Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 27

Însan çawa dikare ji kitêbxaneya Salona Îbadetê feydeyê bistîne?

Însan çawa dikare ji kitêbxaneya Salona Îbadetê feydeyê bistîne?

Îsraêl

Komara Çek

Benîn

Giravên Kaymanê

Eceba hûn dixwazin ku di heqê Kitêba Pîroz de malûmata xwe zêdetir bikin? Hûn mana ayetekê, tiştekî, cihekî yan jî kesekî ku di Kitêba Pîroz de behsa wî tê kirin, qet mereq dikin? Yan jî hûn di heqê qirareke xwe ya şexsî de difikirin û dibêjin: “Eceba Kitêba Pîroz dikare di vê meseleyê de ji min re yardim bike?” Eger hal wer be, hûn dikarin ji kitêbxaneya di Salona Îbadetê de feydeyê bistînin.

Ji bo tetkîkê çavkanî tê de hene. Bi îhtimaleke mezin temamê weşanên ku Şahidên Yehowa di zimanê we de derxistine, li cem we tunin. Feqet li kitêbxaneya di Salona Îbadetê de pirraniya weşanên ku di zemanên dawîn de hatine derxistin tên dîtin. Li hin salonan jî tercûmeyên Kitêba Pîroz ên çeşîd bi çeşîd hene. Wekî din, ferhengeke rind û hê hinek çavkaniyên din jî tên dîtin. Hûn dikarin beriya ku îbadet dest pê bike, yan jî piştî îbadetê, kitêbxaneyê bişixulînin. Eger kompîturek hebe, belkî Watchtower Library tê de hatiye qeydkirin. Di hundirê vê programê de pirraniya weşanên me mewcûd in. Hûn bi navgîniya şixulandina xisûsiyeta lêgerînê, dikarin di heqê her mesele, kelîme yan jî ayetekê de bi rihetî tetkîk bikin.

Ji bo xwendekarên Civîna Jiyan û Xizmetê bifeyde ye. Gava hûn ji bo wezîfeyên xwe haziriyê dikin, hûn dikarin kitêbxaneya Salona Îbadetê bi kar bînin. Mesûlê kitêbxaneyê nazirê Civîna Jiyan û Xizmetê ye. Ew tedarek dike ku kitêbxane bi tertîb were hiştin û weşanên ku nû derdikevin li ser wê werin zêdekirin. Ew nazir, an jî Şahidê Yehowa yê ku hûn pê re Kitêba Pîroz tetkîk dikin, dikarin we bielimînin. Bi vî şikilî hûn dikarin zanîna ku lê digerin, bibînin. Lakîn em gerek ji van kitêban qet kitêbekê ji hundirê salonê dernexin derve. Wekî din jî, em gerek wan bi şikilekî bi dîqet bişixulînin û li ser rûpelên wan qet tiştekî jî nenivîsîn.

Wekî ku di Kitêba Pîroz de jî hatiye îfadekirin, em dixwazin “Zanîna Xwedê” bibînin. Loma em gerek wekî ku li xezîneyan digerin, li wê zanînê bigerin (Methelokên Silêman 2:1-5). Em dikarin kitêbxaneya di Salona Îbadetê de, bişixulînin û tetkîka xwe pirr rind bikin.

  • Ji bo tetkîkê li kitêbxaneya di Salona Îbadetê de kîjan weşan hene?

  • Kî dikare ji me re yardim bike ku em bikarin ji kitêbxaneyê bi şikilekî pirr rind feydeyê bigirin?