Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 17

Ça Berpirsiyarêd Mihalê Alî Me Dikin?

Ça Berpirsiyarêd Mihalê Alî Me Dikin?

Malavî

Koma dannasînkirinê

Dannasînkirin

Civat seva rûspiya

Di Mizgîniyêda gele car, tê gilîkirinê derheqa Barnabas û Pawlosê şandî. Wana qulix dikir ça berpirsiyarêd rêwî, û teseliya civata dikirin. Ewana bi dil û can xem dikirin, wekî birayêd civata, di ruhanîda pêşida herin. Carekê Pawlos gote Barnabas, “were em vegerin serîkî bidine wan xûşk-bira” (Karêd Şandiya 15:36). Roja îroyîn jî merema berpirsiyarêd mihalê dîsa ew e, wekî civat di ruhanîda pêşda herin.

Berpirsiyarêd mihalê tên wekî me bişidînin. Her berpirsiyarê mihalê teseliya bîst civata dike, û salê du cara tevî her yek ji van civata, heftêkî qulix dike. Bi rastiyê jî em ji berpirsiyarêd mihalê û heger ew zewicîne ji kulfetêd wan jî, gele dişidin û kareke mezin distînin. Ewana tevî cahila û hin jî tevî yêd emirada, dibine nas. Ewana dibine heval-xebatêd me di şixulê dannasînkirinêda û di hînkirina Kitêba Pîrozda. Berpirsiyar tevî rûspiya şivantiyê dikin, û bi têmêd hewas, yêd ku ewana derbazî me dikin li ser civata û civatêd mezin, me qevî dikin (Karêd Şandiya 15:35).

Berpirsiyarêd mihalê hindava hemûyada dilovan in. Ewana gele xem dikin, wekî civat di ruhanîda pêşda here. Ewana tevî rûspî û berdestiyêd civatê dicivin û tevayî derheqa pêşdaçûyîna civatê dişêwirin, û berpirsiyar şîretêd lazim bona cabdariya wan didine wan. Usa jî berpirsiyarêd rêwî alî pêşenga dikin, wekî ewana di qulixkirina xweda pêşda herin. Ewana nasiya xwe didine wan meriya, yêd ku teze hatine civatê û pêdihesin derheqa pêşdaçûyîna wan. Berpirsiyarêd mihalê di hindava hemûyada dilovan in û ewana bi rastiyê jî “heval û xebatkarê” me ne (2 Korintî 8:23). Were em ji baweriya wan û aminiya wan, meselê xwera hildin (Îbranî 13:7).

  • Bi çi meremî berpirsiyarêd mihalê teseliya civata dikin?

  • Ça tu dikarî ji berpirsiyarêd mihalê karê bistînî?