Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 27

Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Îsraêl

Komara Çêxyê

Bênîn

Giravêd Kaymanê

Dixwazî hine lêkolîn bikî, seva ku zanebûna xwe derheqa Kitêba Pîroz hê zêde kî? Dibek tu dixwazî hê zêde pêbihesî derheqa hine giliyêd ji Kitêba Pîroz, yan jî derheqa hine meriya, ciya, û dîsa gelek tiştêd din derheqa çi jî di Kitêba Pîrozda tê gotinê? Yan dibek jî tu dişirmîş dibî, gelo Xebera Xwedê dikare di problêmêd minda alî min bike? Heger tu dixwazî li ser hine pirsêd xwe caba bibînî, tu dikarî bêyî kitêbxana me, yê ku di Oda Civatêda ne.

Di kitêbxanada hene edebyet seva lêkolînê, ku alîkariyê didin. Dibek cem te li ser zimanê te, ne hemû edebyetêd Şedêd Yahowa hene. Lê di kitêbxana Oda Civatêda, gelek edebyet hene. Mesele li wir cûre-cûre welgerandinêd Kitêba Pîroz hene, ferhenga rind, û dîsa kitêbêd din, yêd ku dikarin alîkariyê bidine te. Pêşiya civatê yan jî paşî civatê, tu dikarî herî kitêbxanê. Heger di kitêbxanêda komputer heye, di vê komputerêda usa jî “Kitêbxana Birca Qerewiliyê” tu dikarî bibînî. Ev heye bernema elektronîk, kîderê ku cûre-cûre edebyetêd me hene. Bi saya vê bernemê tu dikarî hêsa elametiya bigerî û lêkolînê bikî.

Şagirtêd Mekteba Dannasînkirinê, ji kitêbxanê karê distînin. Heger di vê mektebêda dersa te heye, tu dikarî herî kitêbxana civatê, seva ku dersa xwe hazir kî. Berpirsiyarê mektebê, cabdar e bona kitêbxanê. Ew xem dike û miqat dibe, wekî edebyetêd teze jî di kitêbxanêda hebin û wekî ewana di cîda bin. Berpirsiyarêd mektebê, yan jî ev merî yê ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, dikarin tera nîşan kin, wekî ça tu dikarî elametiyêd zêde, yê ku tera lazim in, bibînî. Her kitêb gerekê di cîda bê xwendinê û ji kitêbxanê neyê derxistinê. Em usa jî gerekê miqatî van kitêba bin, li ser lênekin û nîşana daneynin.

Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku heger em dixwazin zanebûnê derheqa Xwedê bistînin, em gerekê hazir bin lêkolînê bikin û zanebûnê ku ça “xizne” veşartî ye bigerin (Metelok 2:1-5). Belê, kitêbxana Oda Civatê dikare alî te bike, wekî tu destpêkî bigerî.

  • Kîjan cûre-cûre edebyet, di kitêbxana Oda Civatêda hene?

  • Kî dikare alî te bike, wekî tu di kitêbxanêda bikaribî hê rind lêkolînê bikî?