Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 28

Çi Dikarin Bibînin ser Malpera Me?

Çi Dikarin Bibînin ser Malpera Me?

Fransa

Polonîstan

Rûsya

Îsa Mesîh gote şagirtêd xwe: “Bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin” (Metta 5:16). Van paşwextiya, em hemû teknolociya teze bi temamî didine xebatê, mesele yek ji wan ev heye komputer. Malpera (wêb-sayta) meye fermî heye jw.org, kîderê ku heye elametî, derheqa bawerbûn û şixulkariya Şedêd Yahowa. Lê nêta vê malperê çi ye?

Cabêd Kitêba Pîroz li ser hemû pirsa. Di vê malperêda tu dikarî caba wan pirsêd ferz bibînî, yêd ku merî timê derheqa wan difikirin. Ji tiraktata “Tu Dixwazî Pêbihesî Rastiyê?”, tu dikarî bistînî cabêd li ser şeş pirsa. Evê tiraktatê di malpera meda tu dikarî li ser 400 zimana zêdetir bibînî. Usa jî tu dikarî bibînî Kitêba Pîroz welgerandina “Dinya Teze” li ser gelek zimana û hin jî edebyetêd li ser hîmê Kitêba Pîroz seva hînkirinê. Mesele, kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” û dîsa jûrnalêd “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” derxistina teze. Evan edebyeta tu dikarî di malperêda bixûnî yan jî bibihêyî, usa jî tu dikarî wana derbazî komputera xwe bikî bi formata aûdîo, PDF, yan EPUB. Xêncî vê yekê heger kesek li ser zimanê xwe edebyeta dixwaze, tu dikarî hine rûpêla ji wan edebyeta li ser kaxaza derxî, û bidî wî merivî. Usa jî li ser zimanê nîşankirinê, dêmek seva ker-lala, gelek vîdêo-edebyet hene. Tu usa jî dikarî xwendina Kitêba Pîroz bi diramatîk û kilameke xweş derbazî komputera xwe bikî, û wedê hêsabûnê bibihêyî.

Elametiya rast, derheqa Şedêd Yahowa. Li ser vê malperê usa jî heye elametiyêd teze û vîdêo-klîp, derheqa şixulêd meyî hemdinyayê. Hin jî hene elametî derheqa komekdayîna me, û derheqa wan qewimandina, yêd ku tevî Şedêd Yahowa tevgirêdayî ne. Xêncî vê yekê tu dikarî pêbihesî careke din kengê civata mezin wê derbaz be, û usa jî bibînî elametî seva pevgirêdana tevî fîlîalêd me.

Bi van yeka ronaya rastiyê heta serê dinyayê şewq dide. Merî ji hemû welata heta ji ciyêd lape sar û dûr jî, mesele Antarktîkê, ji vê ronaya rastiyê karê distînin. Em dua dikin, wekî xebera Yahowa li ser temamiya dinyayê zû bela be, seva ku Xwedê hurmet-qîmet be (2 Têsalonîkî 3:1).

  • Ça malpera meye jw.org, alî hê zêde meriya dike, pêbihesin rastiya Kitêba Pîroz?

  • Tu ser malpera me çi dixwazî binihêrî?