Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 26

Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?

Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?

Êstonya

Zîmbabv

Mongolya

Porto-Rîko

Her Odeke Civata Şedêd Yahowa, navê Xwedêyî pîroz rûmet dike. Lema jî em texmîn dikin ku em gerekê ji hemû aliyava temizaya civatê xwey kin. Ev qedrekî mezin e û hin jî ev pareke ferz e ji qulixkirina meye pîroz. Gişk jî dikarin bikevne nava vî şixulî.

Paşî civatê bi rezedilî odê didine hev. Paşî her civata, xûşk û bira eşq û dil Oda Civatê didine hev û hemû tiştî cîwar dikin. Lê heftê carekê ewana odê hê rind didine hev û temiz dikin. Rûspî yan berdestiyêd civatê rêberiya vî şixulî dikin, û ewana timê dinihêrin wê rêberiyê, kîderê ku nivîsare ça evî şixulî gerekê bikin. Kîderê ça hewce ye, xûşk û bira bi rezedilî hema usa jî dikin. Mesele gêzî dikin, erdê dişon, yan bi mekîna tozhildanê tozê hildidin, kursiya rast dikin, usa jî ewana destavê dişon û dêzînfêksîon dikin, pencere û neynika dişon, gemarê derdixin davêjin, der-dorê civatê temiz dikin û pey baxçe dinihêrin. Lape kêm salê carekê, roj tê kifş kirinê, seva ku bi temamî û hê rind Oda Civatê temiz kin. Em dixwazin, wekî zarêd me jî qîmet kin ciyê qulixkirinê, lema em wanara jî mecalê didin wekî ewana Oda Civatê bidine hev (Waîz 5:1).

Komekdarî bona cûre-cûre şixul. Her sal, Oda Civata hûr bi hûr hindurva û dervava tê nihêrandinê. Bi saya vê nihêrandinê, şixulêd tezekirinê tê kirinê, usa Oda Civatê rind tê xweykirinê û xerc zêde nabin (2 Dîrok 24:13; 34:10). Oda Civatê temiz û rind xweykirî, ciyê layîq e, seva qulix­kirina Xwedêra. Çaxê em Oda Civatê temiz û rind xwey dikin, em didine kifşê ku em Yahowa hez dikin û qîmet dikin ciyê qulixkirina xwe (Zebûr 122:1). Ev yek usa jî rind hukum dibe li ser meriyêd dor-ber (2 Korintî 6:3).

  • Çira em gerekê temiz xwey kin Oda Civatê?

  • Çi tê kirinê seva temizaya Oda Civatê?