Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 6

Dawid ne Ditirsiya

Dawid ne Ditirsiya

Çaxê tu ditirsî, tu çi dikî?~ Dibeke diçî cem dê û bavê xwe, wekî ewana alî te bikin. Lê zanî wekî xêncî dê-bavê te dîsa kesek heye, yê ku dikare alî te bike. Ew ji hemûşka qewattir e. Tu zanî ev kî ye?~ Belê, ev Yahowa Xwedê ye. Werê em niha derheqa xortekî xeber din. Derheqa wî di Kitêba Pîrozda nivîsar e. Û navê wî Dawid e. Dawid zanibû, wekî Yahowa timê wê alî wî bike, lema jî ew ne ditirsiya.

Çaxê Dawid hê zar bû, dê-bavê wî ew hîn dikirin, wekî Yahowa hiz bike. Ev yek alî Dawid dikir ku ew netirse hela hê wî çaxî, gava hine tiştêd xirab jî dihatine pêşiya wî. Dawid zanibû ku Yahowa dostê wî bû, û wekî ew wê alî wî bikira. Carekê çaxê Dawid miqatî pezêd xwe bû, nişkêva şêrekî mezin derket û pezekî wî girt! Lê tu zanî Dawid çi kir? Ewî da pey şêr, û bi destêd xwe ew kuşt! Carekê jî, hirç peza wî girt, lê Dawid ev hirç jî kuşt! Ça tu dişirmîş dibî, kî alî Dawid dikir?~ Belê, Yahowa alî wî dikir.

Dîsa wedekî usa hebû, çaxê Dawid mêrxasiya xwe da kifşê. Cimeta Îsrayêlî miqabilî cimeta din derdiket. Ev Filistiya bûn. Yek ji eskerêd Filistiya gelekî bilind û terikî bû! Navê wî Goliyat bû. Goliyat qerfê xwe Îsrayêliya û Yahowa dikir. Ewî digote eskerêd Îsrayêliya, wekî derkevin û tevî wî şer kin. Tu kes ji Îsrayêliya nevêribû tevî wî şer kira, çimkî ewana ditirsiyan. Lê çaxê Dawid derheqa wê yekê bihîst, ewî gote Goliyat: ‘Ezê derkevim tevî te şer bikim! Yahowa wê alî min bike, û ezê te alt kim!’ Ça tu dişirmîş dibî Dawid mêrxas bû?~ Erê, Dawid gelek mêrxas bû. Dixwazî pêbihesî paşê çi qewimî?

Dawid pênc kevirêd pen û şidan hilda, û çû seva ku tevî Goliyat şer bike. Çaxê Goliyat, Dawid dît, ew ecêbmayî ma û destpêkir qerfê xwe wî bîne, çimkî Dawid hê gelek cahil bû. Lê Dawid gote wî: ‘Tu tevî min pê şûr û rimê xwe derketî, lê ez bi navê Yahowa derdikevim miqabilî te!’ Paşê Dawid kevir derxist, kire şidana xwe, berbi Goliyat revî û ev kevir avîte wî. Ev kevir rast e-rast aniya Goliyat ket! Hingê Goliyat erdê ket û mir! Çaxê Filistiya ev yek dîtin, ewana hemûşk ji tirsa revîn. Gelo çawa Dawid karibû Goliyatê terikî alt kira, ne ew hê gelek cahil bû?~ Yahowa alî wî kir. Û Yahowa ji vî Goliyatê terikî jî, zef qewattir bû!

Dawid ne ditirsiya, çimkî zanibû ku Yahowa wê alî wî bike

Çi tu dikarî ji mesela Dawid hîn bî?~ Yahowa ji hemûşka qewattir e. Û ew dostê te ye. Hergê usa biqewime ku tu bitirsî, bike bîra xwe wekî Yahowa dikare alî te bike ku mêrxas bî!

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Zebûr 56:3, 4

  • 1 Samûyêl 17:20-54