Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA ÇARDEHEMÎN

Malbat Çawa Dikare Dilşad Be?

Malbat Çawa Dikare Dilşad Be?

1, 2. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze ku malbat dilşad bin?

ZEWACA pêşîn ji aliyê Yehowa ve hat saz kirin. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê jina pêşîn çêkir û ew “ji Adem re anî”. Adem gelek kêfxweş bû û wisa got: “A vay, ev hestiya, ji hestiyê min hatiye stendin û goştê ku ji goştê min ve hatiye stendin ev e” (1. Mûsa 2:22, 23). Ev yek rêyî me dide ku Yehowa dixwaze ku yên zewicî dilşad bin.

2 Çi heyf e ku gelek malbat ne dilşad in. Dîsa jî, bi alîkariya prensîpên Kitêba Pîroz, hemû ferdên malbatê dikarin dilşad bin (Lûqa 11:28).

XWEDÊ JI MÊRAN ÇI DIXWAZE?

3, 4. (a) Gerek zilam li pîreka xwe çawa be? (b) Çima muhîm e ku jin û mêr şaşiyên hevdû efû bikin?

3 Li gor Kitêba Pîroz, gerek zilam ji pîreka xwe hez bike û hurmetê bide wê. Ji kerema xwe re Efesî 5:25-29 bixwîne. Lazim e ku zilam her daîm li jina xwe baş be, wê biparêze û xwedî bike û tu caran zerarê nede wê.

4 Lê eger pîrek şaşiyekê bike, gerek zilam vê problemê çawa hel bike? Kitêba Pîroz wisa emir dide zilaman: “Ji pîrekên xwe her daîm hez bikin û ji wan re bi hêrs nebin” (Kolosî 3:19, NWT). Zilamno, ji bîr nekin ku şaşiyên we jî hene! Ji bo ku Xwedê şaşiyên we efû bike, gerek hûn jî şaşiyên pîreka xwe efû bikin (Metta 6:12, 14, 15). Eger jin û mêr şaşiyên hevdû ji dil efû bikin, zewaca wan wê dilşad bibe.

5. Gerek zilam çima hurmetê bide pîreka xwe?

5 Yehowa dixwaze ku zilam hurmetê bide pîreka xwe. Gerek zilam hewcedariyên pîreka xwe yên madî û manewî bîne ber çavê xwe. Ev tiştekî pir muhîm e. Eger zilam li pîreka xwe ne baş be, Yehowa wê duayên wî qebûl neke (1. Petrûs 3:7). Ji bo Yehowa, qîmeta her kesê ku ji wî hez dike wek hev e. Yehowa mêran ji jinan biqîmettir nabîne.

6. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek jin û mêr bibin “bedenek”. Maneya vê çi ye?

6 Îsa Mesîh gotibû ku jin û mêr “êdî ew ne dido ne, lê bedenek in”. Kitêba Pîroz îznê nade ku mêrek bi çend jinan re bizewice (Metta 19:6). Gerek jin û mêr ji hev re dilsoz bimînin û zînayê nekin (Methelokên Silêman 5:15-21; Îbranî 13:4). Di munasebetên cinsî de, lazim e ku jin û mêr tenê li menfaeta xwe negerin, lê ku her du heqê hevdû bidin (1. Korîntî 7:3-5). Belê, “tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe”. Ji ber vê yekê, gerek zilam ji pîreka xwe hez bike û xema wê bixwe. Ji her tiştî zêdetir, jin dixwazin ku zilamên wan nazik bin û ji wan hez bikin (Efesî 5:29). Zewaca resmî muhîm e ku malbat hem ji bo dê û bav hem jî ji bo zarokan bibe warekî bihizûr. Li seranserê dinyayê, gerek şagirtên Îsa Mesîh zewacên xwe li gor qanûnên dewletê bidin qeyd kirin (Lûqa 2:1, 4, 5).

XWEDÊ JI JINAN ÇI DIXWAZE?

7. Çima muhîm e ku serê malbatê hebe?

7 Ji bo hizûr û yekîtiya malbatê, gerek yekî rêberiyê bike û serê malbatê be. Di 1. Korîntî 11:3 de Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Serê her zilamî Mesîh, serê jinê mêr û serê Mesîh jî Xwedê ye.”

8. Pîrek çawa dikare ji zilamê xwe re hurmetkar be?

8 Her zilam carinan şaşiyan dike. Dîsa jî, eger jin, qerarên zilamê xwe ji dil destek bike û pê re hevkariyê bike, malbat wê hê zêdetir dilşad be (1. Petrûs 3:1-6). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila pîrek hurmetê ji zilamê xwe re bike” (Efesî 5:33, KP). Lê eger dîn û baweriya zilam cuda be, gelo lazim e ku jin dîsa jî hurmetê bide wî? Belê. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Jinno, bi vî awayî hûn jî bi ya mêrê xwe bikin. Wusa ku, eger hinek ji wan bi peyva Xwedê baweriyê neynin jî, gava ew jiyana we ya hurmetkar û şîrhelal bibînin, bê gotin bi jiyana jina xwe bên qezenckirin” (1. Petrûs 3:1, 2). Eger rabûn û rûniştina pîrekê baş bin, zilam wê belkî bi zeman re baweriya wê fehm bike û hurmetê bide wê.

9. (a) Eger fikra zilam li pîrekê xweş neyê, gerek ew çi bike? (b) Li gor Tîtos 2:4, 5, gerek pîrek çi bike?

9 Eger fikra zilam li pîrekê xweş neyê, gerek ew çi bike? Ew helbet dikare fikra xwe bi hurmetkarî bîne zimên. Mesela, Sarayê dixwest ku Birahîm tiştekî bike, lê Birahîm daxwaza wê qebûl nekir. Lê belê, Yehowa ji wî re wisa got: “Gotina Sara[yê] guhdarî bike” (1. Mûsa 21:9-12). Heta ku qerara dawîn a zilam ne li hemberî prensîpên Kitêba Pîroz be, gerek pîrek pişta wî bigire (Karên Şandiyan 5:29; Efesî 5:24). Pîrekeke baş, malbata xwe xwedî dike (Tîtos 2:4, 5 bixwîne). Gava zilam û zarokên wê dibînin ku ew ji bo wan çi qas xîret dike, ewê ji wê zêde hez bikin û hurmetê bidin wê (Methelokên Silêman 31:10, 28).

Sara ji bo pîrekan çawa bû emsaleke baş?

10. Kitêba Pîroz li ser cihêbûn û hevberdana jin û mêr çi dibêje?

10 Jin û mêr carinan zû ji hev cihê dibin an hevdû berdidin. Lê li gor Kitêba Pîroz, gerek “jin dev ji mêrê xwe bernede” û “mêr jî jina xwe bernede” (1. Korîntî 7:10, 11). Eger halê malbatê pir xerab e û çareyeke din tune ye, îzin heye ku jin û mêr ji hev cihê bin, lê qerareke wisa gerek bi lez neyê dayîn. Kitêba Pîroz li ser hevberdana jin û mêr çi dibêje? Heta ku jin an mêr zînayê neke, ji bo hevberdanê qet sebeba rewa tune (Metta 19:9).

XWEDÊ JI DÊ Û BAVAN ÇI DIXWAZE?

Îsa Mesîh ji bo her ferdê malbatê emsaleke baş e

11. Ji her tiştî zêdetir, hewcedariya zarokan çi ye?

11 Dê û bavno, çi qas ji destê we tê bi zarokên xwe re wext derbas bikin! Zarok hewceyî we ne, û ji her tiştî zêdetir, hewcedariya wan ev e ku hûn ji wan re der heqê Yehowa de xeber bidin (5. Mûsa 6:4-9).

12. Gerek dê û bav ji bo parastina zarokên xwe çi bikin?

12 Dinyaya Îblîs her ku diçe xerabtir dibe, û hinek belkî dixwazin zerarê bidin zarokên me û wan ji aliyê cinsî ve îstismar bikin. Hin dê û bav şerm dikin ku li ser vê mijarê bipeyivin. Lê belê, pir muhîm e ku dê û bav zarokên xwe hişyar bikin ku mirovên xerab hene û ku zarok çawa dikarin xwe ji wan dûr bixin. Dê û bavno, gerek hûn zarokên xwe ji xerabiyê biparêzin (1. Petrûs 5:8).

13. Lazim e ku dê û bav zarokên xwe çawa terbiye bikin?

13 Lazim e ku dê û bav edeb û terbiyeyê bidin zarokên xwe. Gelo hûn çawa dikarin zarokên xwe terbiye bikin? Terbiye bi zordarî nayê dayîn (Yêremya 30:11). Loma, bi hêrsa xwe ceza nedin zarokên xwe. Hûn bê guman naxwazin ku gotinên we “mîna şûr” bin û wan biêşînin (Methelokên Silêman 12:18). Alî zarokên xwe bikin ku ew fehm bikin ku çima lazim e ku ew guhdarî bikin (Efesî 6:4; Îbranî 12:9-11; bnr. Not 30).

XWEDÊ JI ZAROKAN ÇI DIXWAZE?

14, 15. Gerek zarok çima guhdariya dê û bavê xwe bikin?

14 Carinan her çi qas zor dibû jî, Îsa Mesîh her tim guhdariya Bavê xwe dikir (Lûqa 22:42; Yûhenna 8:28, 29). Yehowa dixwaze ku zarok guhdariya dê û bavê xwe bikin (Efesî 6:1-3).

15 Zarokno, her çi qas zor be jî, eger hûn guhdariya dê û bavê xwe bikin, hem Yehowa hem jî dê û bavê we wê gelek dilşad bibin * (Methelokên Silêman 1:8; 6:20; 23:22-25).

Ciwan çawa dikarin ji xerabiyê dûr bisekinin û ji Xwedê re dilsoz bimînin?

16. (a) Îblîs çi dike ku ciwanan ji riya rast derxîne? (b) Gerek em çima tenê bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re hevaltiyê bikin?

16 Bi destê hevalên we û ciwanên din, Îblîs dikare we teşwîq bike ku hûn tiştekî xerab bikin. Ew rind dizane ku gelek keç û xort nikarin li hemberî bandora hevalan bisekinin. Mesela, qîzeke Aqûb pêxember a bi navê Dîna hebû. Hevalên wê ji Yehowa hez nedikir. Seba wan, Dînayê hem serê xwe hem jî serê malbata xwe xist belayê (1. Mûsa 34:1, 2). Eger hevalên we ji Yehowa hez nakin, ew dikarin we ji riya rast derxînin û bibin sebeb ku hûn tiştekî xerab bikin. Vê gavê hem hûn, hem malbata we û hem jî Xwedê wê pir xemgîn bibin (Methelokên Silêman 17:21, 25). Ji ber vê yekê, pir mûhîm e ku hûn tenê bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re hevaltiyê bikin (1. Korîntî 15:33).

MALBAT ÇAWA DIKARE DILŞAD BE?

17. Di malbatê de, gerek her kes çi bike?

17 Eger di malbatê de her kes guh bide qanûnên Xwedê, ewê ji gelek derd û probleman dûr bimînin. Loma gerek zilam ji pîreka xwe hez bike û lê baş be. Gerek pîrek hurmetê bide zilamê xwe û guhdariya wî bike. Methelokên Silêman 31:10-31 nîşan dide ku gerek pîrekeke baş çawa be. Gerek dê û bav rê nîşan bidin zarokên xwe, da ku ew jî ji Xwedê hez bikin (Methelokên Silêman 22:6). Kitêba Pîroz dibêje ku gerek bav malbata xwe bi awayekî baş îdare bike (1. Tîmotêyos 3:4, 5; 5:8). Gerek zarok guhdariya dê û bavê xwe bikin (Kolosî 3:20). Ji bîr neke: Her kes dikare şaşiyan bike. Ji bo vê, lazim e ku di malbatê de, her kes dilnizm be û hevdû efû bike. Belê, rêberiya Yehowa, ya ku di Kitêba Pîroz de tê nîşan dayîn, ji bo hemû malbatê bifeyde ye.

^ par. 15 Eger dê û bav dixwazin ku zarok tiştekî li hemberî qanûna Xwedê bike, gerek zarok di vî tiştî de guhdariya wan neke (Karên Şandiyan 5:29).