Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA DEHEMÎN

Rastiya li ser Melekan

Rastiya li ser Melekan

1. Gerek em çima der heqê melekan de melûmatê bistînin?

YEHOWA dixwaze ku em malbata wî nas bikin. Di malbata Xwedê de, melek jî hene. Kitêba Pîroz ji wan re dibêje “lawên Xwedê” (Eyûb 38:7). Karê melekan çi ye? Di demên berê de, wan çawa alî mirovan dikir? Gelo ew niha dikarin alî me bikin? (bnr. Not 8).

2. Melek ji ku derê hatine? Çend melek hene?

2 Melek ji ku derê hatine? Li gor Kolosî 1:16, piştî ku Îsa Mesîh ji aliyê Yehowa ve hatibû afirandin, “hemû tiştên li erdê û li ezmanan”, yanî melek jî, “hatin afirandin”. Çend melek hene? Kitêba Pîroz dibêje ku bi sedan milyonan melek hene (Zebûr 103:20; Peyxam 5:11).

3. Eyûb 38:4-7 der heqê melekan de çi dibêje?

3 Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku berî afirandina erdê, Yehowa melek afirandibûn. Kitêba Eyûb dibêje ku gava wan erd dît, ew gelek kêfxweş bûn. Belê, wan wek malbatek, di yekîtiyê de, ji Yehowa re xizmet dikir (Eyûb 38:4-7).

MELEK ALÎ XIZMETKARÊN XWEDÊ DIKIN

4. Em ji ku dizanin ku melek bi însanan eleqedar dibin?

4 Melek her tim bi mirovan û bi mexseda Yehowa ya ji bo dinyayê û ji bo mirovan eleqedar dibin (Methelokên Silêman 8:30, 31; 1. Petrûs 1:11, 12). Gava Adem û Hewayê serî hilda, melek bêguman pir xemgîn bûn. Niha jî ew bêguman pir xemgîn in ji ber ku gelek mirov guhdariya Yehowa nakin. Lê gava yekî tobe dike û vedigere ba Xwedê, melek dilşad dibin (Lûqa 15:10). Melek bi kesên ku ji Xwedê re xizmet dikin jî gelek eleqedar dibin. Yehowa bi destê melekan piştgiriya xizmetkarên xwe dike û wan diparêze (Îbranî 1:7, 14). Ka em li çend mîsalan binêrin.

“Xwedayê min milyaketê xwe şand û devê şêran girt” (Danîêl 6:22)

5. Di demên berê de, melekan çawa alî xizmetkarên Xwedê dikir?

5 Berî wêrankirina bajarên Sodom û Gomorayê, Yehowa du melek şandibûn ba Lût û malbata wî. Melekan alîkariya wan kir ku ew ji wê derê birevin (1. Mûsa 19:15, 16). Çend sedsal piştî vê, Danîêl hat avêtin kortala şêran, lê wî zerar nedît, çimkî Xwedê “milyaketê xwe şand û devê şêran girt” (Danîêl 6:22). Paşê, gava Petrûsê şandî li hebsê bû, melekekî ku ji aliyê Yehowa ve hatibû şandin ew azad kir (Karên Şandiyan 12:6-11). Çaxa Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, melekan alî wî dikir. Mesela, piştî ku ew bin av bû, “milyaketan jê re xizmet dikir” (Marqos 1:13). Berî îdamkirina Îsa Mesîh, melekekî “hêz da wî” (Lûqa 22:43).

6. (a) Em ji ku dizanin ku melek îro jî alî xizmetkarên Xwedê dikin? (b) Niha emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

6 Îro melek êdî ji însanan re xuya nabin. Dîsa jî, Xwedê bi destê melekan alî xizmetkarên xwe dike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dora yên ku jê ditirsin, dipêçe milyaketê Xudan, û xelas dike wan” (Zebûr 34:7). Em çima hewceyî parastinê ne? Çimkî dijminên me yên xurt hene, û ew dixwazin zerarê bidin me. Gelo ew kî ne? Ew çawa hatine meydanê? Ew çawa dixwazin zerar bidin me? Ji bo cewabên van pirsan, gerek em bielimin ku piştî afirandina Adem û Hewayê çi qewimî.

DIJMINÊN KU NAYÊN DÎTIN

7. Îblîs gelek mirov xapandine da ku ew çi bikin?

7 Li beşa 3yemîn, em elimîbûn ku melekekî li hemberî Xwedê serî hilda ji ber ku wî dixwest hikumdariyê bike. Kitêba Pîroz wî wek “Şeytan” û “Îblîs” bi nav dike (Peyxam 12:9). Wekî din, Îblîs dixwest ku kesên din jî li hemberî Xwedê serî hildin. Wî berê Hewa xapand, û ji wê demê û vir de, wî gelek mirovên din jî xapandine. Dîsa jî, hin kes ji Yehowa re dilsoz man, mesela Habîl, Henox û Nûh (Îbranî 11:4, 5, 7).

8. (a) Hin melek çawa bûne cin? (b) Cinan çi kir da ku ew di tofanê de nemirin?

8 Di dema Nûh de, hin melekan li hemberî Xwedê serî hilda û warê xweyî li ezmanan terk kir ji bo ku wek însan li dinyayê bijîn. Gelo mexseda wan çi bû? Kitêba Pîroz dibêje ku wan dixwest bi jinan re bizewicin (1. Mûsa 6:2 bixwîne). Lê belê, ev yek tiştekî xerab bû (Cihûda 6). Mîna van melekên xerab, gelek mirovên ku li wê demê dijiyan nebaş û zalim bûn. Ji ber vê yekê, Yehowa qerar da ku tofanekê bîne û mirovên xerab tune bike (1. Mûsa 7:17, 23). Melekên xerab li tofanê nemirin, lê vegeriyan ezmanan. Kitêba Pîroz van melekên xerab wek “cin” bi nav dike. Cinan jî wek Îblîs serî hildaye, û Îblîs bûye hikumdarê wan (Metta 9:34).

9. (a) Gava cin vegeriyan ezmanan, çi hat serê wan? (b) Niha emê çi bielimin?

9 Yehowa ev cinên asî ji malbata xwe derxistine (2. Petrûs 2:4). Cin êdî nikarin bibin însan, lê ew dîsa jî ‘hemû dinyayê dixapînin’ (Peyxam 12:9; 1. Yûhenna 5:19). Bila em bielimin ku ew çawa dikarin ew qas mirovan bixapînin (2. Korîntî 2:11 bixwîne).

CIN MIROVAN ÇAWA DIXAPÎNIN?

10. Cin mirovan çawa dixapînin?

10 Hîleyên cinan pir in. Mirov carinan rasterast û carinan jî bi destê efsûnkar û medyûman bi cinan re dikevin îrtibatê. Ev yek wek “cindarî” tê bi nav kirin. Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku gerek em xwe ji cinan û ji cindariyê dûr bigirin (Galatî 5:19-21). Gelo çima? Çawa ku nêçîrvanek ji bo girtina heywanan dafikan datîne, cin jî dixwazin mirovan bi hîleyan bigirin û bin dest bikin (bnr. Not 26).

11. Falbazî çi ye, û gerek em çima jê dûr bisekinin?

11 Mesela, falbazî yek ji hîleyên cinan e. Hinek dixwazin bi fala stêrkan, fala destan, fala qehweyê an şirovekirina xewnan bizanibin ku çi wê bê serê wan an serê kesekî din. Gelek kes difikirin ku zerara van tiştan tune, lê ev ne rast e. Falbazî îşê cinan e, û pir bitalûke ye. Kitêba Pîroz nîşan dide ku cin û falbazî bi hev ve girêdayî ne. Mesela, Karên Şandiyan 16:16-18 behsa “ruhê falbaziyê” dike. Keçikekê bi alîkariya vî ruhî fal vedikir. Piştî ku Pawlos ew cin derxist, keçikê qudreta kehanetê winda kir.

12. (a) Gava yekî dixwaze bi miriyan re bipeyive, ew bi eslê xwe bi kê re dikeve îrtibatê? (b) Xizmetkarên Xwedê çima ji adetên cindar dûr disekinin?

12 Hîleyeke din jî ev e: Cin dixwazin ku em bawer bikin ku em dikarin bi miriyan re bikevin îrtibatê, û ku kesên mirî li cihekî din hê sax in û dikarin bi me re bipeyivin an zerarê bidin me. Mesela, gava yekî dimire, heval an merivên wî carinan diçin ba medyûmekî, da ku ew bi kesê mirî re bikevin îrtibatê. Dibe ku medyûm bi alîkariya cinan bikaribe der heqê kesê mirî de tiştekî balkêş bibêje û bi dengê kesê mirî xeber bide (1. Samûyêl 28:3-19). Fikra ku mirî li cihekî din hê sax in li gelek adetan jî tê dîtin. Mesela, mirov ji bo miriyan dua dikin, xwarinan çêdikin û diçin ber tirbeyan. Lê belê, adetên wisa bi cindariyê ve girêdayî ne. Gava şagirtên Îsa Mesîh ji van adetan dûr disekinin, meriv an gundiyên wan carinan hêrs dikevin. Lê şagirtên Îsa Mesîh dizanin ku mirî li cihekî din sax nînin. Em nikarin bi wan re bipeyivin, û ew nikarin zerarê bidin me (Zebûr 115:17). Pir dîqat bike! Bi cinan re nekeve îrtibatê, û ji adetên cindar dûr bisekine (5. Mûsa 18:10, 11 bixwîne; Îşaya 8:19).

13. Gelek kesên ku berê ji cinan ditirsiyan niha di çi halî de ne?

13 Wekî din, cin carinan însanan ditirsînin. Ji ber ku Îblîs û cinên wî dizanin ku di demeke nêzik de, Xwedê wê wan ji dinyayê derxe, ew hê zêde bihêrs in (Peyxam 12:12, 17). Dîsa jî bi hezaran însan êdî ji cinan natirsin. Ew çawa ji tirsa cinan filitîne?

LI HEMBERÎ CINAN BISEKINE Û JI DESTÊ WAN BIFILITE

14. Mîna şagirtên Îsa Mesîh, ên ku di sedsala yekê de dijiyan, em çawa dikarin ji destê cinan bifilitin?

14 Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku em çawa dikarin li hemberî cinan bisekinin û ji destê wan bifilitin. Mesela, hin bajariyên Efesê cindarî dikir berî ku ew rastiya Kitêba Pîroz elimîbûn. Gelo wan çawa dev ji cindariyê berda? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gelek ji wan ên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe civandin û li ber hemûyan şewitandin” (Karên Şandiyan 19:19). Ji ber ku wan dixwest bibin şagirtên Îsa Mesîh, wan hemû kitêbên xwe yên li ser sêrbaziyê tune kirin. Îro jî gerek em wisa bikin. Eger em dixwazin ji Yehowa re xizmet bikin, gerek em hemû tiştên ku bi cindariyê ve girêdayî ne – mesela kitêb, kovar, fîlm û posterên ku sêrbazî an cindariyê wek tiştekî bêzerar an xweş nîşan didin – bavêjin. Wekî din, gerek em tiştên wek nivişt an hêşînokan, yên ku mirov ji bo parastinê bi kar tînin, bavêjin (1. Korîntî 10:21).

15. Gerek em çi bikin ku em karibin li hemberî Îblîs û cinan bisekinin?

15 Çend sal piştî ku mirovên Efesê kitêbên xwe yên li ser sêrbaziyê şewitandibûn, Pawlosê şandî nivîsî ku gerek ew bi “cenga” xwe berdewam bikin û li “hember ordiyên ruhî yên xerabiyê” bisekinin (Efesî 6:12). Belê, mirovên Efesê her çi qas kitêbên xwe şewitandibûn jî, cinan hê dixwest zerarê bidin wan. Ji ber vê yekê, lazim bû ku ew çi bikin? Pawlos ji wan re wisa got: “Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê ku hûn pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe” (Efesî 6:16). Mîna ku mertalek leşkerekî diparêze, baweriya me jî dikare me biparêze. Eger em bi temamî bawer bikin ku Yehowa dikare me biparêzê, emê bikaribin li hemberî Îblîs û cinan bisekinin (Metta 17:20).

16. Em çawa dikarin baweriya xwe bi Yehowa xurttir bikin?

16 Em çawa dikarin baweriya xwe bi Yehowa xurttir bikin? Gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û xwe bispêrin Xwedê ku ew me biparêze. Eger baweriya me bi Yehowa xurt be, Îblîs û cin wê nikaribin zerarê bidin me (1. Yûhenna 5:5).

17. Gerek em çi bikin ku em ji cinan bên parastin?

17 Bajarê Efesê, bi cindariyê ve tije bû. Ji ber vê yekê, Pawlos ji şagirtên Îsa Mesîh re got ku gerek ew çi bikin: “Herdem ... dua bikin” (Efesî 6:18). Ji bo wan muhîm bû ku ew her dem gazî Yehowa bikin ku ew wan biparêze. Îro jî dinya bi cindariyê ve tije ye. Ji ber vê yekê, gerek em jî gazî Yehowa bikin ku ew me biparêze. Gava em dua dikin, gerek em navê wî bînin zimên (Methelokên Silêman 18:10 bixwîne). Eger em her dem ji Yehowa bixwazin ku ew me ji Îblîs bifilitîne, Yehowa wê duayên me qebûl bike (Zebûr 145:19; Metta 6:13).

18, 19. (a) Em çawa dikarin di micadeleya li hemberî Îblîs û cinan de bi ser bikevin? (b) Beşa din wê cewaba kîjan pirsê bide?

18 Eger em dev ji hemû tiştên ku bi cindariyê ve girêdayî ne berdin û bi stara Yehowa bawer bin, emê bikaribin li hemberî Îblîs û cinan bisekinin. Ne lazim e ku em ji wan bitirsin (Aqûb 4:7, 8 bixwîne). Qudreta Yehowa ji ya cinan pir zêde ye. Di dema Nûh de, Xwedê ceza dabû wan, û rojekê, ewê wan helak bike (Cihûda 6). Ji bîr neke, em di micadeleya xwe de tenê nînin. Yehowa me bi destê melekên xwe diparêze (2. Qiralan 6:15-17). Bi alîkariya Yehowa, em dikarin di micadeleya xwe ya li hemberî Îblîs û cinan de bi ser bikevin (1. Petrûs 5:6, 7; 2. Petrûs 2:9).

19 Madem ku Îblîs û cinên wî ew qas êşê didin însanan, gelo Xwedê ew çima heta niha tune nekirine? Beşa din wê cewaba vê pirsê bide.