Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 19

Kî ye “Xulamê Amin û Serwaxt”?

Kî ye “Xulamê Amin û Serwaxt”?

Em gişk ji xwarina xweye ruhanî karê distînin

Pêşiya mirina xwe Îsa Mesîh tevî şagirtêd xwe, Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis başqe xeber da. Çaxê Îsa wanara şirovedikir nîşana hatina xweye di rojêd paşinda, ewî pirseke gele ferz da wan: “Awa kî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?” (Metta 24:3, 45; Marqos 13:3, 4). Axa, ev heye Îsa Mesîh. Dêmek Îsa soz dide şagirtêd xwe ku eseyî wê hine kesa bijbêre, ku di rojêd axiriyêda xwarina ruhanî wextda bidine wan. Lê derheqa kîjan xwarinê Îsa xeber dide? Li vir Îsa xeber nade derheqa nan-xwarina her rojî. Îsa xwarinê beramberî zanebûna derheqa Xwedê dike. Lê kî ye ew xulam, ku gerekê zanebûna derheqa Xwedê wextda bida şagirtêd Îsa?

Ev hene komeke biçûk ji şagirtêd Îsa, yê ku kifşkirî ne. “Xulam” hemû qulixkarêd Yahowara wextda xwarina ruhanî dide. Em ji xulam hewce ne ku “wextda xwarina” ruhanî bistînin (Lûqa 12:42).

Xulam miqatî qulixkarêd Yahowa dibe û rêberiyê dide wana. (1 Tîmotêyo 3:15) Çimkî parek ji teşkîleta Yahowa li ser erdê ye, lema Îsa Mesîh şixulekî ferz da xulam, wekî ewana rêberiya şixulê vê para teşkîletê bikin. Dêmek xem bikin derheqa xercêd teşkîletê, rêberiya şixulê dannasînkirinê bikin, û me hîn bikin bi saya civata. Lema jî, “xulamê amin û serwaxt”, seva ku hemû tiştî çi ku mera lazim e û çaxê lazim e bide me, bela dike xwarina ruhanî bi edebyeta ku em wedê qulixkirinê didine xebatê, usa jî bi saya hînkirinê ku em li ser civata û civatêd mezin distînin.

Xulam hindava rastiya Kitêba Pîroz û hin jî hindava şixulêd dannasînkirina mizgîniya xêrê, amin e. Bi rastiyê jî, ewana bi serwaxtiyê xem dikin derheqa hebûn û hemû tiştêd Îsa Mesîh li ser erdê (Karêd Şandiya 10:42). Yahowa kerem dike şixulê wan pê bereketkirina xwarina ruhanî û pê zêdekirina Şedêd Yahowa (Îşaya 60:22; 65:13).

  • Îsa kî kifş kir, seva ku xwarina ruhanî bide şagirtêd wî?

  • Xulamê amin û serwaxt, çida amin û serwaxt e?