Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 9

Yêremiya Nedisekinî û Timê Derheqa Yahowa Xeber Dida

Yêremiya Nedisekinî û Timê Derheqa Yahowa Xeber Dida

Çira merî li ser Yêremiya hêrs ketin?

Yahowa alî Yêremiya kir

Çaxê em meriyara derheqa Yahowa xeber didin, carna ji bo vê yekê ewana dikarin qerfê xwe me bikin yan jî li ser me hêrs kevin. Û ev yek dikare li ser me usa hukum ke, wekî emê îda nexwazin derheqa Yahowa xeber din. Tevî te qe tiştêd usa qewimiye?~ Kitêba Pîroz gilî dike derheqa xortekî, yê ku Yahowa hiz dikir, lê hindik mabû ewî dannasînkirina xwe bida sekinandinê. Navê wî Yêremiya bû. Dixwazî hê zêde derheqa wî pêbihesî? Werê em binihêrin.

Çaxê Yêremiya hê gelek cahil bû, Yahowa gote wî, wekî ew gerekê meriya elam ke, ku şixulêd xweye xirab bihêlin. Yêremiyara çetin bû evê yekê bike, û ew tirsiya. Ewî gote Yahowa: ‘Ez nizanim çi û ça bêjim. Ne ez hê gelek cahil im’. Lê Yahowa gotê: ‘Netirse. Ezê alî te bikim’.

Paşî wê yekê Yêremiya destpêkir bêje meriya, ku hergê ewana şixulêd xweye xirab nehêlin û neyêne guhastinê, hingê ewana wê bêne cezakirinê. Ça tu dişirmîş dibî, merî guh dane Yêremiya û şixulêd xirab hîştin?~ Na. Ewana destpêkirin qerfê xwe wî bikin û li ser wî hêrs kevin. Hineka jî hela hê dixwestin ewî bikujin! Lê gelo hingê Yêremiya çi li ser xwe texmîn kir, ça dişirmîş dibî?~ Ew tirsiya û got: ‘Ez îda derheqa Yahowa tu car xeber nadim’. Lê bi rastiyê, ewî şixulê dannasînkirina xwe da sekinandinê?~ Na, ew nesekinî. Yêremiya gelek Yahowa hiz dikir, lema jî nikaribû xwe ker kira û xeber neda derheqa Yahowa. Û çimkî Yêremiya şixulê xwe neda sekinandinê û destê xwe danexist, Yahowa ew guman kiriye ku wê xilaz ke.

Mesele, carekê hine merivêd xirab Yêremiya girtin û avîtine çela kûr, ya ku bi heriyê tije bû. Li wir Yêremiya bê xwarin û av hîştin. Ew mêrêd xirab dixwestin wekî Yêremiya di çelêda bimiriya. Lê bi alîkariya Yahowa ew xilaz bû!

Tu çi ders dikarî seva xwe ji Yêremiya hildî?~ Rast e carna ew ditirsiya jî, lê yeke nedisekinî û timê derheqa Yahowa xeber dida. Çaxê tu jî meriyara xeber dî derheqa Yahowa, diqewime ewana wê qerfê xwe te bikin yan jî li ser te hêrs kevin. Ji bo vê yekê dibeke tu destpêkî bitirsî û bixelifî. Lê çi jî hebe tu car nesekine û derheqa Yahowa timê meriyara xeber de. Hingê çawa ku Yahowa alî Yêremiya kir, wê alî te jî bike.

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Yêremiya 1:4-8; 20:7-9; 26:8-19, 24; 38:6-13