Here Naverokê

Here naverokê

Mexseda Xwedê ya ji bo Me Çi ye?

Mexseda Xwedê ya ji bo Me Çi ye?

ROJNAME, Înternet, televîzyon û radyo bi xeberên zordarî, şer û terorê ve tije ne. Wekî din, gelek mirov seba nexweşiyê an mirina kesekî êşê dikişînin.

Gelek kes wisa dipirsin:

  • Gelo tiştên xerab fermana Xwedê ne?

  • Kî an çi dikare alî min bike ku ez serî bi derdên xwe re derxînim?

  • Gelo aştî û selameta rastîn xeyal e?

Kitêba Pîroz cewabên van pirsan dide û dilê me rihet dike.

DI KITÊBA PÎROZ DE, XWEDÊ SOZ DAYE KU ROJÊN XWEŞ NÊZIK IN.

  • Êdî tu kes wê kul û derd nekişîne, kal û pîr nebe û nemire (Peyxam 21:4).

  • Kesên topal wê wek xezalan bazdin (Îşaya 35:6).

  • Çavên koran wê vebin (Îşaya 35:5).

  • Mirî wê bên rakirin (Yûhenna 5:28, 29).

  • Êdî tu kes wê nexweş nekeve (Îşaya 33:24).

  • Li her derê xwarin wê têr û tije be (Zebûr 72:16).

JI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ FEYDEYÊ BISTÎNE

Nefikire ku ev mizgîn xeyal e! Xwedê soz daye ku ewê van sozan di demeke nêzik de bîne cih, û Kitêba Pîroz rêyî me dide ku Xwedê wê vê yekê çawa bike.

Wekî din, Kitêba Pîroz nîşan dide ku em çawa dikarin niha jî bi rastî dilşad bin û ji jiyana xwe kêfê bistînin. Carekê xemên xwe bîne ber çavê xwe: Dibe ku tu ji ber xemên pere, derdên malbatê, nexweşî an mirina kesekî xemgîn bûyî. Kitêba Pîroz dikare alî te bike ku tu serî bi van probleman re derxînî, û ew dikare cewabên van pirsan bide û dilê te rihet bike:

Eger tu bi xwendina vê kitêbê berdewam bikî, tuyê bibînî ku Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje. Bi alîkariya pirsên li bin paragrafan, tuyê gotinên Kitêba Pîroz rind fehm bikî. Gelek kesên li seranserê dinyayê bi Şahidên Yehowa re li ser Kitêba Pîroz sohbet kiriye û ji vê pir feyde dîtiye. Em hêvîdar in ku tuyê jî ji vê kursê kêfê bistînî. Bila Xwedê xîreta te bibereket bike!