Here Naverokê

Here naverokê

DERS 1

Mizgîna Xwedê Çi ye?

Mizgîna Xwedê Çi ye?

1. Mexseda Xwedê çi ye?

Xwedê erd û hemû tiştên din ji bo însanan çêkirine. Ew ji me hez dike û dixwaze ku em ji heyata li ser rûyê erdê kêfê bistînin. Ji ber vê yekê, Xwedê soz daye ku ewê me ji hemû kul û derdan azad bike.​—1. Tîmotêyos 2:3, 4 bixwîne.

Tu hikumdariya însanan nikare zordarî, nexweşî û mirinê tune bike. Lê belê, xebereke xêrê heye! Di demeke nêzik de, hikumdariya Xwedê wê cihê hemû hikumdariyên însanan bigire (Danîêl 2:44). Li bin hikumdariya Xwedê, her kes wê di saxî û selametiyê de be.​—Îşaya 25:8; Peyxam 21:4 bixwîne.

2. Mizgîna Xwedê çima ew qas muhîm e?

Ji bo ku kul û derd xelas bibin, Xwedê wê mirovên xerab tune bike (Tsêfanya 2:3). Lê gelo kengê? Kul û derdên îroyîn li Kitêba Pîroz – yanî li Tewrat, Zebûr û Încîlê – ji berê de hatibûn gotin û îsbat dikin ku roja Xwedê êdî nêzik e.​—2. Tîmotêyos 3:1-5 bixwîne.

3. Gerek em çi bikin?

Gerek em Xwedê rind nas bikin. Ji bo vê, lazim e ku em Kitêba Pîroz bixwînin. Çawa ku bavekî dilovan bi zarokên xwe re xeber dide û şîretan dide wan, Xwedê jî bi saya Kitêba Pîroz bi me re xeber dide. Ev kitêb nîşanî me dide ku em îro çawa dikarin dilşad bibin û heyata bêdawî bistînin. Dibe ku hin kes nexwazin ku tu Kitêba Pîroz bixwînî. Dîsa jî, wê baş be ku tu dev ji lêkolîna Kitêba Pîroz bernedî, çimkî melûmata Kitêba Pîroz pir bifeyde ye.​—Methelokên Silêman 29:25; Peyxam 14:6, 7 bixwîne.