Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PIRSA 8

Çi Ez Gerekê Bizanibim Derheqa Zorbetiya Sêksûalî?

Çi Ez Gerekê Bizanibim Derheqa Zorbetiya Sêksûalî?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Her sal bi mîlîona meriv rastî zulmiya sêksûalî tên û heçî zef ji wan cahil in.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Kesekî piştêva xwe avîte ser Anêtê, gava lê avîtine erdê, Anêtê paşê fem kir çi diqewime. Ew dibêje: “Min her tişt dikir seva ku xwe ji destê wî xilaz kim, min dikire qare-qar, lê dengê min unda bû, min pê kulma wî dixist, wî def dida û diherişand. Paşî wê yekê min texmîn kir ça ewî kêr derxist û nêzîkî min kir, û min îda tu tişt nikaribû bikira”.

Hergê tu wê derecêda bûyayî, teyê çi bikira?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Diqewime tu fesal î, gava êvarê rêke xile-valîra diçî, lê dîsa jî tu dikarî rastî dereceke nebaş bêyî. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Pêşbazî ne bona mirovên ku lingên wan lez in . . . ne bona zilamên bi zanîn in; ji ber ku wext û duhem pêrgîniya vana hemûyan dikin” (Waîz 9:11).

Hine cahil, mîna Anêtê ziyan standine ji merivên nenas. Lê hene yên usa ku ziyan standine ji merivên nas, yan ji neferên mala xwe. Mesele, gava Natalî 10 salî bû, gedê cahil yê ku pêşberî mala wê dijît, lê xirab kir. Ew gilî dike: “Ez usa ditirsiyam û şerm dikir, wekî serîda min tu kesîra tiştek gilî nedikir”.

TU NEHEQ NÎNÎ

Anêt heta niha xwe neheq dike seva wê yekê ku çi qewimî. Ew dibêje: “Ez her gav tînim bîra xwe wê yekê, çi ku wê şevê qewimî. Ez difikirim, wekî min diha zêde qewat gerekê bida xebatê, seva ku ji wî xilaz bûma. Lê paşî wê yekê, ça ewî kêr derxist, ez tirsiyam û min îda tiştek nekir, yazix lê min gerekê tiştek bikira”.

Natalî jî xwe neheq dike. Ew dibêje: “Ez gelek yeke dilê xwe sax im, her tiştî zû bawer dikim. Dê-bavê min digotine min û xûşka min, wekî gava em derva dilîzin, ji hev dûr neçin, lê min gura wan nekir. Usa qewimî, wekî ez xwexa bûme sebebê kul-derdê xwe, çimkî min mecalê da cînarê xwe dest bavêje min. Ew çi ku hate serê min, bû derdekî giran bona neferên mala min. Ez xwe neheq dikim û nikarim bîr kim derheqa wê yekê”.

Hergê ew çi ku Anêt û Natalî dibêjin bona te nas e, bîr neke, neheqiya te wê yekêda tune, tu jî mîna wan ne bi xwestina xwe rastî wê derecê hatî. Lê hinek usa dibêjin, wekî bona mêra kirên usa normal e û ew keçik xwexa neheq in. Lê bi rastî ew gotin wana heq dernaxe, çimkî tu merivek hêja nîne, wekî hindava wî zorbetiya wî cûreyî bikin. Hergê tu rastî zulmiya usa hatî, ew yek nayê hesabê, wekî tu neheq î!

Rast e hêsa ye bêjî, “tu neheq nînî”, lê dikare çetin be baweriya xwe wê yekê bînî. Hine meriv tu kesîra gilî nakin derheqa wê yekê, çi hate serê wan û xweda xwe dixwin. Lê bi wê yekê ewana kirên wî merivê zulm vedişêrin. Lema wê baş be cûrekî din xwe bidî kifşê.

ALÎKARÎ BIGERE

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî çaxê Îbo rastî qeziyê hat, ewî got: “Bi êşa canê xweva dibêjim” (Îbo 10:1). Çev bide mesela Îbo. Dilê xwe wî merivîra veke, kîjanîda tu bawer î. Ew yek wê alî te bike êşa dilê xwe bitemirînî.

Hestên te yan nêt-fikirên te dikarin tera bibin ça bareke giran. Wê diha hêsa be, hergê tu dilê xwe kesekîra vekî û dereca xwe gilî kî!

Anêt dikare qayîl be tevî wan gotina. Ew dibêje: “Min dilê xwe hevala xweye nêzîkra vekir û ewê min hêlan kir, tevî rûspiya xeber dim. Ez şa me, wekî min gura wê kir. Rûspî gelek car tevî min xeber didan û ewana hema ew digotine min, çi ku minra lazim bû. Wana digotine min, wekî ez neheq nînim wê yekêda, çi ku hate serê min”.

Nataliyê dilê xwe dê-bavê xwera vekir. Ew dibêje: “Ewana gelek piştgiriya min dikirin. Usa jî gotine min, wekî ez dikarim netirsim û her tiştî wanara gilî kim. Ewê yekê alî min kir, nebime yeke zulm û nekevime dêprêsiyayê”.

Nataliyê usa jî dilbînî ji duakirinê stand. Ew dibêje: “Çaxê min tevî Xwedê xeber dida, ewê yekê alî min dikir, îlahî wî çaxî gava minra çetin bû dilê xwe merivara vekim. Duakirinêda min aza dikaribû derheqa her tiştî xeber dim. Çaxê min dua dikir, dilê min bi edilayê tije dibû”.

Tu jî dikarî wê yekêda îzbat bî, wekî “wexta avakirinê heye” (Waîz 3:3). Xem bike bona sihet-qewata xweye fîzîkî û êmosiyalî. Wede weqetîne bona hêsabûnê. Ya lape ferz, îtbariya xwe Yehowa, Xwedayê dilbîniyê bîne (2 Korintî 1:3, 4).

ÇAXÊ TU ÎDA GIHÎŞTÎ YÎ SEVA KU RASTÎ KESEKÎ BÊYÎ

Hergê tu keçik î û dilketiyê te, te hêlan dike, wekî tu kirên nerast bikî, netirse û bêje: “Min bihewe!” yan “Destê xwe nede min”. Netirse, wekî tuyê dilketiyê xwe unda kî. Hergê ew pey wê yekêra te bihêle û here, dêmek ew layîqî te nîne! Tu hêjayî yekî baş î, kê wê bi rastî qedirê te bigire û nihêrandina te hilde hesab.

XWE BICÊRIBÎNE: ZORBETIYA SÊKSÛALÎ

“Mektebêda, geda destê xwe davîtine benê lîpçîkê min û minra giliyên xirab digotin, mesele wana digot, wekî wê min xweş bihata, hergê min serê xwe wanara daniya” (Karêta).

Bi nihêrandina te, wan geda:

  1. Henek dikirin?

  2. Diketine flîrtê?

  3. Zorbetiya sêksûalî didane kifşê?

“Otobûsêda, gedekî destpêkir minra giliyên xirab bêje û xwest min hemêz ke. Min destê wî dûr xist û gotê, wekî ew dûr keve ji min. Ewî usa ser min nihêrî tê bêjî ez dîn im” (Kêndîs).

Çawa tu dişirmîş dibî, ew gede:

  1. Henek dikir?

  2. Dikete flîrtê?

  3. Zorbetiya sêksûalî dida kifşê?

“Salek pêşda, gedekî timê minra digot, wekî ez wî xweş têm û ew dixwaze, wekî em rastî hev bên, lê min wîra digot na. Carna ewî destê xwe dida destê min. Min wîra digot ku ew min bihewe, lê ewî ji min nedihewiya. Rojekê, çaxê min xwe qûz kir, wekî solê xwe pev xim, ewî destê xwe avîte ciyê rûniştandina min” (Bêtanî).

Bi texmîna te, ew gede:

  1. Henek dikir?

  2. Dikete flîrtê?

  3. Zorbetiya sêksûalî dida kifşê?

Caba rast ser hersê pirsa C ye.

Zorbetiya sêksûalî çi cûreyî cude dibe ji flîrtê yan heneka?

Zorbetiya sêksûalî tenê yekê xweş tê. Û ew merivê zorbe ser ya xwe disekine, hela hê wî çaxî jî gava yê din naxwaze.

Zulmiya wî cûreyî gelek xof e, çimkî axiriyê meriv dikare zorê dest bavêje kesekî û xirabiyê bike.