Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 24

Pereyên ku ji bo fealiyetên me lazim in, çawa tên temînkirin?

Pereyên ku ji bo fealiyetên me lazim in, çawa tên temînkirin?

Nepal

Togo

Îngilistan

Em her sal bi sedmilyonan Kitêbên Pîroz û weşanên din çap dikin û belav dikin. Feqet em ji bo vî îşî, qet ji kesekî pereyan taleb nakin. Em Salonên Îbadetan û avahiyên Beytelan ava dikin û tamîra wan dikin. Wekî din jî, em îhtiyaçên bi hezaran xebatkarên Beytelan û mizgînvanên wezîfedar temîn dikin. Em ji cihên ku afet lê diqewimin re jî yardimê dişînin. Loma dibe ku hûn vê yekê mereq bikin: “Ev mesref gişt çawa tên temînkirin?”

Em qet bi şikilekî pereyan taleb nakin. Li temamiya dinyayê ji bo îşê me yê belavkirina Mizgîniyê gelek mesref çêdibe. Ancax em ji qet kesekî pereyan taleb nakin. Beriya teqrîben 100 salan di hijmara diduyan a kovara me, ya bi navê Watchtower (Birca Çavdêriyê) de, tiştekî balkêş hatibû nivîsîn. Û me wê wextê gotibû em emîn in ku Yehowa Xweda me destek dike. Loma emê “tu caran ji însanan destekê pars nekin û rica jî nekin”. Ji wê rojê vir ve ye ku em di soza xwe de disekinin! (Metta 10:8).

Em mesrefên xwe bi hîbeyên ji dil tedarek dikin. Ji bo ku em ilmê Kitêba Pîroz bi însanan didin bihîstin, gelek kes vê xîretkêşiya me pirr teqdîr dikin. Ew ji vî îşê me re ji aliyê madî ve yardim dikin û hîbeyan teqdîm dikin. Şahidên Yehowa jî dixwazin ku îradeya Xwedê li ser temamiya dinyayê were cih û ew di vî îşî de bibin xwediyê pareke muhîm. Loma ew zemanê xwe, enerjiya xwe, pereyên xwe û hê gelek îmkanên xwe bi kêfxweşî serf dikin (1. Dîrokan 29:9). Ji bo kesên ku dixwazin hîbeyan bikin, li Salonên Îbadetê û li cihên Kongreyan peredanka hîbeyan heye. Hîbe, bi navgîniya malpera jw.org jî dikarin bên kirin. Di Kitêba Pîroz de tê gotin ku jineke bî, karîbû sirf du polan bavêje peredanka mabedê û Îsa Mesîh pesnê wê dabû. Wekî wê jinikê îro jî pirraniya kesên ku hîbeyan dikin, ne zengîn in (Lûqa 21:1-4). Durima me ya madî çawa dibe bila bibe, em gişt jî dikarin muntezaman “hinek pere top bikin”. Em bi vî şikilî dikarin wek ku me “xistiye dilê xwe” hîbeya xwe teqdîm bikin (1. Korîntî 16:2; 2. Korîntî 9:7).

Gelek kes hene ku dixwazin bi tiştên xwe yên bi qîmet Xwedê bilind bikin. Em emîn in ku Yehowa Xweda dilê wan dide hereketkirin. Ew kes jî îşê belavkirina Mizgîniyê destek dikin û di netîceya vê yekê de îradeya Xwedê tê cih (Methelokên Silêman 3:9).

  • Em ji kîjan aliyî ve ji dînên din cihê ne?

  • Hîbeyên ji dil ji bo çi îşî tên şixulandin?