Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PIRSA 6

Çawa Nekevim bin Bayê Hevalên Xirab?

Çawa Nekevim bin Bayê Hevalên Xirab?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Çaxê tu mecalê nedî ku te bixeyidînin, wî çaxî tuyê bikaribî emirê xwe kontrol kî û îzinê nedî merivên din, dewsa te ewê yekê bikin.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Du hevalên mektebê nêzîkî Braîn dibin. Wê heftiyê ewana îda du cara zorê wî dikin, wekî ew cixarê bikişîne. Niha ew îda cara sisiya ye.

Yek ji geda dibêje wî:

“Tu dîsa tenê yî? Werê ez tera hevalekî bivînim”.

Çaxê ew dibêje xebera “heval”, ew çevê xwe diqurincîne û tiştekî ji cêva xwe derdixe û dirêjî Braîn dike.

Braîn dîna xwe didê, wekî destê wîda cixare ye. Ew usa ber xwe dikeve, wekî dilê wî destpêdike qayîm bikute.

Ew dibêje wan: “Bibaxşînin, lê ne min wera got, wekî ez . . .”

Gedê din dikeve nava xeberdanê û dibêje: “Tu çira yekî usa tirsonek î!”

Braîn bi mêrxasiyê dibêje: “Ez tirsonek nînim!”

Ew gede destê xwe dide ser milê Braîn û bi nermî dibêje: “Hergê usa ye, de hilde bikişîne”.

Yek ji wan, cixarê tîne nêzîkî devê Braîn û guhê wîda dike birme-birm: “Emê tu kesîra nebêjin. Tu kes wê pênehese”.

Hergê tu dewsa Braîn bûyayî, teyê çi bikira?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Gelo çira hevalên Braîn cixarê dikişînin? Çimkî ew safîkirina wan e? Diqewime na. Ewana ketine ber bayê merivên din, çimkî xwest in, wekî ew meriv wana qebûl kin.

Hergê tu bikevî dereceke usada, çi wê alî te bike nekevî ber bayê tu kesî û xwexa safîkirina bikî?

  1. PÊŞDA BIFIKIRE

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne” (Metelok 22:3).

    Gelek car tu dikarî têderxî, wekî rastî qeziyê têyî. Mesele, dûrva tu dibînî, wekî hevalên teye mektebê sekinîne û cixarê dikişînin. Dêmek, gava tu çetinaya dibînî, tu dikarî hazir bî, seva ku xwe ji cêribandina xweyî kî.

  2. BIFIKIRE

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Îsafa xwe temiz xwey kin” (1 Petrûs 3:16, DT).

    Ji xwe pirs ke: “Hergê ez bikevime ber bayê merivên din, axiriya min wê çawa be?” Rast e ewana wê te qebûl kin, lê paşê tuyê çi ser xwe texmîn kî? Seva ku hevalên xwe xweş bêyî, tu hazir î nihêrandina xwe înkar kî? (Derketin 23:2).

  3. SAFÎ KE

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê serwaxt ditirse” (Metelok 14:16).

    Yeke axiriya-axiriyê mera wê lazim be safîkirina şexsî bikin û barê wan safîkirina biçinin. Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa merivên usa ça Ûsiv, Îbo û Îsa, yên ku safîkirinên rast dikirin. Usa jî tê gotinê derheqa Qayîn, Esaw û Cihûda, yên ku safîkirinên nerast dikirin. Lê safîkirinên te wê çawa bin?

Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Aminiya xwe xwey ke” (Zebûr 37:3, DT). Hergê tu pêşda fikiriyî derheqa axiriya safîkirinên xwe û te safîkirina rast kiriye, wî çaxî tera wê diha hêsa be nekevî ber bayê meriva û tuyê kerema bistînî.

Ber xwe nekeve, tera nelazim e aqil bikî serê hevalên xwe. Tera lazim e bi mêrxasiyê tenê bêjî NA. Yan seva ku safîkirina xwe wanara diha zelal eyan kî, tu dikarî bêjî:

  • “Min bihewin!”

  • “Ez wan tişta nakim!”

  • “Ez divînim hûn min rind nas nakin!”

Serî ew e, caba xwe paş nexî û caba xweda dudilî nebî. Tuyê ecêbmayî bimînî çawa ewana wê te bihewin!

ÇAXE QERFÊ XWE TE DIKIN

Hergê tu dikevî ber bayê hevalên xwe, wî çaxî tu dibî mîna robot, çimkî îzinê didî, wekî te kontrol kin

Çi bikin hergê hevalên te qerfê xwe te dikin? Diqewime ewana dibêjin: “Çi bûye, tu çira usa tirsiyayî?” Bîr neke, wekî bi saya qerfkirinê hevalên te dixwazin te bidine tirsandinê. Çawa himberî wan derêyî? Du mecalên te heye.

  • Dîna xwe nedine qerfkirinê. (“Tu rast î, ez ditirsim!” Paşê kin bêjin derheqa meniyên xwe.)

  • Wana bide sekinandinê. Şiroveke çira tu tevî wan qayîl nînî û paşê bi logîkî wana serwaxt ke. (“Min tirê hûn merivne aqil in, lê tiştê ne tişt dikin û cixarê dikişînin!”)

Gava tu dibînî, wekî hevalên te destpêdikin qerfê xwe te bikin, rabe here! Çiqas dirêj tu bimînî, haqas hê zêde wê ser te hicûm kin. Çaxê tu herî, usa tuyê bidî kifşê, wekî naxwazî ku te kontrol kin.

Tu nikarî xwe bi temamî ji wana xweyî kî. Lê tu dikarî ser nihêrandina xwe bisekinî, derheqa wê yekê bêjî û wan derecada hişyar bimînî. Her tişt teva girêdayî ye! (Yêşû 24:15).