Derbazî serecemê

Çi ye Padşatiya Xwedê?

Çi ye Padşatiya Xwedê?

Hinek usa difikirin, wekî ev . . .

  • tişteke ku dilda ne

  • cîkî li ezmana

  • serwêrtî li ezmana

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE

“Padşatiya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê wî” (Eyantî 11:15).

“Jêra serwêrî û mezinayî û qiraletî [padşatî] hate dayîn; serwêriya wî serwêriyek ku . . . derbaz nebe û abadîn [heta-hetayê] be” (Daniyêl 7:14).

SEVA WE EV ÇI TÊ HESABÊ

  • Padşatiya qenc, ya ku dikare karê tera bîne (Îşaya 48:17, 18).

  • Dinya teze bi sihet-qewata baş, û bextewariyê (Eyantî 21:3, 4).

LÊ GELO EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN?

Belê, û seva vê yekê du menî hene:

  • Îsa nîşan kir, wekî Padşatiya Xwedê wê çi bike. Îsa şagirtên xwe hîn dikir, wekî ewana dua bikin derheqa hatina Padşatiya Xwedê û wekî qirara Xwedê seva erdê bê sêrî (Metta 6:9, 10). Îsa nîşan kir, wekî caba vê duakirinê wê çawa bê dayînê.

    Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî yên birçî têr dikirin, nexweş qenc dikirin, û hela hê mirî ji mirinê radikirin! (Metta 15:29-38; Yûhenna 11:38-44) Îsa, ça Padşayê axiriyê ya Padşatiya Xwedê, nîşan kir ku ev Padşatî seva bineliyên xwe wê çi bike (Eyantî 11:15).

  • Halê dinyayê îzbat dike, wekî Padşatiya Xwedê wê zûtirekê bê. Îsa gotibû ku pêşiya wê yekê çawa Padşatiya Xwedê edilayê bîne ser erdê, halê dinyayê wê xirab be. Dêmek şer, xelayî-celayî û erdhej wê bibin (Metta 24:3, 7).

    Em divînin wekî ev hemû tişt îro diqewimin. Lema jî em dikarin bawer bin, ku Padşatiya Xwedê wê zûtirekê kutasiya van hemû çetinaya bîne.

DERHEQA VÊ YEKÊ BIFIKIRIN

Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê jîyîna me wê çawa be?

Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide ZEBÛR 37:29 û ÎŞAYA 65:21-23.