ve çawa bi pêş dikevin jî, pirr şa dibin. Ev birayên hanê hevkarê me ne ku ji bo xêra me dixebitin (2. Korîntî 8:23). Ew bi îman û sedeqata xwe ya ji Xwedê re, ji bo me dibin emsal (Îbranî 13:7).

  • Nazirên herêmê ji bo çi terin ziyareta cemaetan?

  • Hûn çawa dikarin ji ziyaretên nazirên herêmê feydeyê bigirin?