Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 26

Em çawa dikarin ji bo temîzkirina Salona Îbadetê yardim bikin?

Em çawa dikarin ji bo temîzkirina Salona Îbadetê yardim bikin?

Estonya

Zîmbabwe

Moxolistan

Porto Rîko

Salonên Îbadetan ên Şahidên Yehowa, navê Xwedê temsîl dikin û ew nav pîroz e. Loma em jî dixwazin ku wan tim bi şikilekî temîz û bi nîzam muhafize bikin. Çimkî ev yek hem qisimekî îbadeta me ye û hem jî ji bo me îmtiyazek e. Her kesê ku bixwaze, dikare vî îşî bike.

Însan dikare piştî îbadetê tev li îşê temîzkirinê bibe. Piştî her îbadetekê xûşk û birayên me bi dilxwazî li Salona Îbadetê temîziyeke biçûk dikin. Di hefteyê de carekê jî temîziyeke hê mezintir tê kirin. Kal an jî alîkarekî xizmetê vî îşî îdare dike. Bi genelî lîsteyeke îşê ku gerek were kirin, heye. Li gor durimê zemînê erdê tê malaştin, toz tê temîzkirin, sendelî tên serrastkirin, tuwalet tên temîzkirin û dezenfektekirin. Wekî din jî, pencere û neynik tên temîzkirin, çop tên valakirin û ji aliyê derve û hundir ve dora avahiyê tê temîzkirin. Di salê de herî kêm carekê temîziyeke mezin jî tê kirin. Wexta ku em îşê temîziyê dikin, wezîfeyan didin zarokên xwe jî. Bi vî şikilî ew dielimin ku ji bo cihê îbadeta me, hurmeta xwe nîşan bidin (Waiz 5:1).

Em dikarin ji bo tadîlatên ku tên kirin, yardim bikin. Her sal Salonên Îbadetê ji aliyê hundir û ji aliyê derve di kontroleke mezin re tên derbaskirin. Li gor netîceyên vê kontrolê hin îşên tamîrê yên ku lazim bikin jî, tên kirin. Bi vî şikilî mesrefên fizûlî dernakevin (2. Dîrokan 24:13; 34:10). Ji bo ku însan ji Xwedayê xwe re îbadetê bike, cihê herî minasib ancax Saloneke Îbadetê ye. Em gerek wê temîz bigirin û lê xwedî derkevin. Em ji dil û can vî îşê temîziya salonê dikin. Bi vî şikilî em nîşan didin ku em ji Yehowa Xweda hez dikin û qîmetê didin cihê ku lê îbadetê dikin (Zebûr 122:1). Wekî din jî, em bi vî şikilî di çavê însanan de îtibareke rind teşkîl dikin (2. Korîntî 6:3).

  • Çima gerek em cihê ku lê îbadetê dikin, îhmal nekin?

  • Ji bo ku Salona Îbadetê temîz were hiştin, kîjan fealiyet hatine hazirkirin?