Here Naverokê

Gelo Kul û Derd wê Rojekê Xelas Bibin?

Gelo Kul û Derd wê Rojekê Xelas Bibin?

Hûn çi difikirin?

  • Erê

  • Na

  • Nizanim

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

“[Xwedê] wê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4).

MANEYA GOTINÊN JORÎN

Em fehm dikin ku problemên me ne ji Xwedê ne (Aqûb 1:13).

Em teseliyê distînin ji ber ku em dizanin ku Xwedê halê me fehm dike(Zekerya 2:8).

Em bawer in ku rojekê, hemû kul û derd wê xelas bibin (Zebûr 37:9-11).

GELO EM DIKARIN BI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ BAWER BIKIN?

Belê! Bala xwe bidin van sebeban:

  • Xwedê ji kul û derdan û ji neheqiyê nefret dike. Li gor Kitêba Pîroz, Xwedê – yê ku navê wî Yehowa ye – pir aciz dibû gava xizmetkarên wî rastî zilm û zordariyê dihatin (Serweran 2:18).

    Xwedê bihêrs dibe gava mirov zerarê didin kesên din. Mesela, li gor Kitêba Pîroz, Xwedê ji “destên ku xwîna bêsûcan dirijîne” nefret dike (Methelokên Silêman 6:16, 17).

  • Xwedê xema me dixwe. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew xema we dixwe” (1. Petrûs 5:7).

    Di demeke nêzik de, Xwedê wê hemû kul û derdan bi destê Padîşahiya xwe tune bike (Metta 6:9, 10). Heta wê demê, ew teseliyê dide kesên ku xwe dispêrin wî (Zebûr 23:4; 2. Korîntî 1:3, 4).

HÛN ÇI DIFIKIRIN?

Xwedê çima îznê dide ku kul û derd hebin?

Ji bo cewaba vê pirsê, li van ayetên Kitêba Pîroz binêrin: ROMAYÎ 5:12; 2. PETRÛS 3:9