Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 22

Çi Şixul di Fîlîalêda Tê Kirinê?

Çi Şixul di Fîlîalêda Tê Kirinê?

Giravêd Silêman

Kanada

Afrîkaya Başûrê

Di Beytelêda xûşk-bira cûre-cûre îdarada qulix dikin. Ewana di komêd tercimaniyêda dixebitin, edebyeta neşir dikin, belga hevva dikin û kitêba çêdikin, usa jî edebyeta cî dikin û dipêçin. Hinek jî berhemêd aûdîo û vîdêoyê derdixin, û dîsa cûre-cûre şixul seva welatê xwe dikin. Ewana xem dikin seva pêşdaçûyîna şixulê dannasînkirinê, di welatekîda yan jî çend welatada.

Komîtêya fîlîalê bona şixulkirinê, berpirsiyariyê dike. Koma rêberiyê, şixulê her fîlîalekî tesmîlî Komîtêya fîlîalê dike. Di Komîtêya fîlîalêda, sisê yan hê zêde rûspiyêd maqûl û cêribandî qulix dikin. Komîtêya fîlîalê, elamî Koma rêberiyê dike derheqa pêşdaçûyîn û problêmêd wan welata, seva kîjanî jî ewana cabdar in. Ev elametî, alî Koma rêberiyê dike, wekî safî kin, ku derheqa çi, di edebyetada, civatada û civatêd mezinda gerekê bê şirovekirinê. Wekîlê Koma rêberiyê timê teseliya Beytela dikin, û rêberiyê didine Komîtêya fîlîala, derheqa şixulêd wan (Metelok 11:14). Ew, têma mexsûs hazir dike, û bi vê têmê hemû kesêd ku di Beytelêda qulix dikin, qewî dike.

Alîkarî civatara. Di fîlîalada hene birayêd cabdar, yêd ku qebûl dikin sazkirina civatêd teze. Ewana usa jî rêberiyê didine wan pêşengara, mîsyonêrara û berpirsiyarêd mihalara, yêd ku di wan welatada qulix dikin, bona kîjanî fîlîala wan cabdar e. Ewana usa jî hazir dikin civatêd mezin, û bona avakirina Odêd Civatêd teze cabdariyê dikin, û xem dikin, wekî ew edebyetêd ku civatara lazim in, wanara bêne şandinê. Bi alîkariya van hemû şixula, yêd ku di fîlîalada têne kirinê, şixulê dannasînkirinê rind û bi terbetî tê qedandinê (1 Korintî 14:33, 40).

  • Ça Komîtêya fîlîala alî Koma rêberiyê dike

  • Bona çi fîlîal cabdar e?