Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA PÊNCEMÎN

Fîdye – Hediyeya Xwedê ya Herî Mezin

Fîdye – Hediyeya Xwedê ya Herî Mezin

1, 2. (a) Qîmeta kîjan hediyeyan ji bo te mezin e? (b) Fîdye çima hediyeya Xwedê ya herî mezin e?

HEDIYEYA herî xweş, a ku te heta niha standiye, çi ye? Hin hediye hene ku her çi qas ne biha bin jî, qîmeta wan ji bo me mezin e. Eger hediye tiştekî xweş an tiştekî lazim e, em pir şa dibin.

2 Hediyeya herî mezin, a ku Xwedê daye me, çi ye? Li vê beşê, emê bibînin ku Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh şand da ku em karibin heta bi hetayê bijîn (Metta 20:28 bixwîne). Yehowa Îsa Mesîh şand dinyayê ku ew ji bo me bibe fîdye. Bi vî awayî, Xwedê nîşan daye ku ew ji me çi qas hez dike.

FÎDYE ÇI YE?

3. Însan çima dimirin?

3 Bi destê fîdyeyê, Yehowa însanan ji guneh û mirinê azad dike (Efesî 1:7). Eger em dixwazin fehm bikin ku fîdye çima lazim e, gerek em zanibin ku bi hezaran sal berê, di baxçeyê Adenê de çi qewimîbû. Dê û bavê meyî pêşîn Adem û Hewayê guneh kir, û ji ber vê yekê, ew paşê mirin. Em jî dimirin, çimkî me gunehê Adem û Hewayê mîras standiye (bnr. Not 9).

4. Adem kî bû, û jiyana wî çawa bû?

4 Gava Yehowa mirovê pêşîn Adem afirand, wî tiştekî gelek biqîmet da wî: Jiyana bêqisûr. Hiş û bedena Adem bêqisûr bûn. Yanî, Adem wê qet nexweş neketa, kal nebûya û nemira. Ji ber ku Yehowa Adem afirand, ew wek bavê Adem bû (Lûqa 3:38). Yehowa her tim pê re xeber dida. Xwedê jê re got ku gerek ew çi bike û çi neke, û xebateke xweş da wî (1. Mûsa 1:28-30; 2:16, 17).

5. Kitêba Pîroz dibêje ku Adem “di sûretê Xwedê de” hat afirandin. Maneya vê çi ye?

5 Adem “di sûretê Xwedê de” hat afirandin (1. Mûsa 1:27). Yehowa sifatên xwe – wek hezkirin, hîkmet, edalet û qudret – da Adem. Wekî din, Xwedê îradeya azad da Adem, yanî Adem ne robot bû. Bi saya vê îradeya azad, Adem dikaribû riya rast yan riya şaş hilbijêre. Eger Adem riya rast hilbijarta û guhdariya Xwedê bikira, wiyê bikaribûya heta bi hetayê di Cenetê de bijiya.

6. Dema ku Adem guhdariya Xwedê nekir, wî çi winda kir? Gunehê Adem li ser me çawa tesîr dike?

6 Dema ku Adem guhdariya Xwedê nekir û fermana mirinê stand, Adem tiştên pir biqîmet winda kirin – dostaniya Yehowa, jiyana bêqisûr û mala xwe li Cenetê (1. Mûsa 3:17-19). Ji ber ku Adem û Hewayê bi qesdî li hemberî Xwedê bêîtaetî kir, ji bo wan êdî çare nema. Seba kirinên Adem, “guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wusa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir” (Romayî 5:12). Gava Adem guneh kir, wî hem xwe hem jî hemû mirovên din ji guneh û mirinê re “firotin” (Romayî 7:14). Gelo ji bo me çare heye? Belê, heye!

7, 8. Fîdye çi ye?

7 Fîdye çi ye? Di fikra fîdyeyê de du nuqte hene: Fîdye ji bo filitandina kesekî tê dayîn. Wekî din, fîdye heqê tiştekî ye.

8 Wexta ku Adem guneh kir, wî zerareke pir mezin da û mirin anî ser me. Mirovên qisûrdar nikarin heqê guneh û mirinê bidin. Dîsa jî, Yehowa rê vekiriye ku em ji guneh û mirinê azad bin. Niha emê bibînin ku fîdye çi dike û em çawa dikarin jê feydeyê bistînin.

YEHOWA FÎDYE ÇAWA TEDAREK KIR?

9. Fîdyeyeke çawa lazim e?

9 Tu însanê qisûrdar nikare fîdyeya jiyana bêqisûr bide, a ku Adem winda kiribû (Zebûr 49:7, 8). Ji bo dayîna fîdyeyê, jiyana mirovekî bêqisûr lazim e. Ji ber vê yekê, jê re “berdêl” tê gotin (1. Tîmotêyos 2:6). Yanî, lazim e ku qîmeta fîdyeyê bi qîmeta jiyana ku Adem winda kiribû wek hev be.

10. Yehowa fîdye çawa tedarek kir?

10 Yehowa fîdye çawa tedarek kir? Yehowa Kurê xweyî herî biqîmet şand dinyayê. Xwedê ev Kur – yanî Îsa Mesîh – berî hemû tiştên din afirandibû (1. Yûhenna 4:9, 10). Îsa Mesîh qebûl kir ku ji Bavê xwe cihê be û ji ezmanan dakeve dinyayê (Filîpî 2:7). Yehowa jiyana Îsa Mesîh derbasî zikê Meryemê kir. Bi vî awayî, Îsa Mesîh wek mirovekî bêqisûr û bêguneh hat dinyayê (Lûqa 1:35).

Yehowa Kurê xweyî hêja şand ku ew ji bo me bibe fîdye

11. Fîdyeya ji bo hemû mirovan çawa bi jiyana yek mirovî hat dayîn?

11 Gava mirovê pêşîn Adem li hemberî Yehowa bêîtaetî kir, wî riya jiyana bêqisûr ji bo her kesî girt. Gelo mirovekî din wê bikaribûya hemû zarokên Adem ji mirinê bifilitandana? Belê! (Romayî 5:19 bixwîne). Îsa Mesîh qet guneh nekir, û wî canê xweyî bêqisûr wek fîdye da (1. Korîntî 15:45). Bi saya dayîna jiyana bêqisûr a Îsa Mesîh, hemû zarokên Adem dikarin ji mirinê azad bibin (1. Korîntî 15:21, 22).

12. Çima lazim bû ku Îsa Mesîh ew qas êşê bikişîne?

12 Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh berî mirina xwe gelek êş kişand. Ew bi xedarî hat kamçî kirin, li ser dîrekekê hat mix kirin û hêdî hêdî û bi îşkence hat kuştin (Yûhenna 19:1, 16-18, 30). Çima lazim bû ku Îsa Mesîh ew qas êşê bikişîne? Çimkî Îblîs gotibû ku li bin îmtihaneke giran, tu kes nikare ji Xwedê re dilsoz bimîne. Îsa Mesîh nîşan da ku çi qas zor be jî, mirovekî bêqisûr dikare ji Xwedê re dilsoz bimîne. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa bi dilsoziya Îsa Mesîh çi qas serbilind bû! (Methelokên Silêman 27:11; bnr. Not 15).

13. Fîdye çawa hat dayîn?

13 Fîdye çawa hat dayîn? Îsa Mesîh qîmeta jiyana xwe pêşkêşî Bavê xwe kir. Li 14ê Nîsanê ya sala 33yan, Yehowa îzin da ku dijminên Îsa Mesîh wî bikujin (Îbranî 10:10). Sê roj bi şûn de, Yehowa Îsa Mesîh ji mirinê rakir – ne wek însan, lê wek melek. Paşê, Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, ba Bavê xwe. Li wê derê, wî qîmeta jiyana xwe ya bêqisûr wek fîdye ji Yehowa re pêşkêş kir (Îbranî 9:24). Loma, fîdye êdî hatiye dayîn, û em dikarin ji guneh û mirinê azad bibin (Romayî 3:23, 24 bixwîne).

FEYDEYÊN FÎDYEYÊ ÇI NE?

14, 15. Gerek em çi bikin ku gunehên me bên efû kirin?

14 Em niha jî ji hediyeya Xwedê ya herî mezin feydeyê dibînin. Gelo hin feydeyên fîdyeyê çi ne?

15 Gunehên me tên efû kirin. Ji ber ku em qisûrdar in, em carinan şaşiyan dikin û tiştên nerast dikin an dibêjin (Kolosî 1:13, 14). Em çawa dikarin bên efû kirin? Gerek em ji dil poşman bin û ji Yehowa bi dilnizmî bixwazin ku ew me efû bike. Hingê em dikarin bawer bin ku gunehên me wê bên efû kirin (1. Yûhenna 1:8, 9).

16. Gerek em çi bikin ku em bibin xwediyê wijdanekî rihet?

16 Wijdanê me rihet dibe. Gava ku wijdanê me ji me re dibêje ku me tiştekî xerab kiriye, em xwe sûcdar dikin. Belkî em xwe bêumîd û bêqîmet jî dibînin. Lê çare heye: Eger em gazî Yehowa bikin, ewê duayên me qebûl bike û me efû bike (Îbranî 9:13, 14). Yehowa dixwaze ku em jê re behsa derd û kêmasiyên xwe bikin (Îbranî 4:14-16). Bi vî awayî, em dikarin bibin xwediyê wijdanekî rihet.

17. Bi saya mirina Îsa Mesîh, em dikarin kîjan nîmetan bistînin?

17 Em dikarin heta bi hetayê bijîn. “Meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye” (Romayî 6:23). Belê, ji ber ku Îsa Mesîh ji bo me mir, emê karibin bi siheta xweş heta bi hetayê bijîn (Peyxam 21:3, 4). Lê gerek em çi bikin ku em wan nîmetan bistînin?

BI FÎDYEYÊ BAWER BIKE

18. Em ji ku dizanin ku Yehowa ji me hez dike?

18 Gava yekî hediyeyeke xweş dide te, dilê te pir şa dibe, ne wisa ye? Fîdye, hediyeya herî biqîmet e, û ji ber vê yekê, gerek em ji Yehowa re ji dil şikur bikin. Yûhenna 3:16 dibêje ku “Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da”. Belê, Yehowa ji me ew qas hez dike ku wî Kurê xwe yê hêja da me. Wekî din, em dizanin ku Îsa Mesîh jî ji me hez dike, çimkî wî canê xwe bi dilxwazî di oxira me de feda kir (Yûhenna 15:13). Belê, fîdye nîşan dide ku hem Yehowa hem Îsa Mesîh ji me pir hez dikin (Galatî 2:20).

Her ku em Yehowa baştir nas bikin, emê bibin dostên wî û emê jê zêdetir hez bikin

19, 20. (a) Tu çawa dikarî bibî dostê Yehowa? (b) Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu bi fîdyeya Îsa Mesîh bawer dikî?

19 Belê, Xwedê ji me pir hez dike. Lê tu çawa dikarî bibî dostê wî? Heta ku tu yekî nas nekî, tu nikarî jê bi rastî hez bikî. Lê Yûhenna 17:3 dibêje ku em dikarin Yehowa nas bikin. Wexta ku tu wî rind nas bikî, tuyê jê zêdetir hez bikî. Eger tu li gor daxwazên wî bijî, tu dikarî bibî dostê wî. Ji ber vê yekê, bi xwendina Kitêba Pîroz dewam bike û der heqê Yehowa de zêdetir melûmatê bistîne (1. Yûhenna 5:3).

20 Bi fîdyeya Îsa Mesîh bawer bike. Kitêba Pîroz dibêje ku “yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye” (Yûhenna 3:36). Bawerî çawa tê anîn? Gerek em emrên Îsa Mesîh bînin cih (Yûhenna 13:15). Baweriya rastîn, tenê bi zimên nabe. Gerek em bi kirinên xwe îsbat bikin ku em bi fîdyeyê bawer dikin. Aqûb 2:26 wisa dibêje: “Baweriya bê kirinan be, mirî ye.”

21, 22. (a) Gerek em çima her sal li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh hazir bin? (b) Li beşên 6 û 7emîn, emê çi bielimin?

21 Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh hazir be. Êvara berî mirina xwe, Îsa Mesîh gotibû ku gerek şagirtên wî mirina wî bînin bîra xwe. Ji ber vê yekê, em her sal di Bîranînê an “şîva Xudan” de hazir dibin (1. Korîntî 11:20; Metta 26:26-28). Îsa Mesîh dixwaze ku em ji bîr nekin ku wî canê xweyî bêqisûr wek fîdye ji bo me da. Wî wisa got: “Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19 bixwîne). Gava tu li Bîranînê hazir dibî, tu nîşan didî ku te fîdye û hezkirina mezin a Yehowa û Îsa Mesîh ji bîr nekiriye (bnr. Not 16).

22 Fîdye bi rastî jî hediyeya herî mezin e (2. Korîntî 9:14, 15). Kesên mirî jî wê ji vê hediyeyê feydeyê bibînin. Beşên 6 û 7emîn wê nîşan bidin ku ev yek çawa mumkin e.