Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 4

Ewê, Dilê Bavê Xwe û Yahowa Şa kir

Ewê, Dilê Bavê Xwe û Yahowa Şa kir

Yefta çi soz da Yahowa?

Ev yek hêsa nîbû, lê qîza Yeftah sozê bavê xwe anî sêrî

Tu keçikê li ser şikil divînî?~ Ew qîza mêrekî ye, navê kîjanî ku Yeftah e. Kitêba Pîroz nabêje derheqa navê vê keçikê, lê em zanin ku ewê, dilê bavê xwe û Yahowa şa kir. Werê em derheqa wê û bavê wê Yeftah, pêbihesin.

Yeftah mêrekî baş bû û gelek wede tevî qîza xwe derbaz dikir, seva ku derheqa Yahowa wê hîn ke. Yeftah usa jî mêrekî qewî û serkarekî baş bû. Lema jî Îsrayêlî xwestin, wekî ew rêberiya wan bike seva ku tevî dijmina şer bikin.

Yeftah Yahowara dua kir seva ku ew alî wî bike, wekî şerda alt ke. Yeftah soz dabû Yahowa, ku hergê ew di vî şerîda alt ke, hingê çaxê ew vegere mal, wê wî merivî pêşkêşî Xwedê bike, yê ku pêşiya hemûya ji mala wî derkeve û rastî wî bê. Ew merivê ku pêşkêşî Yahowa dikirin, gerekê temamiya emirê xwe di konê Xwedêda derbaz kira û bijîta. Kon ew cî bû, kîderê ku wedê berê meriv Xwedêra qulix dikirin. Axiriyê Yeftah di şerda alt kir! Lê tu zanî çaxê Yeftah ji şer vegeriya mal, kî pêşiya hemûya ji mala wî derket û rastî wî hat?~

Belê, ev qîza Yeftah bû! Ew zara wîye tayê-tenê bû. Û bide hesabê xwe ku Yeftahra niha çiqas çetin bû, wekî ji qîza xwe biqete. Ji bo vê yekê ew gelek dilteng bû. Lê tê bîra te, wekî ewî îda soz dabû. Hingê qîza wî gotê: ‘Bavo, hergê te soz daye Yahowa, bira usa be’.

Hevalêd qîza Yeftah, her sal dihatin ku teseliya wê bikin

Di konda, qîza Yeftah gerekê mêr nekira û zar neaniya, lema ji bo vê yekê ew jî dilteng bû. Lê ewê gelek dixwest sozê bavê xwe bîne sêrî, û dilê Yahowa şa ke. Ev yek seva wê hê ferz bû, ne ku wekî mêr ke û zara bîne. Lema jî ewê mala xwe hîşt, û temamiya emirê xwe di konda dijît.

Ça tu dişirmîş dibî, çaxê qîza Yeftah safî kir usa bike, bavê wê û Yahowa şa bûn?~ Belê, ewana şa bûn. Hergê tu guhdar î û Yahowa hiz dikî, tu dikarî mîna qîza Yeftah bî. Tuyê jî bikaribî dilê dê-bavê xwe û Yahowa, gelek şa kî.

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE