Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 2

Xwedê Mêr û Jina Pêşin Çêkir

Xwedê Mêr û Jina Pêşin Çêkir

Yehowa baxçe çêkir û navê wî ciyî danî Êdên. Wî baxçeyîda tije kulîrk, bax û heywan hebûn. Paşê Xwedê ji xaliya erdê merivê pêşin Adem çêkir, û hulma jîyînê pifî pozê wî kir. Zanî paşî wê yekê çi qewimî? Adem destpêkir bijî! Yehowa, Adem kire baxçê Êdênê û gotê, wekî ew nav bide ser heywana.

Yehowa temîk jî da Adem. Ewî gote wî: “Tu dikarî êmîşên ji hemû baxa bixwî, lê heye baxek ji kîjanî tu gerekê nexwî. Hergê tu êmîşa wî baxî bixwî, tuyê bimirî”.

Paşî wê yekê Yehowa got: “Ez dixwazim jinekê çêkim, ya ku wê alîkariyê bide Adem”. Xwedê usa kir, wekî Adem kete xewa kûr û paşê ewî parxaneke wî derxist û pê vê parxanê wîra jin çêkir. Navê wê hate danînê Hêwa. Adem û Hêwa bûne malbeta pêşin. Gelo Adem çi texmîn kir gava jina xwe dît? Adem usa şa bû, wekî got: “Hela Yehowa ji parxana min çi çêkir? Şikir! Ew mîna min e”.

Yehowa Adem û Hêwayêra got, ku zara bînin û erdê tije kin. Xwedê dixwest, wekî ewana şabûnê bistînin ji wê yekê, ku tevayî tiştekîva mijûl bin û temamiya erdê bikine cinet, çawa baxçê Êdênê. Lê her tişt usa derneket çawa Xwedê xwest. Gelo çira? Hê zêde derheqa wê yekê, emê serê dinda pêbihesin.

“Serê-sêrîda Efirandar ew nêr û mê xuliqandin” (Metta 19:4).