Here Naverokê

Xwedê wê Halê Dinyayê Çawa Rast Bike?

Xwedê wê Halê Dinyayê Çawa Rast Bike?

Hûn çi difikirin?

  • Bi destê hikumdariya xwe

  • Bi destê mirovan

  • Nizanim

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

“Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me .... Ewê her û her padîşahiyê bike” (Peyxam 11:15).

“Ewê ... padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî nayê” (Lûqa 1:32, 33).

MANEYA GOTINÊN JORÎN

  • Hikumdariya Xwedê ji bo me bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18).

  • Li dinyaya nû, emê karibin bi siheta baş û bi dilşadî bijîn (Peyxam 21:3, 4).

GELO EM DIKARIN BI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ BAWER BIKIN?

Belê! Bala xwe bidin van sebeban:

  • Îsa pêxember nîşan da ku Padîşahiya Xwedê wê çi bike. Wî ji berê de nîşan da ku wexta ku ewê li Padîşahiya Xwedê bibe padîşah, ewê ji bo însanan çi bike (Peyxam 11:15). Gava Îsa pêxember li dinyayê bû, wî kesên birçî têr dikirin, kesên nexweş qenc dikirin û kesên mirî radikirin (Metta 15:29-38; Yûhenna 11:38-44).

    Îsa pêxember ji şagirtên xwe re got ku bila ew wisa dua bikin: “Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Metta 6:9, 10).

  • Halê dinyayê rêyî me dide ku Padîşahiya Xwedê nêzik e. Îsa pêxember ji berê de gotibû ku li rojên dawîn berî hatina Padîşahiya Xwedê, şer, xela û erdhej wê zêde bibin (Metta 24:3, 7).

    Îro, em van tiştan dibînin. Ji ber vê yekê, em dikarin bawer bin ku di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê hemû tiştên xerab tune bike.

HÛN ÇI DIFIKIRIN?

Li bin Padîşahiya Xwedê, jiyan wê çawa be?

Ji bo cewaba vê pirsê, li van ayetên Kitêba Pîroz binêrin: ZEBÛR 37:29; ÎŞAYA 65:21-23