Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 20

Koma Rêberiyê Rojêd Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Koma Rêberiyê Rojêd Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Koma rêberiyê di qurna yekêda

Dixûnin neme ji Koma rêberiyê

IDi qurna yekêda Orşelîmêda, hine mêrêd mesîhî “şandî û berpirsiyar” hebûn, yêd ku ça Koma rêberiyê qulix dikirin. Ewana hemû pirsêd ferz nav civata mesîhiyêd ku rûnkirî bûn, safî dikirin (Karêd Şandiya 15:2). Ewana derheqa hemû pirsa tevî hev dişêwirîn, wekî pêbihesin çika çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa wan pirsa, û bi saya vê yekê ewana di hemû tiştîda bi hevra qayîl dibûn. Bi vê yekê wana dihîşt, ku ruhê Xwedê li ser wan hukum ke (Karêd Şandiya 15:25). Îro jî Koma rêberiyê bi vî cûreyî dike.

Xwedê wana dide xebatê, seva ku qirara xwe bîne serî. Ev birêd ji aliyê Xwedêda kifşkirî, yêd ku di Koma rêberiyêda qulix dikin, di Kitêba Pîrozda gelek kûr dibin û lêkolînê dikin. Lema jî ewana di şixulê xweda gelek cêribandî ne û rind zanin ça em dikarin şixulê xwe rind bikin, û pirsêd ruhanî jî gelek rind şirovedikin. Koma rêberiyê her heftiyê dicivin, seva ku dişirmîş bin derheqa hewcêd biratiya meye hemdinyayê. Ça jî di qurna yekêda dihate kirinê, ewana bi nema, bi berpirsiyarêd mehelî û bi tiştêd mayîn, li ser hîmê Kitêba Pîroz rêberiyê dikin. Ev yek alî cimeta Xwedê dike, wekî fikirêd wan û şixulêd wan yek be (Karêd Şandiya 16:4, 5). Koma rêberiyê miqatî hazirkirina xwarina ruhanî dibe, û hêlana dide hemûşka seva ku şixulê dannasînkirinê cem wan, li ser ciyê pêşin be. Ewana usa jî bona kifşkirina bira li ser cûre-cûre şixula cabdar in.

Koma rêberiyê pey rêberiya Xwedê diçin. Ewana rêberiya Yahowa Xwedayê hemû Zorayiyê digerin, usa jî rêberiya Îsa Mesîh, dêmek serê civatê (1 Korintî 11:3; Efesî 5:23). Tu kes ji Koma rêberiyê, xwe ça serokê cimeta Xwedê hesab nake. Ewana tevî hemû mesîhiyêd rûnkirî “pey Berx [Îsa] diçin, kuda ku ew diçe” (Eyantî 14:4). Koma rêberiyê gele ji me razî ne, çaxê em seva wan û xebata wan dua dikin.

  • Di qurna yekêda, kî di Koma rêberiyêda qulix dikir?

  • Ça roja îroyîn, Koma rêberiyê rêberiya Xwedê digerin?