Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 28

Hûn di malpera me ya înternetê de dikarin çi bibînin?

Hûn di malpera me ya înternetê de dikarin çi bibînin?

Fransa

Polonya

Rûsya

Îsa Mesîh ji taqîbkarên xwe re weha gotibû: “Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wisa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê we yê li ezmanan bidin” (Metta 5:16). Em jî vê yekê dixwazin. Loma em ji gelek îmkanên teknolojiya modern feydeyê digirin û ji wan yek jî înternet e. Malpera me ya resmî jw.org di heqê îman û fealiyetên me de, malûmatan dide. Eceba di vê malperê de, bi giştî çi heye?

Ji Kitêba Pîroz cewaban dide pirsên ku însan bi dewamî dipirsin. Însan bi genelî gelek pirsan dipirsin. Hûn dikarin ji wan pirsên herî muhîm cewaba hinekan, di vê malperê de bibînin. Mesela, belavokên Gelo Derd û Keder Rojekê wê Tune Bibin? û Gelo Mirin Dawiya Her Tiştî ye? bi zêdetirî 600 zimanî li ser înternetê hene. New World Translation (Wergera Dinyaya Nû) jî bi zêdetirî 130 zimanî heye. Wekî din, kitêba bi navê What Does the Bible Really Teach? (Kitêba Pîroz bi rastî çi dielimîne?) jî heye. Hûn dikarin ji bo yardima tetkîkkirina Kitêba Pîroz, gelek weşanên din jî peyda bikin. Di malpera me de hijmarên aktûel, ên kovarên bi navê The Watchtower (Birca Çavdêriyê) û Awake! (Hişyar Bin!) tên weşandin. Gelek ji van weşanan bi formatên MP3, PDF an EPUB li malpera jw.org hene. Eger hûn kesekî ku eleqeya xwe ji Kitêba Pîroz re heye, nas bikin, hûn dikarin weşaneke di zimanê wî de, jê re çap jî bikin. Hûn dikarin di zimanê îşaretan de bi dehan vîdeoyên weşanên me jî bibînin. Hûn dikarin di malpera me de ji xwendina qeydên Kitêba Pîroz, qeydên dengên temsîlan, ên ku me di Kongreyên Herêmî de, lê mêze kirine û muzîkên rind jî daxin, yanî kopî bikin.

Di heqê Şahidên Yehowa de malûmatên rast. Di malpera me de, di heqê me de li temamiya dinyayê tiştên modern û gelek fealiyetên me hene. Xebatên me yên ji bo yardima afetan, xeberên dawîn û vîdeo jî tê de, tên weşandin. Însan dikare ji bo Kongreyên Herêmî ji vê malperê malûmatan bistîne. Hûn dikarin bigihîjin malûmatên ji bo îrtibata tevî Beytelên li welatên din jî.

Em bi navgîniya temamiya van tiştan mimkun dikin ku ronahiya heqîqetê li ser temamiya dinyayê bigihîje cihê herî dûr. Ev ronahî ji însanên li her parzemînekê re, heta ji yên li Antarktikayê re jî, tê îlankirin. Em dua dikin ku kelama Xwedê li temamiya dinyayê bi dewamî zû belav bibe û Yehowa Xweda were bilindkirin (2. Selanîkî 3:1).

  • Malpera me ya resmî jw.org çawa yardim dike ku însan bikarin heqîqetên di Kitêba Pîroz de bielimin?

  • Di malpera me de, qisimê ku hûn dixwazin pêşî lê mêze bikin kîjan e?