Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 3

Adem û Hêwayê Gura Xwedê Nekirin

Adem û Hêwayê Gura Xwedê Nekirin

Rojekê çaxê Hêwa tenê bû, mer tevî wê xeber da. Ewî got:

“Ew rast e, wekî Xwedê îzin neda we, ku hûn êmîşên ji hemû baxên baxçeda bixwin?” Hêwayê got: “Ji hemû baxên baxçe em dikarin bixwin, xêncî baxekî. Lê hergê em ji wî baxî bixwin, emê bimirin”. Mer got: “Hûnê nemirin. Gava hûn ji wî baxî bixwin, hûnê bibine mîna Xwedê”. Gelo ew yek rast bû? Na, ew yek derew bû. Lê Hêwayê bawer kir. Çiqas ewê dîna xwe dida vê êmîşê, haqas temê wê dikişandê. Ewê ew êmîş xwar û da Adem. Adem zanibû hergê ew gura Xwedê neke, wê bimire. Lê yeke ewî ew êmîş xwar.

Wê rojê, Yehowa tevî Adem û Hêwayê xeber da. Ewî pirsî, çira wana gura wî nekir. Wê yekêda Hêwayê mer neheq kir, lê Adem Hêwa neheq kir. Riyê wê yekêda ku Adem û Hêwayê gura Yehowa nekirin, ewî wana ji baxçe derxist. Wekî ewana tu car nikaribin paşda vegerin, Xwedê melek û şûrê bi agir dane ber derê baxçe.

Yehowa got, wekî ewê ku Hêwa xapand, ew jî gerekê bê cezakirinê. Ewê ku tevî Hêwayê xeber da, bi rastî mer nîbû. Yehowa mer usa çênekiribû, wekî bikaribûya xeberda. Ewê ku dewsa mer xeber dida, melekê xirab bû. Ewî usa kir, wekî Hêwayê bixapîne. Ew melek hate navkirinê, Şeytan Mîrê-cina. Axiriyêda Yehowa wê Şeytan kuta ke, seva ku ew îda nikaribe meriya bixapîne, wekî ewana tiştên xirab bikin.

“Mîrêcin . . . qetil bû û wî tu car xwe rastiyê negirtiye, çimkî nava wîda rastî tune” (Yûhenna 8:44).