Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA NEHEMÎN

Gelo Dawiya Dinyayê Nêzik e?

Gelo Dawiya Dinyayê Nêzik e?

1. Kîjan kitêb ji berê de dibêje ku halê dinyayê wê çi be?

XEBERÊN li televîzyonê her ku diçe xerabtir dibin. Kul û derd ew qas pir in ku hinek difikirin ku dawiya dinyayê nêzik e. Gelo ev rast e? Gelo em dikarin bizanibin ku halê dinyayê wê çi be? Belê. Rast e, mirov ji berê de nizanin ku halê wan wê çi be. Lê belê li Kitêba Pîroz, Yehowa ji me re dibêje ku halê me û halê dinyayê wê çi be (Îşaya 46:10; Aqûb 4:14).

2, 3. Şagirtên Îsa Mesîh dixwest çi bizanibin, û Îsa Mesîh çi cewab da?

2 Li gor Kitêba Pîroz, dawiya dinyayê ne dawiya vê erdê, lê dawiya xerabiyê ye. Îsa Mesîh got ku Padîşahiya Xwedê wê li ser erdê hikum bajo (Lûqa 4:43). Şagirtên wî dixwest bizanibin ku Padîşahiya Xwedê wê kengê bê. Ji ber vê yekê, wan ji Îsa Mesîh wisa pirs kir: “Ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?” (Metta 24:3). Îsa Mesîh tarîxa dawiya dinyayê ji wan re negot, lê wî ji wan re got ku gava dawiya dinyayê wê nêzik be, çi wê biqewime. Gotinên Îsa Mesîh niha tên cih.

3 Li vê beşê, emê hin îsbatan bibînin ku dawiya dinyayê niha pir nêzik e. Berî her tiştî, gerek em li ser şerekî ku li ezmanan derbas bû melûmatê bistînin. Paşê, emê fehm bikin ku halê dinyayê niha çima ew qas xerab e.

ŞEREKÎ LI EZMANAN

4, 5. (a) Piştî ku Îsa Mesîh bû Padîşah, li ezmanan çi qewimî? (b) Peyxam 12:12 gotibû ku piştî avêtina Îblîs, li dinyayê çi wê biqewimiya?

4 Li beşa 8emîn, me dîtibû ku Îsa Mesîh di sala 1914an de li ezmanan bû Padîşah (Danîêl 7:13, 14). Kitêba Peyxamê wisa vedibêje: “Li ezmên ceng çêbû. Mîxayîl [yanî Îsa Mesîh] û milyaketên xwe bi ejder [Îblîs] re şer kirin. Û ejder û milyaketên xwe şer kirin.” * Îblîs û cinên wî li vî şerî bin ketin û hatin avêtin ser erdê. Bîne ber çavê xwe ku melekên dilsoz çi qas dilxweş bûn! Hingê halê dinyayê çawa bû? Kitêba Pîroz gotibû ku piştî avêtina Îblîs û cinan, dinya wê bi kul û derdan ve tije bibe. Gelo çima? Ji ber ku hêrsa Îblîs mezin e, “çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e” (Peyxam 12:7, 9, 12).

5 Îblîs niha dinyayê tev li hev dike. Hêrsa wî mezin e, çimkî di demeke nêzik de, Xwedê wê wî ji holê rake. Niha emê bibînin ku Îsa Mesîh der heqê rojên dawîn de çi gotibû (bnr. Not 24).

ROJÊN DAWÎN

6, 7. Gelo îro şer û birçîtî hene?

6 Şer. Îsa Mesîh gotibû: “Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin” (Metta 24:7). Di hundirê hemû tarîxê de, hejmara kesên ku di dema me de di şeran de hatine kuştin, hejmara herî mezin e. Li gor xebereke enstîtûya Worldwatchê, ji sala 1914an û vir de, zêdetirî 100 milyon kes di şeran de hatine kuştin. Di hundirê 100 salên ji sala 1900î heta sala 2000î de, hejmara mirovên ku di şeran de mirin ji 1.900 salên berê sê qat zêde bû. Carekê bifikire ku bi milyonan kesan seba şer çi qas êş û jan kişand!

7 Birçîtî. Îsa Mesîh gotibû ku “xela” wê rabe (Metta 24:7). Niha li hemû dinyayê xwarin bi rastî pir e, lê gelek kes dîsa jî tim birçî dimînin. Gelo çima? Çimkî an pere an axa wan tune. Pereyê ku bêtirî yek milyar însan di rojekê de pê debar dikin, ji dolarekê kêmtir e. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal bi milyonan zarok nexweş dikevin û dimirin, çimkî xwarina wan kêm e.

8, 9. Gotinên Îsa Mesîh ên li ser zelzele û nexweşiyan çawa hatine cih?

8 Zelzele. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Erdhejînên mezin wê çêbin” (Lûqa 21:11). Niha her sal çend zelzeleyên mezin çêdibin. Ji sala 1900î û vir de, zêdetirî du milyon însan di zelzeleyan de mirine. Bi alîkariya teknolojiyê, zelzele niha zû tên tesbît kirin, lê dîsa jî gelek însan di zelzeleyan de dimirin.

9 Nexweşî. Îsa Mesîh behsa nexweşiyên xerab kiribû, yên ku wê zû belav bibûna û gelek mirov bikuştana (Lûqa 21:11). Her çi qas dermanên gelek nexweşiyan êdî hene jî, nexweşiyên bêçare dîsa jî hene. Li gor xeberekê, her sal bi milyonan mirov ji nexweşiyên wek tuberkuloz, ta û kolera dimirin. Wekî din, di 40 salên çûyî de, 30 nexweşiyên nû hatine dîtin, û hinek ji wan bêçare ne.

LI ROJÊN DAWÎN, MIROV WÊ ÇAWA BIN?

10. Gotinên 2. Tîmotêyos 3:1-5 îro çawa tên cih?

10 Li 2. Tîmotêyos 3:1-5, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên.” Pawlosê şandî ji berê de xuya kiribû ku li rojên dawîn, karaktera mirovan wê çawa be. Wî got ku mirov wê wisa bin:

  • Xwehez

  • Perehez

  • Pozbilind

  • Neguhdarên dê û bavan

  • Nankor

  • Nepak

  • Xayîn

  • Ji Xwedê bêtir ji kêfê hez dikin

  • Xuya dikin qey ji Xwedê hez dikin, lê guhdariya wî nakin

11. Li gor Zebûr 92:7, çi wê bê serê mirovên xerab?

11 Ma li derdora te kesên wisa tune ne? Çi heyf e ku li seranserê dinyayê gelek mirov wisa ne. Lê di demeke nêzik de, ev soza Xwedê wê bê cih: “Wek giya şînbûna xeraban, hergav şaxdayîna yên ku dikin fesadiyan, ji bo her û her hilweşîna wan e” (Zebûr 92:7).

XEBERA XÊRÊ

12, 13. Li van rojên dawîn, Yehowa ji me re çi elimandiye?

12 Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku li rojên dawîn, dinya wê bi kul û derdan ve tije be. Lê xeberên baş jî hene.

“Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn” (Metta 24:14)

13 Fehmkirina Kitêba Pîroz. Danîêl pêxember li ser rojên dawîn wisa nivîsîbû: “Zanîna rast wê zêde bibe” (Danîêl 12:4, NWT). Xwedê ji berê de gotibû ku ewê alî xizmetkarên xwe bike ku ew Kitêba Pîroz rind fehm bikin. Bi xisûsî ji sala 1914an û vir de, Yehowa ev alîkarî daye. Mesela, wî ji me re nîşan daye ku navê wî çi qas muhîm e, mexseda wî ya ji bo dinyayê çi ye, rastiya li ser fîdyeyê çi ye, piştî mirinê çi dibe û rakirina miriyan wê çawa be. Em elimîne ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare hemû derdên me hel bike. Wekî din, em elimîne ku em çawa dikarin dilşad bin û gerek em çawa bijîn da ku Xwedê ji me razî be. Gelo xizmetkarên Xwedê vê melûmatê tenê ji bo xwe vedişêrin? Ayeteke din cewaba vê pirsê dide (bnr. Not 21 û 25).

14. Mizgîna Padîşahiyê li ku derê tê dayîn, û ji aliyê kê ve?

14 Belavkirina mizgînê. Gava Îsa Mesîh behsa rojên dawîn kir, wî wisa got: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn” (Metta 24:3, 14). Mizgîna Padîşahiyê niha li zêdetirî 230 welat û herêmî, û bi zêdetirî 1.000 zimanî tê dayîn. Belê, li hemû dinyayê, Şahidên Yehowa yên “ji her miletî” alî mirovan dikin, ji bo ku ew fehm bikin ku Padîşahiya Xwedê çi ye û ewê ji bo însanan çi bike (Peyxam 7:9). Ew vê xebatê bê pere tînin cih. Wek Îsa Mesîh ji berê de gotibû, ew her çi qas nefret û zilmê dibînin jî, tu kes û tu tişt nikare ji belavkirina mizgînê re bibe asteng (Lûqa 21:17).

TUYÊ ÇI BIKÎ?

15. (a) Gelo tu bawer dikî ku em niha li rojên dawîn in? Çima? (b) Çi wê bê serê kesên ku guhdariya Yehowa dikin û kesên ku guhdariya wî nakin?

15 Gelo tu bawer dikî ku em niha li rojên dawîn in? Gelek gotinên Kitêba Pîroz yên li ser rojên dawîn niha tên cih. Di demeke nêzik de, Yehowa wê belavkirina mizgînê bisekinîne, û “hingê dawî wê bê” (Metta 24:14). Dawî çi ye? Dawî, şerê Harmegedonê ye. Bi vî şerî, Xwedê wê hemû xerabiyê tune bike. Bi destê Îsa Mesîh û melekên wî yên xurt, Yehowa wê hemû kesên ku guhdariya wî û Kurê wî nakin, tune bike (2. Selanîkî 1:6-9). Paşê, Îblîs û cinên wî wê êdî nikaribin mirovan bixapînin. Mirovên ku Padîşahiya Xwedê qebûl dikin û guhdariya Xwedê dikin wê pêkhatina hemû sozên Xwedê bi çavê xwe bibînin (Peyxam 20:1-3; 21:3-5).

16. Ji ber ku dawî ew qas nêzik e, gerek tu çi bikî?

16 Dawiya vê dinyaya Îblîs nêzik e. Ji ber vê yekê, gelek muhîm e ku em ji xwe bipirsin: “Gerek ez çi bikim?” Yehowa dixwaze ku tu Kitêba Pîroz hûr û kûr bielimî. Gerek tu xwendina Kitêba Pîroz îhmal nekî (Yûhenna 17:3). Her hefte, civînên Şahidên Yehowa alîkariya mirovan dikin ku ew Kitêba Pîroz fehm bikin. Eger îmkana te hebe, here hemû civînan (Îbranî 10:24, 25 bixwîne). Belkî tuyê bielimî ku gerek tu hal û hereketên xwe biguherînî. Eger tu wisa bikî, tuyê nêzikî Yehowa bibî (Aqûb 4:8).

17. Gava dawî bê, gelek kes wê çima şaş bimînin?

17 Pawlosê şandî got ku “ka diz bi şev çawa tê”, helakkirina xeraban jî wê ji nişka ve dest pê bike (1. Selanîkî 5:2). Wek Îsa Mesîh ji berê de gotibû, îro gelek kes îsbatên ku em di rojên dawîn de dijîn, ji nedîtî ve tên. Ayet wisa dibêje: “Ka di rojên Nûh de çawa bû, hatina Kurê Mirov [an rojên dawîn] jî wê wusa be. Çimkî di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê, wan pê nizanibû ku wê çi bibe, heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be” (Metta 24:37-39).

18. Îsa Mesîh me çawa hişyar dike?

18 Îsa Mesîh me hişyar dike ku bila dilê me “bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê” giran nebe. Wî got ku dawî wê “wek dafikekê” ji nişka ve bê. Wekî din, wî got ku ewê “bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de, bê”. Îsa Mesîh wisa berdewam kir: “Herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên ku wê bibin, birevin û li ber Kurê Mirov rawestin” (Lûqa 21:34-36). Çima pir muhîm e ku em guhdariya Îsa Mesîh bikin? Çimkî wexta helakkirina dinyaya xerab a Îblîs pir nêzik e. Tenê kesên ku di çavê Yehowa û Îsa Mesîh de meqbûl in wê li dawiyê sax bimînin û li dinyaya nû heta bi hetayê bijîn (Yûhenna 3:16; 2. Petrûs 3:13).

^ par. 4 Mîxayîl, navekî din ê Îsa Mesîh e. Ji bo zêdetir melûmatê, li Nota 23yemîn binêre.