Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA NOZDEHEMÎN

Nêzikî Yehowa Bimîne

Nêzikî Yehowa Bimîne

1, 2. Îro em çawa dikarin di emniyetê de bin?

BÎNE ber çavê xwe ku rojekê, firtone heye û tu li derve dimeşî. Ezman her ku diçe tarî dibe, birûsk vedidin û guregura ewran tê. Paşê, baran dest pê dike. Tu êdî dixwazî xwe li cihekî veşêrî. Gava tu cihekî emîn û ziwa dibînî, dilê te rihet dibe.

2 Îro, halê me wisa ye. Dinya her ku diçe xerabtir dibe. Belkî tu difikirî: “Ez çawa dikarim di emniyetê de bim?” Zebûrbêjekî wisa gotibû: “Ez ji bo Xudan dibêjim: ‘Ew birc û stara min e, ew Xwedayê min e, ez bi wî ewle me’” (Zebûr 91:2). Belê, dinya her çi qas bi kul û derdan ve tije ye jî, Yehowa dikare me biparêze. Wekî din, ew hêviyeke xweş dide me.

3. Em çawa dikarin xwe bispêrin Yehowa?

3 Yehowa çawa dikare stara me be? Ew dikare alî me bike ku em serî bi derdên xwe re derxînin, û ew ji hemû dijminên me biqewettir e. Eger tiştekî xerab bê serê me, em dikarin bawer bin ku rojekê, Yehowa wê hemû ziyan û zeraran telafî bike. Loma, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwe di hezkirina Xwedê de bigirin” (Cihûda 21). Di vê dema zor de, ji bo ku em alîkariya Yehowa bistînin, gerek em nêzikî wî bimînin. Gelo ev çawa mumkin e?

QÎMETÊ BIDE HEZKIRINA XWEDÊ

4, 5. Yehowa çawa nîşan dide ku ew ji me hez dike?

4 Ji bo ku em nêzikî Yehowa bimînin, gerek em fehm bikin ku ew ji me çi qas hez dike. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa ji bo me çi kiriye. Wî dinyayeke bedew daye me û ew bi nebat û heywanên xweş ve tije kiriye. Wekî din, wî ava zelal û xwarinên xweş dane me. Bi navgîniya Kitêba Pîroz, Yehowa nav û sifatên xwe rêyî me dide. Bi ser de, wî Kurê xweyî hêja Îsa Mesîh şand dinyayê ku ew canê xwe ji bo me bide. Bi vî awayî, Xwedê nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike (Yûhenna 3:16). Bi saya vê qurbanê, hêviyeke meye pir mezin heye.

5 Xwedê Padîşahiya xwe li ezmanan saz kiriye. Di demeke nêzik de, ewê hemû kul û derdan biqedîne. Padîşahî wê erdê bike cenet. Tê de hemû însan wê heta bi hetayê di aştî û dilşadiyê de bijîn (Zebûr 37:29). Yehowa ji me gelek hez dike. Ji ber vê yekê, ew rêyî me dide ku gerek em çawa bijîn. Ew dixwaze ku em ji wî re dua bikin, û ew her tim hazir e ku duayên me bibihîze.

6. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin hezkirina Yehowa?

6 Tu çawa dikarî qîmetê bidî hezkirina Yehowa? Wî gelek nîmet dane me, û gerek em ji bo van nîmetan şikurdar bin. Çi heyf e ku gelek kes nankor in. Li dema ku Îsa Mesîh li dinyayê dijiya jî gelek kesên nankor hebûn. Carekê, Îsa Mesîh 10 zilamên bicûzam qenc kiribûn, lê tenê yek ji wan vegeriya û ji wî re spas kir (Lûqa 17:12-17). Em dixwazin wek vî zilamê spasdar bin û her tim ji Yehowa re şikur bikin.

7. Gerek em ji Yehowa çi qas hez bikin?

7 Gerek em nîşan bidin ku em ji Yehowa bi rastî hez dikin. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gerek ew bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe ji Yehowa hez bikin (Metta 22:37 bixwîne). Maneya vê çi ye?

8, 9. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin?

8 Eger em dibêjin ku em ji Yehowa hez dikin, ma ev bes e? Na! Eger em bi hemû dil û can û hişê xwe ji Yehowa hez dikin, gerek em vê yekê bi hal û hereketên xwe îsbat bikin (Metta 7:16-20). Kitêba Pîroz dibêje ku eger em ji Xwedê hez dikin, gerek em guh bidin emrên wî. Gelo ev yek zor e? Na, çimkî “emrên wî ne giran in” (1. Yûhenna 5:3 bixwîne).

9 Eger em guh bidin Yehowa, emê dilşad û kêfxweş bibin (Îşaya 48:17, 18). Gelo gerek em çi bikin ku em nêzikî Yehowa bimînin? Niha emê cewaba vê pirsê bistînin.

HER KU DIÇE NÊZIKTIRÎ YEHOWA BIBE

10. Gerek tu çima her daîm der heqê Yehowa de zêdetir melûmatê bistînî?

10 Tu çawa bûyî dostê Yehowa? Te Kitêba Pîroz xwendiye, te Yehowa zêdetir nas kiriye û tu bi vî awayî bûyî dostê wî. Ev dostanî, wek agir e. Mîna ku êzing lazim e ku agir venemire, gerek tu her daîm der heqê Yehowa de zêdetir melûmatê bistînî, da ku ev dostanî xurt û saxlem bimîne (Methelokên Silêman 2:1-5).

Mîna ku êzing lazim e ku agir venemire, gerek tu hezkirina Yehowa xwedî bikî

11. Tesîra gotinên Kitêba Pîroz çi ye?

11 Gava tu bi lêkolîna Kitêba Pîroz berdewam bikî, dilê te wê bi tiştên ku tu hîn bûyî ve tije bibe. Piştî ku Îsa Mesîh pêxembertiyên Kitêba Pîroz ji du şagirtên xwe re zelal kirin, wan wisa got: “Çaxê ku ew di rê de bi me re dipeyivî û Nivîsarên Pîroz ji me re şîrove dikirin, ma gotinên wî agir bi dilê me nedixistin?” (Lûqa 24:32).

12, 13. (a) Gelo hezkirina te ji Xwedê re wê bi otomatîk saxlem bimîne? (b) Gerek tu çi bikî ku hezkirina te ji Yehowa re saxlem bimîne?

12 Mîna ku dilê şagirtan tesîr girt gava wan gotinên Nivîsarên Pîroz fehm kirin, belkî tu jî bicoş bûyî gava te Kitêba Pîroz hêdî hêdî fehm dikir. Bi vî awayî, te Yehowa nas kir û ji wî hez kir. Bê guman tu naxwazî vê hezkirinê winda bikî! (Metta 24:12).

13 Gava tu dibî dostê Xwedê, lazim e ku tu xîret bikî ku ev dostanî saxlem bimîne. Ji bo vê, gerek tu Xwedê û Îsa Mesîh baştir nas bikî. Bala xwe bide tiştên ku tu hîn dibî û bifikire ku tu çawa dikarî li gor van tiştan bijî (Yûhenna 17:3). Wexta ku tu Kitêba Pîroz dixwînî, li ser van pirsan bifikire: “Ev qisim der heqê Yehowa de çi dibêje? Çima lazim e ku ez bi hemû dil û canê xwe ji Xwedê hez bikim?” (1. Tîmotêyos 4:15).

14. Dua çawa alî me dike ku em nêzikî Yehowa bimînin?

14 Em her tim dixwazin bi dostên xwe re sohbetê bikin. Bi vî awayî, em nêzikî wan dimînin. Mîna vê, eger em bi dewamî ji Yehowa re dua bikin, emê nêzikî wî bimînin (1. Selanîkî 5:17 bixwîne). Dua, hediyeyeke pir xweş e, ya ku me ji Bavê xweyî ezmanî standiye. Xwedê dixwaze ku em her tim ji dil bi wî re bipeyivin (Zebûr 62:8). Lê belê, Yehowa duayên ezberkirî qebûl nake. Lazim e ku duayên me bi temamî ji dil bên. Belê, eger em bi lêkolîna Kitêba Pîroz berdewam bikin û ji dil dua bikin, hezkirina me ji Yehowa re wê her daîm xurt bimîne.

JI KESÊN DIN RE BEHSA YEHOWA BIKE

15, 16. Tu der heqê belavkirina mizgînê de çi difikirî?

15 Ji bo ku em nêzikî Yehowa bimînin, gerek em ji kesên din re jî behsa baweriya xwe bikin. Em serbilind in ku em dikarin bi kesên din re der heqê Yehowa de bipeyivin (Lûqa 1:74). Îsa Mesîh gotibû ku ev yek mesûliyeta hemû şagirtên wî yên rastîn e. Ji ber vê yekê, lazim e ku em mizgîna Padîşahiya Xwedê belav bikin. Gelo tu jî vî îşî pêk tînî? (Metta 24:14; 28:19, 20).

16 Pawlosê şandî pir qîmet dida îşê belavkirina mizgînê. Wî ev îş wek ‘xezîne’ bi nav kir (2. Korîntî 4:7). Îlankirina Yehowa û mexseda wî, îşê herî muhîm e. Bi vî awayî, tu dikarî ji Yehowa re xizmet bikî. Xwedê qîmetê dide xîreta te (Îbranî 6:10). Belavkirina mizgînê hem ji bo te hem jî ji bo kesên ku guh didin te, pir bifeyde ye. Bi saya vî îşî, tuyê nêziktirî Yehowa bibî û li ser riya jiyana bêdawî bi pêş ve herî. Wekî din, tu dikarî alî kesên din bikî ku ew jî nêziktirî Xwedê bibin û jiyana bêdawî bistînin (1. Korîntî 15:58 bixwîne). Tu îşekî din nikare ew qas dilşadiyê bide me!

17. Belavkirina mizgînê çima ev qas acîl e?

17 Belavkirina mizgînê îşekî pir acîl e. Belê, “peyva Xwedê bide bihîstin, bi dem û bê dem li ser wê bisekine” (2. Tîmotêyos 4:2). Lazim e ku însan xebera Padîşahiya Xwedê bibihîzin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Roja mezin ya XUDAN nêz e, nêz e û zehf bilezî tê.” Belê, dawî wê ‘dereng nemîne’! (Tsêfanya 1:14; Habaqûq 2:3). Di demeke nêzik de, Yehowa wê dinyaya xerab a Îblîs helak bike. Berî wê rojê, gerek em mirovan hişyar bikin ku ew karibin qerara xwe bidin ka ew dixwazin ji Yehowa re xizmet bikin an na.

18. Gerek em çima ne tenê bi serê xwe, lê belê tevî şagirtên Îsa yên din re ji Yehowa re xizmet bikin?

18 Yehowa dixwaze ku em ne tenê bi serê xwe, lê belê tevî şagirtên Îsa yên din re ji Xwedê re xizmet bikin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin. Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû” (Îbranî 10:24, 25). Heta ku ji destê me tê, gerek em herin hemû civînan. Li civînan, em dikarin cesaret û qewetê bidin hevdû.

19. Ji bo ku em ji xwişk û birayan hez bikin, gerek em çi bikin?

19 Wexta ku tu herî civînan, tuyê hevalên baş bibînî, yên ku dikarin alî te bikin ku tu ji Yehowa re xizmet bikî. Wek te, bi milyonan xwişk û birayên din jî dixwazin ji Xwedê re xizmet bikin. Mîna her kesî, ew jî qisûrdar in û carinan şaşiyan dikin. Ji ber vê yekê, eger yekî dilê te biêşîne, wî efû bike (Kolosî 3:13 bixwîne). Her tim bala xwe bide sifatên baş ên xwişk û birayan. Ev yek wê alî te bike ku tu ji wan hez bikî û nêziktirî Yehowa bibî.

JIYANA RASTÎN

20, 21. “Jiyana rastîn” çi ye?

20 Yehowa dixwaze ku hemû dostên wî di nav dilşadî û kêfxweşiyê de bijîn. Kitêba Pîroz dibêje ku li dema bê, jiyana me wê gelek xweş be.

Yehowa dixwaze ku tu di Cenetê de bibî xwediyê “jiyana rastîn”. Gelo tuyê li wê derê bî?

21 Li dema bê, emê ne tenê 70 an 80 sal, lê belê heta bi hetayê bijîn. Emê li ceneteke bedew di siheta bêkêmasî, aştî û dilşadiyê de bijîn. Kitêba Pîroz vê “jiyana herheyî” wek “jiyana rastîn” bi nav dike. Yehowa sozê dide ku ewê vê jiyana rastîn bide me, lê helbet lazim e ku xîret bikin ku em vê jiyanê “bi dest bixin” (1. Tîmotêyos 6:12, 19).

22. (a) Em çawa dikarin “jiyana rastîn bi dest bixin”? (b) Em çima nikarin jiyana bêdawî heq bikin?

22 Em çawa dikarin “jiyana rastîn bi dest bixin”? Gerek em “qenciyê bikin” û “bi kirinên qenc dewlemend bin” (1. Tîmotêyos 6:18). Ji bo vê, gerek em li gor Kitêba Pîroz bijîn. Dîsa jî, em nikarin jiyana rastîn bi kirinên xwe heq bikin. Jiyana bêdawî, “kerema Xwedê” ye (Romayî 5:15). Bavê meyî ezmanî bi rastî dixwaze vê hediyeyê bide xizmetkarên xwe yên dilsoz.

23. Çima muhîm e ku tu qerarên rast bidî?

23 Ka ji xwe bipirse: “Gelo Xwedê ji îbadeta min razî ye?” Eger te fehm kiriye ku gerek tu hin hal û hereketên xwe serrast bikî, dereng nemîne û vê yekê bike. Eger em baweriya xwe bi Yehowa bînin û xîret bikin ku ji qanûnên wî dernekevin, Yehowa wê me biparêze. Bi saya alîkariya Yehowa, kesên dilsoz wê li rojên dawîn ên vê dinyaya xerab di emniyetê de bin. Paşê, Yehowa wê soza xwe bîne cih û îznê bide ku em heta bi hetayê di cenetê de bijîn. Belê, eger tu qerarên rast bidî, tuyê karibî bibî xwediyê “jiyana rastîn”!