Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PIRSA 5

Çi Bikim, Hergê Mektebêda Qerfê Xwe Min Dikin?

Çi Bikim, Hergê Mektebêda Qerfê Xwe Min Dikin?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Ew yek ça tu xwe bidî kifşê, dikare dereca te baş ke yan diha xirab ke.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Tomas naxwaze here mektebê. Ne îro, ne jî axiriyê. Ewî sê meh pêşda destpêkir usa bifikire, çaxê hevalên wî çilovîsk û boxdana avîtine wî. Paşê jî destpêkirin giliyên nebaş bêjine wî. Hine zar qestra destê xwe kitêbên wî dixistin, ku ji destê wî bikeve û xwe usa didane kifşê, tê bêjî nedxwestin usa bikin. Yan jî kesekî usa Tomas def dida, wekî gava ew dizivirî nikaribû fem kira, ew kê bû. Lê duhu, bi cûrekî mayîn destpêkirin ser wî hicûm kin. Ewî neme stand û nemêda wî didane tirsandinê . . .

Hergê tu dewsa Tomas bûyayî, teyê xwe ça bida kifşê?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Nefikire, wekî tu tiştekî nikarî bikî! Tu dikarî hela hê bê şer-dewa jî himberî wan derêyî. Gelo ça?

  • ŞER NEKE. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Axmax hemû hêrsa xwe dide der, lê yê serwaxt xweda zeft dike” (Metelok 29:11). Hergê tu hêrsa xwe bikaribî zeft kî, wî çaxî ewê ku te dixeyîdîne dikare te bihewe, çimkî wîra wê îda hewas nîbe.

  • KÎNÊ NEJO. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin” (Romayî 12:17). Hergê tu kînê bajoyî, ew yek wê dereca te diha çetin ke.

  • JI DERECÊN XIRAB XWE DÛR BIGIRE. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3). Çiqas dikarî, xwe ji merivên xof û derecên xof dûr bigire.

  • CABA USA BIDE YA KU EW HÎVIYÊ NÎNE. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Caba nerm hêrsê datîne” (Metelok 15:1). Tu dikarî heneka bikî. Mesele hergê qerfê xwe te dikin û dibêjine te, wekî tu gelek yekî xurt î, dikarî bikenî û bêjî: “Merivên baş gerekê zef bin!”

  • DIHA BAŞ E HERÎ. Nora, ya ku 19 salî e, dibêje: “Hergê tu dikarî hêrsa xwe kontrol kî, dêmek ew yek dide kifşê, wekî tu merivekî gihîştî yî û ji wî merivî, kê ser te dikene, diha qewattir î. Tê kifşê, wekî tu merivekî usa yî, ku dikarî xwe kontrol kî, ewê yekê nikarin bêjin derheqa wî, kê te dixeyîdîne” (2 Tîmotêyo 2:24).

  • QEWATA XWEDA DUDILÎ NEBE. Ew meriv, yê ku te dixeyîdîne, dikare texmîn ke, wekî tu xwe nimiz hesab dikî û nikarî dewsa xwe caba xwe bidî. Lê hergê tu îzinê nedî wî merivî, ku te bide xeyîdandinê û bikaribî caba xwe bidî, ew meriv wê te bihewe.

  • KESEKÎRA DERHEQA WÊ YEKÊ GILÎ KE. Şagirtek dibêje: “Ez şîretê didime wan, kîjana dixeyîdînin, wekî ewana derheqa wê yekê kesekîra gilî kin. Ew yek wê rast be, çimkî usa ewana dikarin yên din xweyî kin ji qerfkirinê”.

Hergê tu xweda bawer î, ew yek wê qewata usa bide te, ya ku tune bal wî, kê te dide xeyîdandinê