Here Naverokê

Here naverokê

DERS 15

Gerek Tu Çima Berdewam Bikî?

Gerek Tu Çima Berdewam Bikî?

1. Çima muhîm e ku tu dev ji kursa Kitêba Pîroz bernedî?

Bi saya melûmata ku te ji Kitêba Pîroz stendiye, hezkirina Xwedê di dilê te de bêguman mezintir bûye. Lazim e ku tu vê hezkirinê her ku diçe zêde bikî (1. Petrûs 2:2). Eger tu dixwazî heyata bêdawî bistînî, gerek tu Kitêba Pîroz her tim bixwînî. Bi vî awayî, tuyê nêziktirî Xwedê bibî.​—Yûhenna 17:3; Cihûda 21 bixwîne.

Tu Xwedê çi qas rind nas bikî, baweriya te wê ew qas xurttir bibe. Ev bawerî wê alî te bike ku tu dilê Xwedê şa bikî (Îbranî 11:1, 6). Wekî din, bawerî wê alî te bike ku tu tobe bikî û heyata xwe li gor daxwaza Xwedê bajoyî.​—Karên Şandiyan 3:19 bixwîne.

2. Tu çawa dikarî alî kesên din bikî?

Tu dikarî bibî dostê Yehowa

Gava em tiştekî xweş dibihîzin, em dixwazin vê mizgînê bidin kesên din jî. Eger tu bi lêkolîna Kitêba Pîroz berdewam bikî, tuyê bielimî ku tu çawa dikarî mizgîna Xwedê bidî kesên din jî.​—Romayî 10:13-15 bixwîne.

Gelek kes mizgînê serê pêşîn didin heval û merivên xwe. Mizgîn helbet bi zimanê şîrîn hê jî şîrîntir dibe. Nebêje ku baweriya wan ne rast e, lê behsa mexsed û sozên Xwedê bike. Wekî din, ji bîr neke ku ji bo gelek mirovan, hal û hereketên te ji gotinên te muhîmtir in.​—2. Tîmotêyos 2:24, 25 bixwîne.

3. Tu çawa dikarî bibî dostê Xwedê?

Lêkolîna Kitêba Pîroz wê alî te bike ku tu nêziktirî Xwedê bibî. Bi vî awayî, tu dikarî bibî dostê Yehowa û bikevî malbata wî.​—2. Korîntî 6:18 bixwîne.

4. Tu çawa dikarî bi pêş ve herî?

Eger tu dixwazî ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî, gerek tu dev ji lêkolîna Kitêba Pîroz bernedî (Îbranî 5:13, 14). Ji Şahidekî Yehowa re bibêje ku tu dixwazî Kitêba Pîroz bi alîkariya kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? hîn bibî. Bi alîkariya melûmata Kitêba Pîroz, tuyê dilşad û serkeftî bibî.​—Zebûr 1:1-3; 73:27, 28 bixwîne.

Mizgîna Kitêba Pîroz ji Xwedê tê, yê ku tu caran derewan nake. Ji bo ku tu nêzikî Xwedê bibî, gerek tu nêzikî xizmetkarên wî jî bibî (Îbranî 10:24, 25). Eger tu daxwaza Yehowa bi dil û can bînî cih, tuyê bigihîjî heyata bêdawî. Belê, eger tu nêzikî Xwedê bibî, tuyê gelek dilşad û bextewar bibî!​—Tîtos 1:2 bixwîne.