Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA ÇAREMÎN

Îsa Mesîh Kî ye?

Îsa Mesîh Kî ye?

1, 2. (a) Eger tu tenê navên kesên meshûr dizanî, gelo tu wan bi rastî nas dikî? (b) Der heqê Îsa Mesîh de kîjan fikrên cuda hene?

LI DINYAYÊ gelek kesên meşhûr hene. Bêguman tu jî navên gelek kesên navdar dizanî, lê bi îhtimaleke mezin, tu wan ji nêzik ve nas nakî û der heqê jiyan û karaktera wan de her tiştî nizanî.

2 Îsa Mesîh kêm zêde 2.000 sal berê dijiya, lê gelek mirov navê wî dizanin. Dîsa jî, gelek mirov nizanin ku Îsa Mesîh yekî çawa bû. Hinek difikirin ku ew tenê mirovekî baş bû, hinek dibêjin ku ew tenê pêxember bû, û hinek jî bawer dikin ku ew bi xwe Xwedê ye. Li ser vê, tu çi difikirî? (bnr. Not 12).

3. Çima muhîm e ku em Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh nas bikin?

3 Gelek muhîm e ku em rastiya li ser Îsa Mesîh zanibin. Çima? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3). Belê, eger em rastiya li ser Yehowa û Îsa Mesîh zanibin, emê karibin di ceneta li ser erdê de heta bi hetayê bijîn (Yûhenna 14:6). Wekî din, Îsa Mesîh bi rabûn û rûniştina xwe ji me re bû emsal (Yûhenna 13:34, 35). Li beşa 1emîn, em rastiya li ser Xwedê elimîbûn. Niha jî emê bielimin ku Kitêba Pîroz li ser Îsa Mesîh çi dibêje.

“ME MESÎH DÎT”

4. Maneya peyva “Mesîh” çi ye?

4 Gelek sal berî ku Îsa pêxember hat dinyayê, Yehowa li Kitêba Pîroz gotibû ku ewê Mesîhê xwe bişîne. Maneya peyva “Mesîh” ev e ku Xwedê ew ji bo wezîfeyeke muhîm hilbijartiye. Mesîh wê hemû tiştên ku Xwedê soz daye bîne cih. Wekî din, Îsa Mesîh dikare niha jî alî te bike. Lê berî ku Îsa pêxember hat dinyayê, gelek kesan meraq kiribû ku Mesîh wê kî bibûya.

5. Gelo şagirtên Îsa pêxember bawer kir ku ew Mesîh e?

5 Şagirtên Îsa pêxember bawerî pê anî ku Mesîhê sozdayî ew e (Yûhenna 1:41). Mesela, Şimûn Petrûs ji wî re got: “Tu Mesîh î” (Metta 16:16). Em çawa dikarin emîn bin ku Îsa pêxember bi rastî Mesîh e?

6. Yehowa çawa alî kesên dilpak kir ku ew zanibin ku Mesîh kî ye?

6 Bi sedsalan berî ku Îsa pêxember hat dinyayê, pêxemberên Xwedê gelek teferuat nivîsandibûn ku mirov zanibin ku Mesîh kî ye. Çawa? Carekê bifikire ku tu di otogareke mezin de li benda kesekî yî. Eger tu wî nas nakî, tuyê wî çawa bibînî? Ji te re tarîfeke rind lazim e. Wisa jî, Yehowa bi destê pêxemberan gotibû ku Mesîh wê çi bike û çi wê bê serê wî. Bi saya pêkhatina hemû tiştên ku ji berê de hatibûn eşkere kirin, kesên dilpak wê bizanibûya ku Îsa pêxember bi rastî Mesîh e.

7. Kîjan gotinên pêxembertiyê îsbat dikin ku Îsa pêxember bi rastî Mesîh e?

7 Mesela, 700 sal berî ku Îsa pêxember hat dinyayê, Mîka pêxember gotibû ku Mesîh wê li gundekî bi navê Beytlehem çêbe (Mîka 5:2). Îsa pêxember bi rastî jî li wê derê hat dinyayê (Metta 2:1, 3-9). Wekî din, Danîêl pêxember gotibû ku Mesîh wê di sala 29an a piştî mîladê (P.M.) de derkeve meydanê (Danîêl 9:25). Ji xeynî van gotinan, gelek tiştên din yên ku ji berê de hatibûn gotin jî bi eşkereyî îsbat dikin ku Îsa pêxember bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye (bnr. Not 13).

Gava Îsa pêxember bin av bû, ew bû Mesîhê hilbijartî

8, 9. Wexta binavbûna Îsa pêxember çi çebû, û ev yek çi îsbat dike?

8 Yehowa bi eşkereyî xuya kir ku Îsa pêxember bi rastî Mesîh e. Xwedê ji Yehya pêxember re soz dabû ku ewê nîşanekê bide wî, da ku ew karibe tê derxe ku Mesîh kî ye. Di sala 29an a P.M. de, gava Îsa pêxember çû ba Yehya ku li çemê Urdunê bê bin av kirin, Yehya ev nîşan dît. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Îsa imad [bin av] bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî. Û dengekî ji ezmanan weha got: ‘Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e’” (Metta 3:16, 17). Çaxa Yehya ev nîşan dît û bihîst, wî fehm kir ku Îsa pêxember bi rastî Mesîh e (Yûhenna 1:32-34). Roja ku Yehowa ruhê xwe li ser Îsa pêxember rijand, ew bû Mesîh. Bi vî awayî, Xwedê ew wek Serok û Padîşah hilbijart (Îşaya 55:4).

9 Gelek îsbat hene ku Îsa pêxember bi rastî Mesîh e: Tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê de gotibû, gotinên Yehowa û nîşana ku li wexta binavbûna Îsa pêxember xuya bû. Lê Îsa Mesîh ji ku derê hatibû, û ew yekî çawa bû? Niha emê bielimin ku Kitêba Pîroz li ser vê yekê çi dibêje.

ÎSA MESÎH JI KU DERÊ HATIBÛ?

10. Li gor Kitêba Pîroz, berî ku Îsa Mesîh daket dinyayê, ew li ku derê dijiya?

10 Kitêba Pîroz dibêje ku berî ku ew daket dinyayê, Îsa dirêj dirêj li ezmanan dijiya. Mîka gotibû ku Mesîh “ji demên kevin” e (Mîka 5:2). Îsa Mesîh bi xwe jî çend caran got ku berî ku ew wek însan çêbû, ew li ezmanan dijîya (Yûhenna 3:13; 6:38, 62; 17:4, 5 bixwîne). Berî ku Îsa daket dinyayê, Îsa û Yehowa pir nêzikî hev bûn.

11. Li ber Yehowa, qîmeta Îsa çima ew qas mezin e?

11 Yehowa pir qîmetê dide Îsa Mesîh. Çima? Ji ber ku Xwedê ew berî her tiştî û her kesî afirandibû. Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh wek “Nixuriyê [pêşî zayî, KP] * hemû afirînê” tê bi nav kirin (Kolosî 1:15). Wekî din, tenê Îsa Mesîh rasterast ji aliyê Yehowa ve hatiye afirandin. Loma, jê re ‘Kurê yekta’ tê gotin (Yûhenna 3:16). Tenê Îsa Mesîh, di afirandina hemû tiştên din de ji aliyê Yehowa ve dihat xebitandin (Kolosî 1:16). Û tenê ji Îsa Mesîh re “Peyv” tê gotin, ji ber ku Yehowa bi destê wî xeber û emir didan melek û mirovan (Yûhenna 1:14).

12. Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh ne Xwedê ye?

12 Hinek difikirin ku Îsa Mesîh bi xwe Xwedê ye. Lê Kitêba Pîroz vêya nabêje. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh hatiye afirandin, yanî destpêka wî hebû. Lê belê, Yehowa her tişt afirandiye, û destpêka wî tune (Zebûr 90:2). Îsa Mesîh Kurê Xwedê ye, û wî tu caran nedixwest bibe Xwedê. Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku Bav ji Kur mezintir e (Yûhenna 14:28 bixwîne; 1. Korîntî 11:3). Tenê Yehowa “Xwedayê karîndarê her tiştî” ye (Peyxam 15:3). Li hemû kaînatê, ê herî mezin û herî biqudret ew e (bnr. Not 14).

13. Kitêba Pîroz çima dibêje ku Îsa Mesîh “sûretê Xwedayê ku nayê dîtin” e?

13 Berî afirandina erd û ezmanan, Yehowa û Kurê wî Îsa bi milyaran sal bi hev re dixebitîn. Wan çi qas ji hev hez dikir! (Yûhenna 3:35; 14:31). Îsa Mesîh sifatên Bavê xwe ew qas rind ji xwe re kir emsal ku Kitêba Pîroz wî wek “sûretê Xwedayê ku nayê dîtin” bi nav dike (Kolosî 1:15).

14. Kurê Yehowa yê hêja çawa wek însan çêbû?

14 Kurê Yehowa yê hêja bi dilxwazî ji ezmanan daket û li dinyayê wek însan çêbû. Tiştekî wisa çawa mumkin bû? Bi mucîzeyekê, Yehowa jiyana Kurê xwe derbasî zikê keçikeke bi navê Meryem kir. Ji bo vê, ne lazim bû ku zilamek bibe bavê Îsa Mesîh. Bi vî awayî, Meryemê kurekî bêqisûr anî dinyayê, û wê navê wî danî “Îsa” (Lûqa 1:30-35).

ÎSA MESÎH YEKÎ ÇAWA BÛ?

15. Tu çawa dikarî Yehowa baştir nas bikî?

15 Nivîsarên Pîroz di kitêbên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna de der heqê Îsa Mesîh û jiyan û karaktera wî de pir melûmatê didin. Ji van kitêban re “Încîl” an “Mizgîn” tê gotin. Ji ber ku şexsiyeta Îsa Mesîh mîna şexsiyeta Bavê wî ye, gava tu tiştekî li ser Îsa Mesîh dixwînî, tuyê Yehowa jî baştir nas bikî. Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh wisa got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9).

16. Îsa Mesîh çi dielimand? Tiştên ku Îsa Mesîh dielimand ji ku derê hatibûn?

16 Gelek kesan ji Îsa Mesîh re digot “Mamoste” (Yûhenna 1:38; 13:13). Wî çi dielimand? Mesela, wî ‘mizgîna Padîşahiyê’ îlan dikir. Ev Padîşahî, hikumdariya Xwedê ye. Padîşahiya Xwedê wê ji ezmanan li ser hemû dinyayê hikum bajo û ji mirovên ku guhdariya Xwedê dikin re bereketan bîne (Metta 4:23). Hemû tiştên ku Îsa Mesîh dielimand ji Yehowa hatibûn. Îsa Mesîh wisa got: “Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê” (Yûhenna 7:16). Daxwaza Yehowa ev e ku her kes bibihîze ku Padîşahiya Xwedê wê li ser dinyayê hikum bajo, û Îsa Mesîh ev daxwaz dianî cih.

17. Îsa Mesîh li ku derê xeber dida? Ew çima ji bo belavkirina mizgînê ew qas dixebitî?

17 Îsa Mesîh li her derê behsa mizgînê dikir. Mesela, wî li ser çiyayan, li bajaran, li gundan, li meydanan, li îbadetxaneyan û li malên mirovan xeber dida. Wî nedigot ku gerek mirov werin ba wî, lê ew bi xwe diçû ba wan (Marqos 6:56; Lûqa 19:5, 6). Îsa Mesîh ji bo belavkirina mizgînê gelek dixebitî û gelek wext û qewet xerc dikir. Gelo çima? Çimkî wî dizanibû ku daxwaza Xwedê ev e, û wî her tim guhdariya Bavê xwe dikir (Yûhenna 8:28, 29). Wekî din, dilê Îsa Mesîh bi mirovan dişewitî (Metta 9:35, 36 bixwîne). Wî didît ku alimên dînî behsa rastiya Xwedê û Padîşahiya wî nedikir. Ji ber vê yekê, wî dixwest mizgînê bide her kesî.

18. Kîjan sifatên Îsa Mesîh li te herî zêde xweş tên?

18 Îsa Mesîh ji mirovan hez dikir û xema wan dikişand. Ew dilovan bû, û her kesî bi rihetî pê sohbet dikir. Zarok jî nêzikî wî dibûn (Marqos 10:13-16). Îsa Mesîh tim adil bû. Wî ji xerabî û ji bêedaletiyê nefret dikir (Metta 21:12, 13). Li dema ku ew li dinyayê dijiya, jinan hurmet nedidît, û heqên wan hindik bûn. Dîsa jî, Îsa Mesîh tim hurmet û rûmet dida jinan (Yûhenna 4:9, 27). Wekî din, Îsa Mesîh bi rastî dilnizm bû. Mesela, êvarekê, wî lingên şandiyên xwe şûştin. Bi normalî, ev îş, îşê xizmetkaran bû (Yûhenna 13:2-5, 12-17).

Îsa Mesîh ji her kesî re behsa mizgînê dikir

19. Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh hazir bû ku alî mirovan bike?

19 Îsa Mesîh hewcedariyên mirovan rind fehm dikirin, û wî dixwest alî wan bike. Ji ber vê yekê, wî mirovên nexweş bi qudreta Xwedê qenc dikirin (Metta 14:14). Mesela, carekê zilamekî bicûzam hat ba Îsa Mesîh û got: “Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.” Dilê Îsa Mesîh pê şewitî û wî xwest alîkariya vî zilamî bike, çimkî wî gelek êş dikişand. Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh destê xwe li ser vî zilamî kir û jê re got: “Ez dixwazim, paqij bibe!” Bi vî awayî, zilamê nexweş qenc bû (Marqos 1:40-42). Bîne ber çavê xwe ku ev zilam çi qas dilxweş bû!

ÎSA MESÎH HER TIM DILSOZ DIMA

20, 21. Îsa Mesîh çawa ji her kesî zêdetir guhdariya Xwedê dikir?

20 Îsa Mesîh ji her kesî zêdetir guhdariya Xwedê dikir. Wî pir zehmet dikişand û dijminên wî jê re gelek xerabî dikir, lê ew dîsa jî tim û tim ji Xwedê re dilsoz dima. Mesela, wexta ku Îblîs ew ceriband, Îsa Mesîh guneh nekir (Metta 4:1-11). Hin merivên Îsa pêxember bawer nedikir ku ew Mesîh e. Wexta ku wan got ku “wî hişê xwe winda kiriye”, wî dîsa jî dev ji îşê Xwedê berneda (Marqos 3:21). Îsa Mesîh ji aliyê dijminên xwe ve çi qas zilm û zordarî didît jî, ew her daîm li ber Xwedê dilsoz dima û qet zerar nedida wan (1. Petrûs 2:21-23).

21 Gava Îsa Mesîh bi îşkence hat kuştin, ew heta mirinê ji Yehowa re dilsoz ma (Filîpî 2:8 bixwîne). Bîne ber çavê xwe ku wî li roja mirina xwe çi qas êş kişand. Ew hat girtin, şahidên derewîn got ku ew kafir e, hakimên xerab ew mehkûm kir, serserî pê keniyan û leşkeran jê re îşkence kir û ew li ser dîrekekê mix kir. Dîsa jî, Îsa Mesîh dilsoz ma. Ji ber vê yekê, gava ku ew li ber mirinê bû, wî wisa gazî kir: “Temam bû” (Yûhenna 19:30). Sê roj piştî mirina Îsa Mesîh, Yehowa ew ji miriyan rakir û bedeneke ruhî da wî (1. Petrûs 3:18). Piştî çend hefteyan, Îsa Mesîh vegeriya ezmanan û “li milê Xwedê yê rastê rûnişt”. Paşê, ew li bendê bû ku Xwedê wî bike Padîşah (Îbranî 10:12, 13).

22. Ji ber ku Îsa Mesîh ji Xwedê re dilsoz ma, kîjan fersend ketiye destê me?

22 Ji ber ku Îsa Mesîh ji Xwedê re dilsoz ma, em niha dikarin heta bi hetayê di ceneta li ser erdê de bijîn – wek Yehowa ji berê de xwestibû. Li beşa din, emê bielimin ku em çawa dikarin bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh heta bi hetayê bijîn.

^ par. 11 Ji Yehowa re “Bav” tê gotin, çimkî ew Afirandêr e (Îşaya 64:8). Ji Îsa Mesîh re “Kurê Xwedê” tê gotin, çimkî Yehowa ew afirandiye. Ji mirovê pêşîn Adem û melekan re jî “kur” an “lawên Xwedê” tê gotin (Eyûb 1:6; Lûqa 3:38).