Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA HEFTEMÎN

Mirî wê Bên Rakirin!

Mirî wê Bên Rakirin!

1-3. Em gişt bindestiyên çi ne, û Yehowa wê me çawa azad bike?

BÎNE ber çavê xwe: Ji bo sûcekî ku te nekiriye, te ceza standiye ku heta mirinê li hebsê bimînî. Îmkan tune ku tu rojekê bifilitî. Qet çare tune, û tu nikarî ji bo vî halî tiştekî bikî. Lê rojekê, tu dibihîzî ku yekî dikare te azad bike. Bi ser de, ew sozê dide ku ewê alî te bike! Ma tuyê seba alîkariya wî dilxweş nebûyayî?

2 Mîna vê, hemû însan bindestiyên mirinê ne. Em çi bikin jî, em nikarin bifilitin. Lê Yehowa dikare me ji mirinê azad bike. Li gor Kitêba Pîroz, mirin “dijminê dawî” ye, û Yehowa soz daye ku ewê mirinê tune bike (1. Korîntî 15:26).

3 Gava em êdî ji mirinê netirsin, dilê me wê çi qas rihet be! Yehowa wê hem mirinê tune bike hem jî kesên mirî dîsa rake. Carekê bifikire: Xwedê soz daye ku “yên ku di hundirê axê de radikevin” wê dîsa rabin (Îşaya 26:19). Belê, Kitêba Pîroz dibêje ku mirî wê bên rakirin!

GAVA MERIV AN DOSTEKÎ ME DIMIRE

4. (a) Gava meriv an dostekî me dimire, çi dikare me teselî bike? (b) Hin dostên Îsa Mesîh kî bûn?

4 Gava meriv an dostekî me dimire, şîn û êşa me mezin dibe, û em xwe bêçare hîs dikin. Em nikarin tiştekî bikin ku vî kesî ji mirinê rakin. Lê belê, Kitêba Pîroz me teselî dike (2. Korîntî 1:3, 4 bixwîne). Yehowa û Îsa Mesîh ji dil dixwazin meriv û dostên me ji mirinê rakin. Em vê yekê ji ku dizanin? Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, ew carinan diçû mala Lazar û xwişkên wî Merta û Meryemê, yên ku dostên Îsa Mesîh bûn. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir.” Lê rojekê, Lazar mir (Yûhenna 11:3-5).

5, 6. (a) Gava Îsa Mesîh şîna meriv û hevalên Lazar dît, wî çi kir? (b) Îsa Mesîh li ser mirinê çi hîs dike, û ev yek me çawa teselî dike?

5 Îsa Mesîh çû ba Merta û Meryemê ku wan teselî bike. Gava Mertayê bihîst ku Îsa Mesîh li ser rê bû, ew ji gund derket û çû pêşiya wî. Gava wê Îsa Mesîh dît, ew şa bû, lê wê got: “Eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.” Merta difikirî ku Îsa Mesîh dereng ma. Pişt re, Îsa Mesîh dît ku xwişka wê Meryem digiriya. Wexta ku wî dît ku dilê wan çi qas dişewitî, ew jî xemgîn bû û giriya (Yûhenna 11:21, 33, 35). Wî rind zanibû ku gava meriv an dostekî me dimire, em çi qas xemgîn dibin.

6 Belê, hîsên Îsa Mesîh ên li ser mirinê mîna hîsên me ne, û ev yek me bi rastî teselî dike. Bi ser de, hîsên Îsa Mesîh û hîsên Xwedê wek hev in (Yûhenna 14:9). Yehowa dikare mirinê heta bi hetayê tune bike, û di demeke nêzik de, ewê vê yekê bike.

“LAZAR, WERE DERVE!”

7, 8. Mertayê çima nedixwest ku kevirê li ber mezelê Lazar bê rakirin, lê Îsa Mesîh çi kir?

7 Gava Îsa Mesîh gihîşt mezelê Lazar, derî bi kevirekî mezin ve girtî bû. Îsa Mesîh got: “Kevir rakin.” Lê Mertayê nedixwest ku kevir bê rakirin, çimkî êdî çar roj bû ku laşê Lazar di mezel de bû (Yûhenna 11:39). Mertayê fehm nedikir ku Îsa Mesîh wê çi bikira.

Bîne ber çavê xwe ku gava Lazar ji mirinê hat rakirin, meriv û dostên wî çi qas dilxweş bûn! (Yûhenna 11:38-44)

8 Îsa Mesîh bangî Lazar kir: “Were derve!” Paşê, Merta û Meryemê tiştekî ecêb dît. “Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve” (Yûhenna 11:43, 44). Belê, Lazar ji mirinê rabû û vegeriya ba meriv û dostên xwe. Wan dîsa dikaribû wî hembêz bikin, dest pê bidin û bi wî re bipeyivin. Çi mucîzeyeke mezin! Belê, Îsa Mesîh dostê xwe Lazar ji mirinê rakiribû.

“KEÇIKÊ, EZ JI TE RE DIBÊJIM: RABE!”

9, 10. (a) Kê qudret da Îsa Mesîh ku ew miriyan rake? (b) Gotinên Kitêba Pîroz ên li ser rakirina miriyan ji bo me çima muhîm in?

9 Îsa Mesîh kesên mirî çawa rakirin? Bi qudreta xwe? Na. Berî ku wî Lazar rakir, Îsa Mesîh ji Yehowa re dua kiribû, û Yehowa qudret da wî ku ew Lazar ji mirinê rake (Yûhenna 11:41, 42 bixwîne). Ji xeynî Lazar, kesên din jî hatin rakirin. Mesela, Kitêba Pîroz behsa keçikeke 12 salî dike, ya ku gelek nexweş bû. Bavê wê Yayîros dixwest ku Îsa Mesîh wê qenc bike. Tu zarokên wî yên din tune bûn. Gava wî bi Îsa Mesîh re xeber dida, hin mirovan wisa got: “Keçika te mir. Tu çima hê mamoste diwestînî?” Lê Îsa Mesîh ji Yayîros re got: “Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!” Paşê, Îsa Mesîh bi Yayîros re çû mala wî. Li wê derê, her kes digiriya. Îsa Mesîh ji wan re got: “Negirîn, ew nemiriye, lê ew di xew de ye.” Dê û bavê keçikê bêguman li ber van gotinên Îsa Mesîh şaş man. Îsa emir da ku her kes derkeve. Paşê, ew tevî dê û bavê keçikê ket hundirê odeya ku keçik tê de radiket. Îsa Mesîh destê wê girt û got: “Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!” Keçik hemen rabû! Bîne ber çavê xwe ku dê û bavê wê çi qas dilxweş bûn. Belê, Îsa Mesîh keçika wan ji mirinê rakiribû (Marqos 5:22-24, 35-42; Lûqa 8:49-56). Ji wê rojê û pê ve, her ku wan keçika xwe didît, wan bê guman dianî bîra xwe ku Yehowa bi destê Îsa Mesîh ji bo wan çi kiribû. *

10 Kesên ku Îsa Mesîh ji mirinê rakirin paşê dîsa mirin. Dîsa jî, wexta ku em der heqê van kesan de dixwînin, dilê me fireh dibe. Ji van serpêhatiyan, em fehm dikin Yehowa dixwaze miriyan rake, û ewê vê yekê bike.

EM JI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ ÊN LI SER RAKIRINA MIRIYAN ÇI DIELIMIN?

Petrûsê şandî, şagirteke Îsa Mesîh ya bi navê Xezal ji mirinê rakir (Karên Şandiyan 9:36-42)

Êlyas kurê jinebiyekê ji mirinê rakir (1. Qiralan 17:17-24)

11. Waiz 9:5 li ser halê Lazar çi dibêje?

11 Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku “mirî bi tiştekî nizanin”. Halê Lazar jî wisa bû (Waiz 9:5). Wek Îsa Mesîh gotibû, Lazar qey di xewê de bû (Yûhenna 11:11). Çaxa ku Lazar di mezel de bû, wî ‘bi tiştekî nizanibû’.

12. Em ji ku dizanin ku Lazar bi rastî ji mirinê rabû?

12 Gava Îsa Mesîh dostê xwe Lazar ji mirinê rakir, gelek mirov ev yek didît. Dijminên Îsa Mesîh jî dizanibû ku wî ev mucîze bi rastî kiribû, çimkî Lazar êdî sax bû, û vê yekê îsbat dikir ku ew bi rastî ji mirinê rabûbû (Yûhenna 11:47). Wekî din, gelek mirov çûn ba Lazar, û wan jî bawerî anî ku Îsa Mesîh ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin. Lê belê, dijminên Îsa Mesîh diqehirîn û dixwest hem wî hem jî Lazar bikujin (Yûhenna 11:53; 12:9-11).

13. Em ji ku dizanin ku Yehowa dikare miriyan rake?

13 Îsa Mesîh got ku “hemû kesên di goran de” wê bên rakirin (Yûhenna 5:28). Yanî, hemû kesên ku di bîra Yehowa de ne, wê ji mirinê bên rakirin. Lê ji bo ku Yehowa bikaribe yekî ji mirinê rake, lazim e ku ew der heqê vî kesî de her tiştî bîne bîra xwe. Gelo Xwedê bi rastî dikare vê yekê bike? Wek em dizanin, di fezayê de bi milyaran stêrk hene. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa navê her stêrkê dizane (Îşaya 40:26 bixwîne). Madem ku ew dikare navê her stêrkê bîne bîra xwe, ew bêguman bi hêsanî dikare der heqê miriyan de jî hemû teferuatan bîne bîra xwe. Wekî din, ji ber ku Yehowa Afirandêrê her tiştî ye, em dizanin ku qudreta wî heye ku miriyan rake.

14, 15. Di kitêba Eyûb de, em der heqê rabûna miriyan de çi dielimin?

14 Eyûb pêxember bi rakirina miriyan bawer dikir. Wî wisa pirs kir: “Gava mirov dimire, gelo ew dikare dîsa bijî?” Paşê, Eyûb ji Yehowa re wisa got: “Tuyê bang bikî, û ezê cewabê bidim te. Tuyê bêriya karê destê xwe bikî.” Belê, wî dizanibû ku rojekê, Yehowa wê miriyan rake (Eyûb 14:13-15, NWT).

15 Tu li ser umîda rabûna miriyan çi difikirî? Gelo meriv û hevalên te yên mirî jî wê bên rakirin? Ji ber ku em dizanin ku Yehowa ji dil dixwaze miriyan rake, dilê me fireh dibe. Kî wê bê rakirin, û yên rakirî wê li ku derê bijîn? Ka em li cewaba Kitêba Pîroz binêrin.

MIRÎ WÊ “DENGÊ WÎ BIBIHÎZIN Û DERKEVIN”

16. Jiyana kesên ku wê bên rakirin wê çawa be?

16 Kesên ku di demên berê de hatibûn rakirin dîsa gihîştin meriv û dostên xwe. Li dema bê, gava ku mirî wê bên rakirin, jiyana wan wê hê jî xweştir be. Gelo çima? Çimkî yên ku li rûyê erdê wê bên rakirin wê bikaribin heta bi hetayê bijîn. Dinyaya nû wê ji dinyaya îroyîn gelek cuda be. Şer, zilm û nexweşî wê êdî tune bin.

17. Kî wê bên rakirin?

17 Kî wê bên rakirin? Îsa Mesîh got ku “hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29). Peyxam 20:13 jî wisa dibêje: “Deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û diyarê miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan.” Belê, bi milyaran kes wê ji mirinê bên rakirin. Wekî din, Pawlosê şandî got ku kesên “rast û nerast” wê bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15 bixwîne). Maneya vê çi ye?

Li ceneta li rûyê erdê, mirî wê rabin û vegerin ba meriv û dostên xwe

18. Kesên “rast”, ên ku wê bên rakirin, kî ne?

18 Xizmetkarên Yehowa yên dilsoz, ên ku berî hatina Îsa Mesîh dijiyan, kesên “rast” bûn. Mesela, Nûh, Birahîm, Sara, Mûsa, Rût û Ester wê bên rakirin û li ser erdê bijîn. Îbranî beşa 11an behsa hinek ji wan dike. Lê halê xizmetkarên Yehowa, yên ku di dema me de dimirin, wê çi be? Ew jî kesên “rast” in, û ewê jî bên rakirin.

19. Kesên “nerast” kî ne? Yehowa wê fersendê bide wan ku ew çi bikin?

19 Bi milyaran kesên ku fersend nedîtibû ku Yehowa nas bikin wek kesên “nerast” tên bi nav kirin. Ew her çi qas mirî ne jî, Yehowa ew ji bîr nekirine. Xwedê wê wan ji mirinê rake, û wê çaxê ewê bikaribin wî nas bikin û ji wî re xizmet bikin.

20. Kî wê neyên rakirin?

20 Gelo ev yek tê maneya ku hemû mirî wê bên rakirin? Na. Îsa Mesîh got ku hin kes wê neyên rakirin (Lûqa 12:5). Kî wê qerarê bide ku kesek wê bê rakirin an na? Yehowa Hakimê herî bilind e, û wî Îsa Mesîh wek hakimê li ser kesên sax û mirî tayîn kiriye (Karên Şandiyan 10:42). Yên ku xerab in û naxwazin xwe serrast bikin wê neyên rakirin (bnr. Not 19).

RAKIRINA JI BO JIYANA LI EZMANAN

21, 22. (a) Rakirina ji bo jiyana li ezmanan çawa çêdibe? (b) Kesê pêşîn, ê ku ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin, kî bû?

21 Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku hin kes wê li ezmanan bijîn. Gava kesek ji bo jiyana li ezmanan tê rakirin, ew bi bedeneke fîzîkî nayê rakirin. Ew bi bedeneke ruhî tê rakirin ji bo ku ew li ezmanan bijî.

22 Kesê pêşîn, ê ku bi vî awayî hat rakirin, Îsa Mesîh bû (Yûhenna 3:13). Sê roj piştî ku Îsa Mesîh hatibû kuştin, Yehowa ew ji mirinê rakir (Zebûr 16:10; Karên Şandiyan 13:34, 35). Îsa Mesîh bi bedeneke fîzîkî nehat rakirin. Wek Petrûsê şandî gotibû, Îsa Mesîh “di bedenê de hat kuştin, lê di ruh de hat sax kirin” (1. Petrûs 3:18, NWT). Belê, Îsa Mesîh wek ruhekî biqudret hat sax kirin! (1. Korîntî 15:3-6). Kitêba Pîroz dibêje ku kesên din jî wê wek ruh bên rakirin.

23, 24. Îsa Mesîh behsa “keriyê biçûk” kiribû. Ew kî ne û çend kes in?

23 Berî mirina xwe, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe yên dilsoz re wisa gotibû: “Ez diçim ji we re cih amade bikim” (Yûhenna 14:2). Li gor van gotinan, hin şagirtên wî wê bên rakirin ji bo ku ew li cem wî li ezmanan bijîn. Gelo çend kes? Îsa Mesîh got ku ewê hindik bin, wek “keriyê biçûk” (Lûqa 12:32). Paşê, Yûhennayê şandî hejmara wan xuya kir. Wî dît ku Îsa Mesîh “li ser Çiyayê Siyonê [yê ezmanî] sekinî û bi wî re sed û çil û çar hezar mirov hebûn” (Peyxam 14:1).

24 Ev 144.000 şagirtên Îsa Mesîh wê kengê bên rakirin? Kitêba Pîroz dibêje ku ewê piştî sazkirina hikumdariya Îsa Mesîh ya li ezmanan bihatana rakirin (1. Korîntî 15:23). Niha em li wê demê de ne, û piraniya wan jixwe hatine rakirin û çûne ezmanan. Ên ku hê li dinyayê ne û di dema me de dimirin wê hemên ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin. Lê piraniya însanan wê ji bo jiyana li ceneta li rûyê erdê bên rakirin.

25. Li beşa din, emê der heqê çi de melûmatê bistînin?

25 Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû mirovan ji mirinê azad bike, û mirin wê heta bi hetayê tune be! (Îşaya 25:8 bixwîne). Gelo kesên ku diçin ezmanan wê li wê derê çi bikin? Li gor Kitêba Pîroz, ewê bi Îsa Mesîh re di Padîşahiya ezmanî ya Xwedê de hikum bajon. Li beşa din, emê li ser vê hikumdariyê zêdetir melûmatê bistînin.

^ par. 9 Kitêba Pîroz behsa rakirina ciwan û kalan, jin û mêran û kesên ji cure cure miletan dike. Li 1. Qiralan 17:17-24; 2. Qiralan 4:32-37; 13:20, 21; Metta 28:5-7; Lûqa 7:11-17; 8:40-56 û Karên Şandiyan 9:36-42; 20:7-12, tu dikarî der heqê wan de bixwînî.