Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA ŞAZDEHEMÎN

Ji Xwedê re Xizmet Bike

Ji Xwedê re Xizmet Bike

1, 2. Gerek em çi pirsê ji xwe bipirsin?

JI KITÊBA PÎROZ, tu hîn bûyî ku gotin û kirinên gelek kesên ku dibêjin ku ew ji Xwedê re xizmet dikin, bi eslê xwe ne li gor daxwaza Xwedê ne (2. Korîntî 6:17). Ji ber vê yekê, Yehowa dixwaze ku em ji “Babîla Mezin”, yanî ji dînê sexte, derkevin (Peyxam 18:2, 4). Gelo tuyê çi bikî? Gerek her yek ji me qerara xwe bide û ji xwe bipirse: “Ezê çawa îbadetê bikim: Li gor baweriyên min ên berê an jî li gor daxwaza Xwedê?”

2 Eger te dev ji dînê sexte berdaye, te rind kiriye. Lê belê, gelo dilê te hê bi hin urf û adetên dînê sexte ve girêdayî ye? Niha emê li ser hin ji van tiştan bipeyivin û bielimin ku Yehowa li wan çawa dinêre û ji me çi dixwaze.

NIVIŞT, HÊŞÎNOK, TESBÎH Û ZIYARET

3. (a) Hinek li ser eşya an sûretên dînî çi difikirin? (b) Kitêba Pîroz li ser van tiştan çi dibêje?

3 Hinek di malên xwe de eşya an sûretên dînî vedişêrin an darde dikin û pir qîmetê didin wan. Belkî tu jî difikirî ku ew ji bo îbadetê lazim in. Lê belê ji bîr neke ku Yehowa ji me re dibêje ku gerek em ji wî re çawa îbadetê bikin. Kitêba Pîroz bi eşkereyî nîşan dide ku Yehowa naxwaze ku em di îbadeta xwe de eşya an sûretên dînî bixebitînin (2. Mûsa 20:4, 5 bixwîne; Zebûr 115:4-8; Îşaya 42:8; 1. Yûhenna 5:21).

4. (a) Gerek em çima neçin ba darên mirazê, ziyaret û tirbeyan? (b) Yehowa çima emir dabû xizmetkarên xwe ku ew bi miriyan re neşêwirin?

4 Gelek kes her tim diçin ba darên mirazê, ziyaret û tirbeyan. Li wê derê, ew hem ji bo daxwazên xwe, hem jî ji bo ruhên miriyan dua dikin. Lê belê, em elimîbûn ku mirî nikarin alî me bikin an zerarê bidin me, û em jî nikarin alî wan bikin, çimkî ruhên wan ne sax in. Bi eslê xwe, şêwirîna bi miriyan re tiştekî pir bitalûke ye. Merivên me yên mirî nikarin bi me re xeber bidin, lê belê cin dikarin xwe wek kesên mirî xuya bikin. Loma, Yehowa emir dabû miletê Îsraêl ku ew bi miriyan re neşêwirin û tev li cindariyê nebin (5. Mûsa 18:10-12; bnr. Not 26 û 31).

5. Çi dikare alî te bike ku tu xwe ji adet û tiştên sexte dûr bigirî?

5 Çi dikare alî te bike ku tu xwe ji tiştên wek nivişt, hêşînok, tesbîh û ziyaretan dûr bigirî? Lazim e ku tu Kitêba Pîroz bixwînî û bielimî ku Yehowa der heqê van tiştan de çi difikire. Di çavê wî de, ev tişt, tiştên “mekrûh” in, yanî Xwedê ji wan nefret dike (5. Mûsa 27:15). Her roj ji Yehowa re dua bike ku bila ew alî te bike ku tu nêrîna wî qebûl bikî û li gor daxwaza wî îbadetê bikî (Îşaya 55:9). Bawer be ku Yehowa wê hêzê bide te ku tu karibî ji hemû tiştên ku bi îbadeta sexte ve girêdayî ne, dûr bisekinî.

NOEL, SERÊ SALÊ Û NEWROZ

6. Cejnên Noel û Serê Salê ji ku derê tên?

6 Gelek kes difikirin ku roja Noelê, roja bûyîna Îsa Mesîh e. Lê belê, Noel bi eslê xwe bi dînê sexte ve girêdayî ye. Li gor ansîklopediyekê, pûtperestên Romayî li roja 25an a meha 12an roja bûyîna Rojê pîroz dikir. Îsa Mesîh li wê rojê nehat dinyayê, lê ji ber ku alimên dêrê dixwest ku zêdetir kes bibin Mesîhî, wan qerar da ku bûyîna Îsa Mesîh wê rojê bê pîroz kirin (Lûqa 2:8-12). Lê belê, şagirtên Îsa cejna Noelê pîroz nedikir. Mîna Noel, cejna Serê Salê jî bi pûtperestiyê ve girêdayî ye. The World Book Encyclopedia dibêje ku di sala 46an a B.M. de, Iulius Caesar roja 1ê ya meha 1ê wek Serê Salê tayîn kir. Ew roj, ji aliyê Romayiyan ve ji bo îlahekî bi navê “Ianus” dihat pîroz kirin, û navê vê mehê wek “Ianuarius” (bi Îngilîzî: January) hat bi nav kirin. Romayiyan bawer dikir ku pîrozkirina cejna Serê Salê ji bo dilşadiya hemû salê muhîm e.

7. Şagirtên Îsa Mesîh çima cejnên Noel, Serê Salê û Newrozê pîroz nakin?

7 Lê Newroz – yanî cejna nûbiharê – ji ku derê tê? Li gor hin zanyaran, Newroz ji Mezopotamyaya kevn tê. Ev cejn, ji baweriyên anîmîst hat û bi zeman re ket baweriya Zerdeştiyê. Di Zerdeştiyê de, Newroz ji bo dawiya zivistanê, destpêka biharê û bîranîna ruhên bav û bapîran dihat pîroz kirin (Zoroastrians in Iran, E. A. Doroshenko). Şagirtên Îsa Mesîh çima cejnên Noel, Serê Salê û Newrozê pîroz nakin? Çimkî ew dixwazin bi hemû hal û hereketên xwe daxwaza Xwedê bînin cih.

ROJA BÛYÎNÊ

8, 9. Şagirtên Îsa yên pêşîn çima roja bûyînê pîroz nedikir?

8 Gelek kes roja bûyînê pîroz dikin. Gelo şagirtên Îsa Mesîh li ser vê yekê çi difikirin? Kitêba Pîroz behsa pîrozkirina rojên bûyîna du kesan dike, lê her du kes jî ne xizmetkarên Yehowa bûn (1. Mûsa 40:20; Marqos 6:21). Di pîrozkirina rojên bûyînê de, pesnê xwedayên sexte dihat dayîn. Loma şagirtên Îsa yên pêşîn “pîrozkirina roja bûyînê wek adeteke pûtperest didît” (The World Book Encyclopedia).

9 Romayî û Yewnaniyên kevnar bawer dikir ku roja bûyîna her kesî, bi roja bûyîna xwedayekî ve girêdayî ye. Li gor çavkaniyekê, van pûtperestan bawer dikir ku pîrozkirina roja bûyînê muhîm e ku mirov ji aliyê van xwedayan ve bê parastin.

10. Şagirtên Îsa Mesîh roja bûyînê çima pîroz nakin?

10 Gelo Yehowa dixwaze ku em cejnên ku bi dînê sexte ve girêdayî ne, pîroz bikin? (Îşaya 65:11, 12). Helbet na! Ji ber vê yekê, em ji pîrozkirina roja bûyînê û ji hemû cejnên ku bi dînê sexte ve girêdayî ne, dûr disekinin.

ÇIMA MUHÎM E?

11. Hin kes cejnan çima pîroz dikin? Ji bo te, tiştê herî muhîm çi ye?

11 Hin kes koka Noel, Serê Salê, Newroz û cejnên din dizanin, lê belê ew van cejnan dîsa jî pîroz dikin. Ew wexta cejnan tenê wek fersendeke xweş dibînin ku malbat li hev top bibe, û ew difikirin ku koka cejnan ew qas muhîm nîne. Gelo tu jî wisa difikirî? Topbûna malbatê helbet tiştekî xerab nîne. Malbat ji aliyê Yehowa ve hatiye saz kirin, û ew dixwaze ku navbera me û malbata me baş û germ be (Efesî 3:14, 15). Dîsa jî, dostaniya me ya bi Yehowa re tiştê herî muhîm e. Eger em cejnên dînê sexte pîroz bikin, merivên me wê belkî ji me razî bin, lê belê dostaniya me ya bi Yehowa re wê zerarê bibîne. Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî wisa got: “Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin” (Efesî 5:10).

12. Yehowa ji kîjan cejnan hez nake?

12 Gelek kes difikirin ku koka cejnekê ne muhîm e, lê Yehowa wisa nafikire. Xwedê naxwaze ku em cejnên ku ji dînê sexte tên an ku însan an nîşanên milî bilind dikin, pîroz bikin. Mesela, di Misira kevnar de, gelek cejnên pûtperest hebûn. Piştî ku Îsraêlî ji Misrê derketin, wan cejneke pûtperest teqlîd kir û jê re got “ji XUDAN re cejn”. Lê Yehowa pir hêrs ket bû û ceza da wan (2. Mûsa 32:2-10). Wek Îşaya pêxember gotibû, gerek em “destê xwe li yê mindar nexin!” (Îşaya 52:11 bixwîne).

LI KESÊN DIN NAZIK BE

13. Wexta ku tu dev ji pîrozkirina hin cejnan berdidî, dibe ku kîjan pirs bên meydanê?

13 Wexta ku tu dev ji pîrozkirina hin cejnan berdidî, dibe ku gelek pirs bên meydanê, mesela: “Eger hevalên min bipirsin ku ez çima Serê Salê pîroz nakim, gerek ez çi bibêjim? Eger kesek ji bo Serê Salê hediyeyekê bide min, gerek ez çi bikim? Eger pîreka min an zilamê min dixwaze ku ez cejnekê pîroz bikim, gerek ez çi bikim? Ez çawa dikarim alî zarokên xwe bikim ku ew xemgîn nebin ji ber ku em hin cejnan an rojên bûyînê pîroz nakin?”

14, 15. Eger kesek ji te re bibêje “Cejna te pîroz be” an hediyeyekê bide te, tu dikarî çi bikî?

14 Berî ku tu tiştekî bibêjî an bikî, lazim e ku tu bi aqlê selîm bifikirî û maqûl bî. Mesela, eger kesek ji te re bibêje “Cejna te pîroz be”, tu dikarî bibêjî “Spas dikim”. Eger îmkan hebe, tu dikarî eşkere bikî ku tu hin cejnan çima pîroz nakî. Çi dibe bila bibe, her tim nazik, serwext û hurmetkar be. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila peyva we, wek ku bi xwê hatiye terbiyekirin, herdem bi keremdarî be, wusa ku hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin” (Kolosî 4:6). Belkî tu dikarî bibêjî ku tu jî ji kêfkirinê hez dikî, lê ku tu naxwazî vê yekê di dema cejnan de bikî.

15 Eger kesek ji bo Serê Salê hediyeyekê bide te, gerek tu çi bikî? Kitêba Pîroz ji bo her rewşê yek bi yek nabêje ku gerek em çi bikin. Dîsa jî, ew dibêje ku gerek wijdanê me paqij bimîne (1. Tîmotêyos 1:18, 19). Belkî kesê ku hediyeyê dide te nizane ku tu vê cejnê pîroz nakî. Dibe ku hinek jî wisa bibêjin: “Ez dizanim ku tu vê cejnê pîroz nakî, lê ez dîsa jî dixwazim vê hediyeyê bidim te.” Gelo tu dikarî vê hediyeyê qebûl bikî? Gerek tu qerara xwe bidî. Tu her çi bikî jî, dîqat bike ku wijdanê te paqij bimîne. Em naxwazin dostaniya xwe ya bi Yehowa re bi kirinên xwe xera bikin.

TU Û MALBATA TE

Kesên ku ji Yehowa re xizmet dikin, dilşad in

16. Eger malbata te dixwaze cejnekê pîroz bike, gerek tu çi bikî?

16 Eger malbata te dixwaze cejnekê pîroz bike, gerek tu çi bikî? Ne lazim e ku tu bi malbata xwe re şer bikî. Îznê bide ku her kes qerara xwe bide. Nazik be û hurmetê bide qerarên wan, mîna ku tu jî dixwazî ku ew hurmetê bidin qerarên te (Metta 7:12 bixwîne). Lê eger malbata te dixwaze ku tu jî li cem wan bî, gerek tu çi bikî? Berî ku tu qerarê bidî, ji Yehowa re dua bike û ji wî alîkariyê bixwaze, da ku tu qerara rast bidî. Rind bifikire û li ser vê mijarê lêkolîn bike. Ji bîr neke, em her daîm dixwazin daxwaza Yehowa bînin cih.

17. Gava zarokên te dibînin ku zarokên din ji cejnan kêfê distînin, tu çawa dikarî alî wan bikî ku ew xemgîn nebin?

17 Gava zarokên te dibînin ku zarokên din ji cejnan kêfê distînin, tu çawa dikarî alî wan bikî ku ew xemgîn nebin? Belkî tu dikarî ji bo wan car caran kêf û şahiyan organîze bikî. Wekî din, tu dikarî hediyeyên nehêvîkirî bidî wan. Hediyeya herî xweş, a ku tu dikarî bidî zarokên xwe, wext û hezkirin e.

ÎBADETA RAST PÊK BÎNE

18. Gerek em çima herin civînên şagirtên Îsa?

18 Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em dev ji dîn û baweriyên sexte û ji adet û cejnên ku bi dînên sexte ve girêdayî ne, berdin. Wekî din, lazim e ku em îbadeta rast pêk bînin. Gelo çawa? Mesela, gerek em her daîm herin civînên şagirtên Îsa (Îbranî 10:24, 25 bixwîne). Civînên me, di îbadeta rast de pir muhîm in (Zebûr 22:22; 122:1). Gava em li hev top dibin, em dikarin qewet û cesaretê bidin hevdû (Romayî 1:12).

19. Çima muhîm e ku em ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz bikin?

19 Ji xeynî vê, ji bo pêkanîna îbadeta rast, gerek em ji kesên din re jî behsa gotinên Kitêba Pîroz bikin. Gelek kes ji xerabiya dinyayê pir aciz bûne. Belkî tu jî kesên wisa nas dikî. Ji wan re bibêje ku Xwedê wê ji bo me çi bike. Her ku tu herî civînên şagirtên Îsa û ji mirovan re behsa Kitêba Pîroz bikî, tuyê ji dîn û adetên sexte sar bibî. Bawer bike: Eger tu ji Yehowa re xizmet bikî, tuyê dilşad bibî û ji Yehowa gelek bereketan bistînî (Maleyaxî 3:10).